24 Haziran 2017 Cumartesi

Şîretneker

Merheba Omer, 

Ez bawer im tu qala wan xarên camîn dikî, ên cîncoqî. Li gor Wîkîferhengê xar û cîncoq (dîndoq) ji hev cuda ne û mezin bi xaran û zarok bi cîncoqan dileyizin. Wer xuya ye xar yên mezintir in û ji kevir in, cîncoq biçûktir in û ji cam in. Ez baş bi wan cîncoqan dizanim. 

Di wexta me de zarokan û gencan pir pê dileyistin. Lê me ji wan re jî digot xar. Ma jixwe ziman her ku diçe wan sînor û nûansên peyvan jî ji dest dide û xwe li rihetiyê datîne. Mesela gava ku em dibêjin ev masî ye, ji bo me ne ewqasî girîng e ka kîjan masî ye, navê wî yê taybet çi ye. Bi ya min ev ne meseleya asîmîlasyonê ye jî, di her zimanî de bi vî awayî ye, her ku diçe em xwe bi xwe tûrikê xwe yê peyvan kêm dikin, nifşê nû bi xwe vê dike. Li gor lêkolînan jî peyvên ku însanek di rojekê de bi kar tîne 200-300 heb in. Loma gelekî normal e ku însanek sî-çil zimanan bizane, çimkî ji bo hînbûna zimanekî hewce nake meriv ferhenga wî zimanî ezber bike, ji her zimanî meriv du hezar peyv zanibe, aha ji te re hînbûna ziman. Teoriya herî popûler a li ser zimanan ew e ku hemû ziman ji zimanekî çêbûne û berbelav bûne, ev dibe teorî an na nizanim, lê wer hest pê dikim ku dê ev hemû ziman rojekê dîsa ber bi hev werin û dê hemû kes ji hev fam bikin bêyî wergerê. Ev qelsbûna ziman nîşan nade, a herî girîng peywendî ye, piştî ku me ji hev fam kir, ha te bi 2000 peyvan derdê xwe got, ha te bi 200 peyvan derdê xwe got. Mesele ji kû hat û ji ku derket nizanim, lê bi ya min bi 200 peyvan jî edebiyateke mezin tê avakirin. Nivîskarê ciwan gelek caran dikeve nav kompleksa ziman (wextekê ez jî tê de) û dixwaze hemû ferhenga kurdî di berhemên xwe de bi cih bike loma qîma xwe bi 200 gotinên rojane nayîne. Lê halbikî hemû mesele çîrok e, ger çîrokeke te hebe ji me re qal bike, hewce nake kes li kesî artîstiya ziman bike. Û ma edebiyatek tenê bi biwêj û gotinên pêşiyan pêş dikeve? (Lê divê ez bêjim ku ji xwendina ferhengan jî pir hez dikim.)

Vêca pismam, di wê çaxa zarokatiyê de gelek navên lîstikên van xaran hebûn lê niha nayên bîra min. Wê çaxê xarên kê pir bûya forsa wan jî pir bû. Ê min xarên min ne zêde bûn. Ê min ji ber ku min her xwe kêm didît, di hemû lîstikan de jî min xwe kêm didît û bi rastî jî ne şareza bûm. Ev hemû xwekêmdîtin û bêcesaretî wer xuya ye ji dema zarokatiyê maye ku hê jî tesîra wê li ser min heye. Ê me li cem me kes nedigot lîstika xaran qumar e, bavê te neheqî li te kiriye, divê ji ber vê neheqiya xwe lêborînê ji te bixwaze. 

Duh min porê xwe qusand Omer. Temenê min bîst û sê sal e, û bîst û sê sal e ku malbata min qarişî porê min dibe. Ji sê gotinên wan yek, por e, û vê dawiyê rî jî derket. Wer xuya ye ez çi jî bikim dê ev por ne bi dilê wan be. Ez aciz bûm êdî, rayekê li min bike.

Tu ji min şîretan dixwazî lê nabêjî pêşî şîretan li xwe bike. Her çi jî be, em hîn bûne ku xwe biwestînin û her derê xwe biêşînin. Mesela çendak berê diranê min ê bîstsaliyê derket û ma ne îşê goştê ser diêşiya. Wer dixuya ku îltihab girtibû. Ez çûm dixtor, got divê tu bi emeliyatê rakî. Du îlac ji min re nivîsîn, got bi qasî demekê dê êşa te bikuje lê paşê dê dîsa dest pê bike. Ez pir aciz bûm, min got ev ji serê me kêm bû. Ê min jî stûyê min û pişta min ne saxlem e pismam, tev ji ber vê mîrata xebatê. Mesela li masûlkeyên xwe yên lawaz dinihêrim û li ber dikevim ku ez çima hinekî din ne xurttir in. Ji min şîretan nexwaze pismam, em besî xwe ne. 

Înanolo