Omer,
Gava me bi van nameyên elektronîk dest pê kir, hinekî kêfweş bûm, çimkî bi xêra wê me yê bikaribûya zûtirîn demê ji hev re binivîsin, çi roj bi roj, çi saet bi saet û çi jî bi deqe û saniye û salîsê. Min tu carî bîra wê yekê nedibir ku dê dewlet wer hema bi rojan înterneta me qut bike û ji ber vê jî em nikaribin ji hev re nameyan rêz bikin. Vê yekê hinekî em terskoşe kirin. Xuya ye ku wiha berdewam bike, em ê mecbûr bimînin ku bi nameyên destî ji hev re binivîsin û her roj li ber postexaneyan bisekinin ka bê nameyek ji me hatiye an na. Em ji niha ve haziriya bêînternetiyê bikin û çend pakêt kaxez û zerfan stok bikin ji bo nameyên zivistanî. Rojên sar li pêşiya me ne. Êdî nameyên elektronîk pir bi derengî dikevin. Wer bawer dikim, heger min nameyekê bidaya posteyê, dê piştî rojekê li ber destê te bûya. Em êdî bala xwe bidine rewşê û li gor wê tivdarekên xwe bikin. Ev aliyê xerab e Omer, lê aliyekî baş ê bêînternetbûnê jî ew e ku dihêle em bêtir kitêban bixwînin. Ji bo yên weke min hinekî xirab e, jixwe ez têra xwe dixwînim, lê ku înternet tune be, têra têra xwe dixwînim. Wele hezkî bêje desthildan, hezkî bêje serhildan, dawiya dawî hildanek bi qûna wê ve ye û ez ji peyva ku hildanek li pey ditirsim.
Çav hebe çi ye pismam, piştî ku me çav kor kir. Te xweziya xwe bi min aniye, ez jî xweziya xwe bi xwe tînim, ji vî nifşî çend kes xwendineke wek a min dike Omer? Ji vî aliyî ve heqê min e ku ez xwe qure bikim. Ji me hemûyan re qurebûnek lazim e, lê qurebûnek di hed û hesabê xwe de. Heke tu yê werî Mêrdînê, de zû were, sebra min nîne ku tu heta dev ji karê xwe berdî. Sê roj e ji mal derneketime, hem ji ber ku dinya ne xweş e û hem jî ji ber ku ji dilê min nayê. Tu li vir bûya, belkî car caran derketama seba ku bême cem te. Û meseleya sansûrê, madem tu wer dixwazî, nexwe em bi awayekî vekirî berdewam bikin.
Arjen Arî di rojeke wek duh de miribû ne wisa? Di wê sala mirina xwe de me hev dîtibû te dî, li merasîma Abdullah Duran. Piştî ku min xelata xwe girtibû, bi destê min girtibû, xistibû nav her du mistên xwe û gotibû, "te pîroz dikim." Cara ewil û dawî min li wir ew dît. Roja ku mir, min ev rêzik ji bo wî nivîsîbûn:
"siwarçako ho, bînahiya çavan
îşev derabeyên dilê min bo te li ser piştê ne"
Wê roja mirina wî derabeyên bajêr hatibûn girtin, lê ne ji bo wî. Tenê ev her du rêzik derketibûn ji devê min.
