11 Ekim 2016 Salı

Li min meke fîlîmano..

Înanolo,

Duh, di derengiya şevê de bi zikê birçî min ji te re nameyek nivîsî lê min name nîvtemam terikand û paşê jî jê bir. Nizam min behsa çi dikir, min got a baş ez siba pariyek nan biziqumim û piştre binivsînim. Dolab vik î vala bû, xanimekê quşxaneyek şîv nedabû ser ocaxê û di ser de di wê saetê de zewac li ber çavên min xwarinên xweş bû tenê, bêmane.

Îro ez çûm ba Fexriya Adsayê. Duh jî ez û Îmad Bernas tev çûn ba Rênas Jiyan. Desteserkirina herduyan jî bi min ecêb hatibû. Nizanim, wek ku gava ew hatin desteserkirin jî gava serbest hatin berdan jî em li wan rind xwedî derneketin. Nebûna yekitiya nivîskaran, di ser fikrên siyasî re qelsbûna helwestan min têra xwe dît di vê bobelata desteserkirinê de. Bi siyaseta me ya seri li erdê, em dixwazin serê wêjeya me bi ezmanan gêhîne. Xweş xeyal e û ku wer wanî here ne mimkun e. Pêşketina siyasetê, pêşketina civakê, pêşketina rexneyê û pêşketina wêjeyê, hemû bi hev ve girêdayî ne.

Te behsa Mîr Celadet kiriye. Ji hemû wêjeya wî favoriya min Bilûra Min e û yek jî rojnivîskên wî yên bi tirkî. Gelek kes şaş dimînin gava dibihîsin ku rojnivîska wî bi tirkî ye. Tehma hevokan wî yên rojnivîskê hîn li ser dev û çavên min e. Bes ew kitêb ji zû de ve min neditiye. Avestayê çap kiribû û çap qediyaye li derekê tine niha.. Yên dixwazin rojnivîskên wî bixwînin diçin wergera kurdî dixwînin. Ne dixwazim wê wergera kurdî bixwînim ne jî dixwazim tawsîye bikim welle. Ha, min digo Bilûra Min, di wê helbestê de, ji me Sirûciyan re dibêje ''mêrxas'' Mîr Celadet. Herkes carê, divê ez du caran ji vê helbestê hez bikim, ne?


Ez ji sînemayê hez nakim. Min pir hindik fîlm temaşe kirine. Yên min temaşe kirine jî min xwe bi zorê gêhandiye dawiya wan fîlman, fîlm li gor gotinên sînamegeran çiqas baş bin jî. Wer ji min re bûye xuy e, ez nikarim dev jê berdim: Gava fîlimekê temaşe dikim, ne fîlimê lê kişandina wê fîlimê difikirim. Loma li ber min diherrime. 


ji wê belgefîlmê


Zivistana çûyî sînamgereke alman, belgefîlma min û du rojnamegerên din kişand. Belgefîlmeke kurt e. Derhênera belgefîlmê, li Berlînê piştî xwendina Susan Suntag - Başkaların Acısına Bakmak, qirar daye ku belgefîlmê bikşîne. Gava hat Diyarbekirê me hevdu dît û em li ser belgefîlmê axivîn, min jî eynî kitêb dixwend. Min jê re got bawer nekir. Min ji çênte derxist kitêb raberê kir, şok bû; tesadufeke ecêb bû.

Eger te nêt heye di karên sînemayê kevî, ji niha ve xwe tê rake Înano. Dereng nemîne, li siya wê darê temaşevaneke nazik û nazenîn û rûpirbikenîn li benda te ye, dê bibêje ''Min yar heye nav Înano, li min dike fîlîmano, tim dano tim kutano, kesî neke bêîmano..''

Silav û gulavên dê niha rabin ji xwe re şîveke taşteyî hazir bikin.

Omeros