Omeros,
Bi zimanekî sade ji te re dinivîsim: Min di şansê xwe kiro! Ez îro bûm barût û teqiyam, hem jî du caran. Ez gelekî bi hêrs im, gelekî bi kerb im. Îro min got ka ez biçim zanîngehê, ji ber ku hefteya borî neketibûm wê dersê. Çi biqewime baş e? Ez diçim sinifê, sinif xipxalî ye. Li hevalan digerim, dibêjin me bernameyê guherandiye, me duh li sinifê gotibû. Çima ku di navbera du dersan de valahiyeke wekî du saetan hebûye, çûne ew danîne li pey hev. Baş e, lê çima haya min jê çênabe? Ma qey ez di guhê gê de me? Bername bûye çeqilmast, de were û xwe aciz neke.
Piştî ku ez hîn bûm bername guheriye, min lêxist bi otobêsê hatim Yedi Kardeşler Çay Bahçesi, nam-i dîger Çayxaneya Nezîr. Min ji bo xwe çayek xwest û bi qasî 45 deqeyan tenê li wir mam, min çav didêra derdorê, li muşteriyan, li wesayitan, li dengan. Çîroka min a Şehredêr li vir derbas dibe pismam, lê min navê çayxaneyê û yê Nezîr guherandiye. Qehremanê me ji erebeyê peya dibe, 15 deqeyan li vê çayxaneyê dimîne, piştî 15 deqeyan lê dixe di ber Rektoriyê re diçe heta cihê wesayitên Diyarbekirê û çîrok li vir bi dawî dibe. Deh rûpel ji bo vê min terxan kiribû. Min gelekî ji vegotina wê hez kiribû. Rojekê, wextê fûarê bû, li zanîngehê Remezan Alan ez dîtim û gote min ku min çîroka te ya Şehredêr xwendiye, pir serkeftî bû, tu teknîka bilinç akışı ji ku hîn bûy. Hingê, min gelek fedî kir û min gotê ez jî carinan ji xwe re xêz dikim filan. Min nezanî çi bibêjim. Rojekê jî di dersê de qala vê çîroka min kir û got mînakek baş e bo diyalojîzmê anku pirdengiyê. Min di dilê xwe de got, maşele min çi çîrok nivîsiye ku mamoste bi teoriyê qala wê dike. Ev jî bîranîneke wiha xweş bû.
Piştre aciz bûm û çûm kitêbxaneya li Rektoriyê. Berê bê destûr em diçûn kitêbxaneyê, lê ji ber ku odeya rektoriyê li wir e, piştî rewşa dawî ya li Bakur, êdî ew jî tirsiyan û deriyekî bi şifre li wir xistine. Min qerta xwe ya xwendekariyê nîşan da û çûm kitêbxaneyê. Tu li kitêbxaneyê bipirsî pismam, ne tu kitêbxane ye, ne cihek lê heye meriv bixwîne, ne cihek heye meriv bimîne. Wer cihekî pîs, wer cihekî biçûk. Kitêbên wê jî kêm in. Lê dîsa jî kêm zêde ji me re diserife. Di katalogê de min "mektup" nivîsî û min lê geriya ka çi berhemên nameyî hene. Pir kêm hebûn. Min kitêbek jê wergirt: Susanna Tamaro - Sevgili Mathilda, İnsanın Yürümesini Dört Gözle bekliyorum. Li ser daxwaza kovara Famiglia Cristiana, Susanna Xanim bo salekê her hefte nameyên wek rojnivîskî dinivîse ji Mathidaya li Afrîkayê re ku wê ew di xeyala xwe de çêkiriye, berceste kiriye. Nameyên wê pir ji dil in Omer, heger ne ji têbînîya weşanger be, em ê bêjin qey yeke bi navê Mathilda heye. Di encamê de 49 name tên nivîsandin ku dû re hemû di kitêbekê de tên berhevkirin.
