ji roja ku min xwe dîtiye û ez bîr dibim, camêr li wir, li ser kursîya xwe ya sor a plastîk daniştîye. li ber tableya xwe ye, ya ku dezgeyek bi ser ve ye. bi sala ye ew dezge wek xwe ye, mûyekî jî naguhere: dendikê berberoyan, ê zebeşan, qidamên mêrdînê, nokê bişekir, festiqên entabê, çaqmaq û çendek kelûpelên din ên bi dezgeyê re li hev tên. lokisa ku bi qiraxekê ve hilawistî dike ku zivistanî çaxa ku ceryan ji ser birîn şewqeke biçûçik a sor bînahîya wî ronî bike û peyayên ku bi şev ji ber acizîya dinyê ditengijin û destê wan di bêrîkên qapûtê wan de, xwe li çirav û baranê diqelibînin, dagerin nik wî û qet nebe kovikek qidamên germ bikirin, pê ber dilê xwe bigirin. tebatî çawa têyê? ji ciyê xwe naleqe, berê sibeyî li wir e, şev nîvê şevê dîsa li şûna xwe ye. rûdinê. mala wî li kaşî ye, sibeyî ji kaşî tê xwarê û şevê bi berejorî ve hildikişe kaşî, tebleya xwe ya bi dezge dide ber xwe. sibê eyd e, ez ê xwe ji nava salan vedizim, ji toz û ecacê bişom û nîvrokî di wê kelagerma bênhçikîn de biçim ji tebla wî ya ku bi sîwaneke algîdayê taldeyek jê re çêkiriye kovikeke tijî dendikên zebeşan bistînim û ji wan deveran derekê jî qolayek a reş, ligino qurban li ber wan darên her baxil dimînin mexel werim, vê fesadîya ku min li ser wî nivîsî vêca jê bibim, sîl bikim.
Birûsk Aryan
Hezîran, 2017 - Dinêser