Omer,
Duh bi şev li Diyarbekirê bûm, îro vegeriyam Mêrdînê. Derfet çênebû, pev neket esas, an min ê telefonî te bikira, belkî me çayek vexwara, qahweyek, çi zanim, belkî jî na. Gava ku ji dolmîşa Mêrdînê peya bûm, zilamekî gazî min kir û got: "Abêsî te atqiya xwe ji bîr kir." Çer ku got abêsî, min fam kir ku hatime Diyarbekirê. Heyrana abêyê xwe. Qerewat dibêje diya min, ji atkıyê re, belkî jî hişê wê ew şibandiye qerewatê jixweber, loma. Netirse, ez li vir devoka xwe nafiroşime te, çimkî qerewat di devoka me de jî nîne.
Duhê Diyarbekir sar bû, ji Mêrdînê jî sartir. Îro jî Mêrdîn sar bû, ji Diyarbekirê jî sartir. Xwene çima bajarê ku em diçinê sartir e ji bajarê ku em jê hatine? Min digot qey dawî li rêyan nayê her cara ku dolmîşên nav bajêr li nav kuçe û kolanên Diyarbekirê sergerdan dibûn. Min digot qey dê roja min sax di dolmîşê de, li dor bajêr çerx bibe. Min digot qey di rêwingiyeke dûr û dirêj de me ku ne serî heye ne jî binî. Min digot qey li sînemayekê me, rêwiyên cem min temaşeker in û em di esasê xwe de ne li bajêr lê li filîmekî temaşe dikin ku lîstikvanên wê tûşî endîşeyekê bûne ji ber wilo di nav hatûçûneke bêwext de ne. Bajarek lê kirine ji rêyan, temenek diherime li ser wan. Ma gelo, heye ku mirina min jî li serê rêyekê be?
Duhê îmtihana min a ALESê hebû. Beriya îmtihanê bi hefteyekê li hin pirsên wê xebitîm. Îmtihanê ez zêde şaş nekirim, di formata îmtihanên xwe yên berê de bû. Lê pirsên tirkî baldariyeke zêde dixwestin, gelek pirs du sê bersivên nêzî hev hebûn û carinan meriv ji hev dernedixist ka kîjan bersiv a rast e. Xwendekar bêtir ji pirsên Sozel Mantikê ditirsin. Çar komepirsên Sozel Mantikê hebûn, her kompirsek ji çar pirsan pêk dihat. Min sê komepirsên 'ewil çêkirin lê komepirsa dawî gelek zehmet bû, min îşaret kirin lê ji wan ne piştrast im. Nîv saetê dawî mîzê zor da min, bi zorê min bi xwe girt lê min nekarî dû re pirsan çêbikim. Axir min pirsên tirkî çêkiribûn û dor hatibû pirsên Matematîkê. Min şanzdeh hivdeh pirs jî ji matematîkê çêkirin.
Îşev min di xwe re nedît serê xwe bişom, hinekî sar bû. Esas, sebebekî dinê jî ew bû ku min nexwest name bi derengî bixim. Heke min serê xwe bişuşta, îcarê min di xwe re nedidît ku ji te re binivîsim. Ez ê serê sibê serê xwe bişom, axir. Sibê sala peymana me ya înternetê xilas dibe, belkî demekê bê înternet jî bimînim, belkî jî nemînim. A baş ew e ku înterneta telefonê heye, loma ti problem çênabe di warê nivîsandina nameyan de. Ez biçim hinekî ji xwe re bixwînim û dû re binivim. Te go erê?
Înanolo