13 Ekim 2016 Perşembe

Keştiya min a bayê şikestiye

Omer, çavê min,

Gava din ji facebookê hatim, albûma ku min bo Kek Nûhat Deştî şandî gihaştiye ber destê wî. Pêşî û tenê wî pê derxistibû ku hevpeyvîna bê bi Abdullah Koçal re ye. Hevpeyvîna Evdila pir hat xwendin, di demek kurt de rekor şikand. Xwendevan mesajeke pir eşkere dide: Evdila ji bo Xwedê vegere! Heger van nameyên me dixwîne, em jê re bibêjin vegere, qe nebe blogekê veke û carinan ji me re nameyan binivîse, em jî ji te re. 

Her ku didime xwe zûtir ji te re binivîsim jî, lê dibêjime xwe hela bisekine, bila çend tişt biqewimin filan. Lê tiştek naqewime, her heyata min a tektîp û tekreng. Têm mala xwe, dikevim odeya xwe û xwendin, razan û têketina sosyal medyayê. Îro ji bo kitêbên dersê û kitêbên xwendinê, serî li du malperan da. Yek Pirtûkakurdî bû, a din jî Eganba ye ku min çend roj berê bi pêşniyaza Şerîf lê nihêrî. Bi rastî jî kitêbên wê li gor piraniya malperên din erzantir in. Ev yek baş bû. Bes min nekarî kitêban bikirim, digot qerta te ya krediyê nayê qebûlkirin filan. Min mesajek ji wan re nivîsî, li min vegeriyan, gotin tu tenê dikarî bi rêya kredi karti û hawaleyê bixwazî. A min qerta xwendekariyê ye, herçî malperên din bûn ku min ji wan kitêb dixwestin, hemû jî bi vê qertê dihatin kirîn. Lê mîrata Eganbayê qebûl nekir. Min kir nekir hawale jî çênebû. Welhasil ez ê sibe dîsa biceribînim, ku hawale jî çênebû, ez ê ji malpereke din bixwazim. Pere pir diçe Omer, wek avê, tu nikarî rê li ber bigirî. Meriv xwendekar be, qîmeta pereyan pir e, xwendekar giş feqîr in lo. 

Welle tu pir jêhatî yî, milet li ser te belgefîlman jî çêdike. Ê min ez mame hikmeta Xwedê de, kurmanc di dewleta dinê da. Ka çawa meriv carekê dikeve nav sînemayê pismam? Ma wiha rihet e? Ez têkevim sînemayê jî, edebiyat ji bo min her navend e. Li gelek deran dibêjim, heta niha min çi tiştên derveyî edebiyatê kiribin, di esasê xwe de min hemû ji bo edebiyatê kirine. Xwendinên dîrokî, wêneyî-resimî, muzîk, sînema, spor, mîmarî, sosyolojî hwd., hemû ji bo edebiyatê ne. Her tişt ji bo edebiyatê ye. Edebiyat di ser her tiştî re ye, navend e, tiştên din hemû di xizmeta wê de ne. Heke şiyaneke edebî nîbe, heta êvarê xweş binivîse, xwe biçirîne, boş beredayî ye. Mesele çîrok e, heke çîrokeke te hebe ji me re behs bikî, nexwe binivîse. Îsal sala dawî ya zanîngehê ye û bêhna min pir teng dibe. Nizanim ez ê çi bikim. Hema dixwazim tiştekî xêrê derkeve pêşiya min û ez vê zanîngehê biterikînim. Mesela rêya sînemayê derkeve pêşiya min, ji bo wê dikarim xwendina xwe biterikînim. 

Îro di dersa şerha metnan de em li ser şi'ra Mela ya Newaya Mutrib û Çengê sekinîn. Ev çarîna wî ya ku ez ê binivîsim pir pir xweş e û îro pir li ber ketim ku şiyana min a resimkirinê qet nîne, an min ê tabloyeke muazzam a vê çarînê çêbikira. Çarîn ev e: 

"Şevê zulmat û deryayê ji mewcan qet xeber nayê
şikestî keştiya bayê 'ecacê wê şefeq dayê

Ji herfan mah û salê ma nehat der şiklê falê ma
Kuca danendi halê ma sibikbaranê sahilha"

Yaw pismam tu ji xwe re li van rêzikan ca. Tê bêjî qey fîlmên Yüzüklerin Efendisi û Karayip Korsanları îlhama xwe ji van rêzikan wergirtiye. Lê Moby Dick a Herman Melville? Lê Tîtanîk? Ezbenî bifikire vê çarînê: Şeveke reş û tarî ye, her der xalî ye, tu bi tenê yî, kesî hay ji te nîne, te ji bîr kirine, keştiya te ya heyatê şikestiye, ba ye, bager e. Ev çi şop û aşopeke mezin e ku Mela çêkiriye. Wek kurdekî meriv sed salî jî bifikire, dev ji van rêzikan berde, dîmeneke wiha di xeyala me de cih nagire. Dê neyê xewna me jî. Li vir dîsa tenêtiyek heye, tenêtiya di nav behreke bê ser û binî de. Xwezî ji xêra Xwedê re resamek bûma û min tabloya vê çarînê çêkira. Lê heyf û korayiya çavan, ne zanim xweş resim bikim û ne jî zanim xweşik binivîsim. Tu yê pê derxistibî, Selîm Temo wê helbesta xwe ya mûhteşem ji vir girtiye. A bi navê Keştiya Bayê. Bi rastî navekî pir xweş e. Beriya wî Rojen Barnas jî bi vî navî helbest nivîsiye. Gelo em jî çîrokeke bi vî navî binivîsin çawa bikin? Berra kitêba min a Eski İstanbul Kürtleri a Rohat Alakom bi Kek Selîm re ye û fedî dikim jê bixwazim. Hindek kitêbên min cardî li cem hevalan e, her fedî dikim bixwazim. Kitêb jî wek tizbiyê ne pismam, carekê ji dest te derket, pir zehmet e ku li te vegere. Lê tu vê kitêbê bixwîne, gelek agahdariyên xweş tê de hene, dê kêfa te jê re bê. Ez ji xebatên Rohat hez dikim, ji ber ku bêtir qîmetê dide dîroka şexsiyetan. Ev yek pir baş e. 


Van stranên xweş bo te dişînim. Tam li gor çanda meyxaneyê ne, xwezî me bikaribûya li ber şûşeyên araqê li bin guhê hev bixista. Înşele rojekê. Niha bi xatirê te. 

Înanolo