Omer,
Ez cardî bi derengî hatim. Tevî ku min digot ez ê zûtir jî binivîsim, ji min nehat û min xwe bi tişt miştên din mijûl kir. Wer laşgiran bûme, wer destgiran. Ê min, baweriya min hê jî bi axaftinê tê, hê jî bi samîmiyeta wê, zêde neaxivim jî, zêde heft û heştan nekim jî, zêde nereqînim peyvan jî, henûniyeke wê jî heye bi qasî nivîsê.
Te wêneyekî min girtiye bêyî xebera min, mala te ava be. Ez vê qenciya te ji bîr nakim. De bila meraqliyên edebiyatê jî, yên magazînê jî, îro na sibe, serê xwe pê re biêşînin û tê derxin bê em çi bûn, kî bûn, li ku bûn, bi çi mijûl dibûn û hwd. Orhan Veli xweş gotiye, siheta wî xweş... Axir me li Mêrdînê jî hev dît, lê tê bêjî qey tiştekî me nemabû di tûrik de ku em behsê bikin, wek hawê me behsa hemû tiştî kiribe di nameyên xwe de. Em nizanin biaxivin gava tên cem hev, di esasê xwe de em timî nizanin biaxivin di civat û sohbetan de.
Îro min hin kitêbên Kpss û Alesê sîparîş kirin li ser înternetê. Baweriya min zêde bi min nayê, lê ez karibim bixebitim pir baş dibe. Jixwe min îmtihana Îngilîzî ji bîr kiriye, çend meh e min devê Îngilîzî jî venekiriye. Divê dest pê bikim Omer, gava min dest pê nekir, tu vê nameyê bîne bîra min ji kerema xwe. Ewqas tişt ketine ser hev, nizanim ez ê ji ku dest pê bikim, bi çi dest pê bikim. Ji bo ji van hemû tişran birevim, her tim xwe diavêjim bextê xwendinê, bextê edebiyatê. Lê tesîra xwendinê jî wekî ya alkolê ye, her tim meriv naxwîne, her tim meriv ne serxweş e, a soxî lazim e em karê xwe pêk bînin.
Duh û pêr serlêdanên bernameya Kurd Idolê hebûn li vir. Bernameya stranan e, li kesen dengxweş digerin. Em jî duh çûn cihê wê, ji ber ku ji wan re temaşevan lazim bûn, serê her temaşevanî 25 Tl jî didane wan. Him ji bo pere û him jî bi mebesta dîtina juriyan em çûn. Juriyên bernameyê, Nizamettin Ariç, Ednan Kerîm, Bîjen Kamkar û Kanî bûn. Lê ji telebextê me re, em li wir hîn bûn ku jurî nehatine û jurî beşdar nabin di van serlêdanan de. Çend car em birin û anîn ku dîmenên temaşevanan bikêşin. Yanî çi ye, va ye temaşevan zêde ne û eleqeyeke mezin bo bernameya wan heye. Me jî bo xatirê bernameya kurdî, alên bernameyê di dest me de wek şervanan me li ba dikir. Rojeke ne xweş bû, wextê me boş belaheq li wir derbas bû, bi saetan em sekinîn, kesî jî stran negotin. Axir, me 25 Tlyê xwe wergirt, ev baş bû. Lê min ji hevalan re got, heqê me ne 25 e, 100 e, ew qas me ala wan hejand, xwe betiland.
Ez ê biçim razim pismam, xewa min tê. Fîlmê ku me lê temaşe kir jî, ne xweş bû. Ez navê filîm nabêjim, bila lêkolerên edebiyatê jî qet nizanibin.
Înanolo