Min kitêb hilda û cardî hatim Çayxaneya Nezîr û cardî min çayek bo xwe xwest. Min li wir sê çar name xwendin. Îro nêzî şêst rûpelî filan min jê xwend. Di nameyeke xwe de li ser tenêtiyê van tiştan dibêje: "Tenêtî, rêya herî fewqalade ji bo ku însan xwe bi xwe samîmîbûnekê bijî. Belkî lome jê bê kirin lê tenêtî, di eynî wextî de wasiteya herî baş e bo ku însan ji wê hînî peywendîdanînê bibe." Nizanim Omer, lê ez xwe pir tenê hîs dikim. Her kêliyê, her deqê, her salîsê pir baş pê dihisim. Ew tenêtiya ku her bi min re ye, li pey min e, bi min re dimeşe. Ew tenêtiya ku tu carî dev ji min naqere. Ez ewqasî ji nêz ve wê hest dikim, wek kesek duyem e li kêleka min. Biçim ku wê jî bi xwe re dibim. Pir meraq dikim, gelo kes wê dibîne? Însanan hay jê heye ku tenêtiyekê bi xwe re digerînim. Îro jî weke gelek caran min li rehbera telefona xwe geriya û min berê xwe dayê ka ez dikarim di van rewşan de li kê bigerim ku bi hewara min de were. Kes tune Omer, çiqas însan jî li dora min hebin, lê kes tune Omer, kes hebin jî ez naxwazim wan aciz bikim Omer, ez naxwazim wan bi tenêtiya xwe aciz bikim, ez naxwazim qala derdê xwe bikim, ez naxwazim kes pê bihise, bes ez pê dizanim, li dûran, li derekê, min hay jê heye. Rehbera telefonê tije nav in Omer, lê destê min naçiyê di van rewşan de li kesekî bigerim, bigerim jî dê ne li van deran bin, bigerim jî dê karek wan hebe, û ji ber ku karekî wan, û ji ber ku li dûran in, naxwazim li kesî bigerim. Ez pir bi tenê me Omer, lê tu carî gazinan jê nakim û tu carî ji rewşa xwe ne poşman im. Gelek caran bi rojan ji odeya xwe, ji mala xwe dernakevim. Naxwazim însanan bibînim, naxwazim çavê min bi kesên nas bikeve. Gava derdikevim derve û di kolanekê de tenê dimeşim xwe gelek belengaz hîs dikim, kelogirî dibim û dilê min dişewite. Pê aciz dibim ku heke ji derve jî wer bême xuyakirin. Em ê a soxî her bi tenê bin pismam, çimkî her yek ji me tenêtiyekê mezin dike di dilê xwe de. Ev nameyên me jî hogirên tenêtiya me ne. Ez bawer dikim, rojekê em werin cem hev, em ê gotinekê nebînin ji hev re bibêjin û em ê ji hev aciz bibin. Dû re, em ê dîsa li tenêtiya xwe vegerin.
Piştî ku min çaya xwe vexwar, ez çûm loqenteya kêlekê ya Diyarbekiriyan û min du lehmecûn bo xwe xwestin. Xwarina herî erzan li wir lehmecûn e. Piştre dîsa li otobêsê siwar bûm ku biçim zanîngehê, lê di erebeyê de hevalê sinifê li min geriya û got mamoste nayê dersê ji ber ku şîna wan heye. Ez li wir cara duduyan teqiyam pismam. Ez dîn bûm, qalpaxa serê min avêt. Min got ez nakevim dersa piştî wê jî û çawa peya bûm cardî otobêsê siwar bûm û rast hatim mala xwe. Min rast xwe avêt nav nivînan û qederekê xilmişîm. Niha pîpoyê dikêşim, li Yiruma guhdarî dikim û ji te re nameyê dinivîsim Omer. Ez niha pir huznî me pismam, ez li vir dawî li nameya xwe tînim, nikarim zêdetir binivîsim. Rewşa te jî niha baş fam dikim.
Emanet qencî.
Înan