Ew demek e ez jî ji xwe dipirsim: Min berê qet behsa halên depresîf nedikir, ez ewqas li ber pêlên melodramê neketibûm neçûbûm û zimanê min jî di nivîsê de zimanekî bi tinaz û mîzah bû, çi bû û ez ewqas dûr ketim ji xwe? Xanimekê jî ji min re nivîsî û got: ''Ê te bûye full ajîtasyon..'' Pir li ber xwe ketim, min deyax di xwe dan û rabûm ji mal derketim.