Niha jelîbonan dixwim û ji te re dinivîsim. Ma çi bikim, kêfa min gelek ji vê mîratê re tê ku dibêjin zirara wê gelek e û maddeyên kanserojen di xwe de dihewîne. Gava ku wan dicûm kêfxweşiyeke bêpayan xwe li min digire, bêyî hemdê xwe bextewar dibim. Her kê ev jehr û ziqqum çêkiribe, mala wan hezar caran ava be, cihê wan bihuşta baqî be. Em ê vê qenciya wan tu carî ji bîr nekin û her bi qencî wan yad bikin. Tê gotin ku jelîbon di şerê navxweyî yê Emerîkanê yê sala 1860an de hatiye çêkirin ji bo leşkeran. Em ne leşker in, lê hesêbî em jî leşker in.
Îstifaya te bi xêr be maşalê û hêvîdar im ku tu li vê kirina xwe poşman nebî û deriyek ji deriyên bixêrtir li ber te vebe da ku boş û betal li kuçe û kolanan sergerdan nebî. Nexwe tu jî wekî min xwendekar î? Tew ê hiqûqê? Qarîzma û giraniyeke navê hiqûqê heye ha, te hay jê heye? Wextekê min jî digot ez ê hiqûqê bixwînim, lê ka em çer bikin, pûanê me têrê nekir. Rênas nas dikim, welle helal be ji we re. Heger tu bixwazî, kerem bike were Mêrdînê (Înanolo di vê hevokê de li menfaeta xwe jî difikire). Tu zanî jixwe, derî û dergehê me her vekirî ye. Hoste Necar, razê weke her car, Xwedê yek e, derî hezar. Rast e, min ji Kawa pirsa wê nekir, nehatibû bîra min jî, û ji aliyê xebatan ve, min xwestibû tenê li ser berhem û wergerên wî bipirsim.
Duhê di dersa Malmîsanij de, carekê mijar hat ser qertafên peyvsaziyê yên wek -van û -dar. Mamoste got -van ji payîn/pan tê ku maneya xwe ya bendemayînê heye. Dengê /p/ bûye /b/ û dû re bûye /w/ /v/. Mesela di farisî de "çûban" e, di pehlewî de "şupan" e, di kurmancî de "şivan", di zazakî de "şiwane". Şu- ji avestayî tê ku maneya "pez"ê dide. Yanî hingê şivan tê maneya "ê ku pez dipê, ê ku li benda pez disekine" û gavan jî tê maneya "ê ku ga dipê, ê ku li benda gayan disekine". Mamoste xwe aciz kir û got hema wisa çênabe ku meriv -vanê bîne dawiya peyvan û bêje sînemavan, şanovan, wêjevan û filan û bêvan. Min got bêvan lê gelo "bêvan" ji ku tê? Mamoste qala qertafa "-dar"ê jî kir. Tevî ku min salek du sal dersa farisî jî wergirtibû, ez lê hay nebûbûm ku -dar koka dema niha ya "daşten"a lêkera farisî ye. Daşten maneya "bûn/hebûn/xwedanbûn"ê dide. Mesela em bibêjin "Omer se beççe dared", ev tê maneya "Omer sê zarok hene / Sê zarokên Omer hene / Omer xwedanê sê zarokan e". Hingê birîndar tê maneya "kesê xwedî birîn, kesê ku birîna wî heye", evîndar tê maneya "xwedîevîn, ên ku evîna wan heye". Lê gelo namedar û wênedar tê çi maneyê? Nizanim gelo te tam bi kîjan maneyê ev peyv çêkirin û te hay ji maneya -darê hebû an na, ji ber ku li tu derên din rastîvan peyvan nehatime. Lê her te bi kîjan maneyê jî çêkiribe, bi ya min maneyên xwe yên gelek xweş hene û tam li van peyvan kiriye. Namedar, kesê xwedan name, kesên ku nameyên wan hene. Wênedar, kesê xwedan wêne, kesê ku wêneyên wî hene. Welleh kêfa min jê re hat.
Min îro Okuma Üzerine ya Marcel Proust xwend. Proust ji yek ji du nivîskaran e ku tesîra wî gelek li ser min û nivîskariya min çêbûye. Ew ê di pêş de jî tesîr li min bike an na, nizanim, lê di qonaxa 'ewil a heyata min de cihekî wî yê mezin û taybet heye. Di berhemên Proust de zeman ewqasî hêdî ewqasî giran diherike, ji te tê ku qala salekê kiriye gava qala kêliyekê dike. Di esasê xwe de Proust wê giraniya şexsê nifşê modern nîşan dide, tevî ku heyat gelekî bi lez û bez jî diherike, em, yanî takekesê ku di nava xwe de êşa hebûnê dikêşe, di hemdê xwe de, di giraniya xwe de li dor xwe dizivire. Proust gava qala kêliyeke xwe dike, tu fam dikî ku kêliyek di esasê xwe de ne tenê kêliyek e, ne ew dema pir kurt e, di kêliyekê de hezar tişt diqewimin, çivîkek baskê xwe vedike, pelek diweşe, bayek ji ber paceyê tê, bêhna xwarinekê tê pozê te, jelîbonek ji qirika te tê xwar, dengê qorneyeke erebeyan tê, telefona te lêdikeve, di mejiyê te de gêjgerînekek li dar dikeve ji hezar tiştan. Her kêliyek, her tiştek bîranîneke pirt kurt lê pir dirêj a Proust tîne bîra wî, gava madlena (ji bo me nanik) xwe di çayê dadike, ji nişka ve gazî xwînerê xwe dike û dibêje tu zanî çi hat bîra min û di dehan rûpelan de behsa wê bîranîna xwe ya zarokatiyê dike. Dibêjin rojekê Proust kitêba xwe dide weşanxaneyê lê edîtorê weşanxaneyê kitêba wî paş de vedigerîne û dibêje: "Erê, dibe ku ez yekî famkor bim, lê hê jî nizanim bê ka çima ji bo ku qala hewldana beriya xewê ya camêrî bike, ku xwe di nav nivînan de qulopilo dike da ku razê, sî rûpel terxan kiriye." Heqqet ji bo çi? Ka ez hevokeke dirêj ji kitêbê bo te binivîsim, lê bi tirkî, di xwe re nabînim wergerînim, belkî rojekê xwedanxêrek vê nameyê bixwîne û wergerîne, xwezî.
"Bu kitaba eklediğim notlarla göstermeye çalıştım ki, okuma, insanların en bilgesiyle bile olsa, bir konuşmaya indirgenemez; bir kitapla bir dost arasındaki asıl farklılık, bilgeliklerinin büyüklüğündeki farklılık değil, onlarla iletişim kurma biçimidir; okuma, konuşmanın tersine, yalnızlığımızı sürdürürken, yani yalnızken sahip olunan ve konuşunca çabucak dağılan entelektüel güçten yararlanmaya devam ederek, esinlere açık olmaya ve zekânın kendi kendisi üzerindeki çalışmasını bütünüyle verimli kılmaya devam ederek, her birimizin önceden iletilmiş bir başka düşünceyi edinmesidir."
Înanolo