Min gava din Qesra Balindeyên Xemgîn xilas kir Omer. Wer min dixwest xilas nebe, lê xilas bû. Ez jî pê re xemgîn bûm. Xemgîn bûm ku min zûtir nexwendiye. Vê dawiyê min romanek bi dilê xwe nexwendibû. Dizanim, ê te çend sal e tu bi dilê xwe naxwînî. Lê vê romanê bixwîne pismam, heger min ji vê kitêbê hez kiribe, pir baş dizanim ku tu yê jî jê hez bikî. Wekî din tu çareya wê nîne. Bi vê romana wî re, min baştir fam kir ku Bextiyar Elî şansekî mezin ê kurdan e. Bi meraq li benda romanên wî yên din im. Min di nameya borî de gotibû ew her sê xort derdikevin seferê. Piştî heşt salan ew her sê xort wezîfeya xwe pêk tînin, li dinyayê digerin, tevî karwanekî balindeyan tên bajêr. Yek ji wan ji ber ku ew qas hînî gerê bûye, nikare li cihê xwe bisekine, tevî ku xwe wek aşiqê ebedî jî bi nav dike, balindeyan teslîmî wê xanimê dike û wenda dibe. Yekî dî ji ber ku ne bêhna dinyayê û mirinê jê tê, ew qebûl nake. Bi yê dî re dizewice. Ew jî berê kêrbazek bûye. Di dema şerê birakujiyê de, ew eşîra ew telebkarê din ku girêdayî partiyekê ye, bajêr ji partiya din digirin û ji ber vê meseleya kevn vî telebkarê din dikujin. Ez naverokê gişî nebêjim, bila ji tehmê dernekeve. Lê Bextiyar Elî wê serdema birakujiyê xweş nîşan daye. Em hîn dibin ka bira çawa bi tankên Sedam Hisên digire ser birayên xwe. Ka çawa meseleyên şexsî û eşîrî dibin meseleyên partiyê heta ku hev bikujin. Di cihekî de îroniyek giran kiribû Bextiyar Elî. Alîgirên Pdkê bi wesayitên xwe di ber malên Ynkyiyan re bi sloganên wek "Kake, kake" (mebest jê Kak Mesûd e) û alîgirên Ynkê jî di ber malên Pdkê re bi sloganên wek "Mame, mame" (mebest jê Mam Celal e) derbas dibin. Li wir karakterek bi navê Fîkret Guldançî heye ku bavê wê xanimê ye, di esasê xwe de tam rewşenbîrekî serbixwe ye, xwedankitêbxaneyeke herî dewlmend a bajêr e. Di vê serdema ku her tev li partiyekê dibe (an jî kesên tev lê nabin piranî koç dikin, Bextiyar Elî jî di wê serdemê de ji welat koç dike), Fîkret gotinên pir di cih de dike. Fîkret tev li partiyekê nabe û dibêje nemana rewşenbîrên serbixwe li bajarekî, têkçûn û dawiya wî bajarî tîne û dibêje, di her dem û wextê de tekane kesên ku siyaseta rast dikin, ev kesên serbixwe ne. Werhasil hin tiştên din jî dibêje, niha baş nayê bîra min. Ez kêfxweş im ku Fîkret jî wek min difikire, an jî ez jî wekî wî difikirim. Di esasê xwe de Bextiyar Elî bi vê romana xwe ya mezin rexneyeke tûj li van her du partiyan dike ku bi birakujiyê re ji însaniyetiyê derketine û tu heyatek ji bajêr re nehiştine, ji bilî mirinê. Bêguman, kî li ku û çi rastiyan jî bike, xirabiya wan dê her tim di dîroka wan de bimîne. Em çi jî bikin, dê birakujî wek lekeyeke reş di dîroka van her du partiyan de jî bimîne, her çi jî bê kirin, dê ev leke bimîne. Hemû partiyên kurdan jî, çiqas bi kiryar û xirabiyên xwe rû bi rû jî bibin, dê nikaribin xwe jê pak bikin. Çimkî siyaset û partî tiştekî ew qas xirab e ku, heçî tişta ku tu bikî peywendîdarî heyata însanan e, û heyata însanan di ser her tiştî re ye, di ser her doz û armancê re. Ji ber vê ye, tu partî ne pak û paqij e û a baş, wek Fîkret Guldançî got, meriv her tim serbixwe be û bêminet bijî.
Îro du roj e gernameya Marquez dixwînim a bi navê Doğu Avrupa'da Yolculuk. Di salên 50yî der wek rojnamevan li hin welatên wek Çekoslowakya, Polonya, Macarîstan û Sowyetan geriyaye, qala çavdêriyên xwe dike. Balkêş e, zimanê Marquez di vir de ji min re bêtir mîzahî û îronîk hat, qey meriv her ku bi temen dibe, bêtir cidî dibe? Kitêb nû hat wergerandin, tu jî bixwîne, ma tu ne rojnamevan î? Çîrokên ku qal dike, belkî nêzî te bên.
Omer can, çavê te maç dikim, li xwe miqate be, belaya xwe bi kesî nede. Dinya biçûk e, rojekê em ê hemû bimirin.
Înanolo