Omer,
Mij û morana ku duh konê xwe li vî bajarî vedabû, îro heta nîvro berdewam kir û pê re pê re ji bajarê me vekişiya û çû. Baranek jî bi ser de bariya. Ba û firtone jî hebû. Îro ez neçûm zanîngehê. Dersa 'erebî jixwe ne bû, lê dersa Malmîsanij hebû. Min di xwe re nedît biçim, vê sar û seqemê, em li mala xwe ya germik û nermik rûnin çêtir e. Hêj çileyê hişk bi ser me de nehatiye, lazim e ji xwe re kumekî bikirim. Min wêneyê te yê Whatsappê dît, tu tevî kumê xwe gelekî xweşik derketibûy. Boteke min a zivistanê hebû, lê min kir nekir, min nedît. Heger dernekeve meydanê, lazim e ji xwe re botekê jî bikirim. Pere li ber me deyax nake pismam, dê dîsa derdê bêperetiyê dest pê bike.
Ê me jî qeyûmek hatiye ser şaredariya me, lê kî ye, çi kes e, nizanim. Roja ku hatibû ser wesayitên navbajêr ên şaredariyê kiribû bêpere, ez jî şaş mabûm, min fam nekiribû çima heqê rê ji me naxwazin. Qey qeyûmên me xwe pir camêr dihesibînin, heynese. Birako, tu ji devê gur filitiyî. Ev çi ceger li ser te heye ku li nava sûkê bi qeyûm re hevpeyvînê dikî. Welehîn tu ji heqê rojnamegeriyê têyî. Lê li xwe miqate be, neyê desteserkirin da ku em bê name nemînin.
Li cem me navek heye ji bo berfa ku 'ewil bikeve. Gelo berfa pisîkan bû an ya kûçikan bû, xweş nayê bîra min. Te gotiye kêfa kûçika tê gava ku berf dibare, loma bi îhtimaleke mezin belkî berfa kûçikan be. Ma tiştekî ji berfdimskê xweştir heye zivistanan? Li mala me ya berê ya ku ez lê çêbûm, me her tim berfdimsk dixwar. Hewşa me pir fireh bû, serê sibê ku em radibûn, me didît wa ye kirasekî spî erdê girtiye. Ji kêfan şûr simbêlê me nedibirî. Îja ku dims jî hebe, kêf kêfa me ye.
Te behsa Şêxo kiriye. Çendak e dibêjim ez ê lê bigerim, him ji ber derengketinê fedî dikim û him jî wek gelek telefonên din, di xwe re nabînim li kesî bigerim û biaxivim. Ez gelekî li ber rewşa wî dikevim. Hêvîdar im demeke nêz de vegere ser karê xwe an jî karek ji karê din baştir peyda bike. Nizanim te Bêbavîya wî xwend an, lê ê min gava ku min xwend, min careke din jî xwend. Ez heyran û hejmekar mabûm li hember van çîrokan, mat û heyirî mabûm. Hemû çîrok hev temam dikirin, ne kêm bû, ne jî zêde. Karakterên wî ewçend nêz bûn, ewçend wek xwe, ewçend di hemdê xwe de. Zehmet e ku meriv bi kitêba 'ewil re berhemên pir baş bide. Lê Şêxo ev tişt kir. Bêbavî yek ji baştirîn kitêba çîrokan e di edebiyata me de. Cihê wê dê her tim taybet be di edebiyata me de. Dê îro jî bê xwendin, sibe jî, dusibe jî...
Nizanim te xwend an, îro min nivîsa Selim Temo xwend di Gazete Duvarê de. Selim Temo hin beyt dabûn ku digot ên Fuzûlî ne. Meriv kêfxweş dibe helbet ku bibîne Fuzûlî jî bi kurdî nivîsiye. Lê ez bi helbestê zêde qaneh nebûm, bi delîlan jî. Tevî ku destxeta beytan hatiye dayîn jî. Min nivîs ji hevalekî Xorasanê re şand, heman metin li cem wî jî hebûne. Lê ji min re got 'esseh ne diyar e ka Fuzûlî ew nivîsiye an. Lê dîsa jî nizanim, dibe ku ev beyt yê wî jî bin, dibe ku ne yê wî jî bin. Hêja ye ku ev nivîs bibe cihê nîqaşê û bêtir lê bê kolîn da ku ti gumanek nemîne û xumamiya li ser kurdiya wê bi temamî rabe.
Divê rabim şîvekê ji xwe re hazir bikim. Li ser dezgeh hin firaq hene, lazim e wan jî bişom. Axir, niha bi xatirê te.
Înanolo