Omeros,
"Meriv vediciniqî gava lê difikirî dê ev zarokên perîşan î xwedan tifingên kevn û xilmet Komarê biparêzin ku wan nedizanî ew bi kar bînin." (George Orwell, Silav li Katalonyayê, beşa 2yê.)
"Di seranserê vê serdemê de çu cara ku min tiştek li rojnivîska xwe kiribe, tu cih çênebûye ku min behsa meseleya êzingên şewitandinê, an jî bi gotineke rasttir behsa nebûna êzingên şewitandinê nekiribe." (George Orwell, Silav li Katalonyayê, beşa 3yê)
Ez gelekî ji te xeyidîme. Ma min ji te re negotibû ku ez ê kitêba Silav li Katalonyayê bixwînim û çawa ku biqedînim jî ez ê ji te re bişînim? Yanî te nikaribû li benda min bisekinî heta min xwend? Te hinekî sebir nekir ne wisa? Ê ka ez vê kitêbê bixwînim, ez ê çi bikim jê?
Saet tê duduyê şevê û nizanim çi ji te re binivîsim. Di esasê xwe de gelek tişt hene ku binivîsim lê niha ji dilê min nayê û di xwe re nabînim. Îşev min got ez ê serê xwe bişom lê min di xwe re nedît. Çend roj e min neşûştiye, dixwire, kapek girtiye serê min, ez jî têr dixwirînim. Wek gelek caran di xwe re nabînim serê xwe bişom. Niza' em ê çi bikin ji vê xûya min? Ser dilê min hinek tirş bûye. Îro li mala hevalan 'ecîn çêkiribûn, min xwar, ji ber wê ye.
Li ba me zêde tiştekî ecêb nîne ji te re behs bikim. Wek her carê aciz im û bêhna min teng dibe. Li min negire ku çend nameyên xwe yên dawî pir kurt digirim. Soz, bi nameyên bê re ez ê hewl bidim ku berfirehtir ji te re binivîsim. Ez ê çend nameyên xwe yên bê jî bi epîgrafên ji kitêba Orwell dest pê bikim, vêga ev xweştir e.
Li xwe miqate be.
Înanolo