Ev mîrata înternetê çend roj e tune ye, loma bi derengî li te vedigerim. Ez pir aciz im, tu carî min ew qas bi derengî nexistibû nameya te. Ez nizanim çima wer dikin, lê xuya ye tiştên xirabtir dê biqewimin. Lê hêj dê çi tiştên xirabtir biqewimin? Ma me tiştên herî xirab jî nedîtin? Te gotiye sed meriv jî kom nebûne ji bo protestokirinê. Ma dê çawa kom bibin Omer? Tiştê ku vî miletî dît, gurê serê çiyê jî nedît. Niha jî rayedarên me bangewaziya serhildanê dikin. Lê bi çi rûyî? Meriv hinekî fedî dike. Min di heyata xwe de hingî peyva "serhildan"ê bihîst, wer xwe pîr û yextiyar hîs dikim, wer baweriya min bi vê peyvê nayê. Her cara ku ev peyv dikeve dewrê, mala kurdan diçe ber devê mîratê, wer boş û belaheq dimirin, wer boş û beredayî ji dest diçin. Tevî ku dizanim ev tiştên ku dewlet jî dike zilm e, lê ji dilê min nayê li ser bangewaziya siyaseta me dakevim meydanê. Siyaseta me ya ku nekarî helwestekê li hemberî zirara xendekan nîşan bide, ji kerema xwe qe nebe bila huş be û gazinan ji vî miletî neke.
Te behsa Orhan Veli kiriye. Çend roj e min nameyên wî ji Nahid Xanim re dixwend. Rast e, gelek pere di ber lîstika hespan de daye. Ew jî wekî te bêşans bû, çimkî ew jî wekî te hema pê digirt. Te di nameyeke xwe de gelekî pesnê van nameyan dabû û ne şaş bim herî pir ji van nameyan hez dikî. Li ser vê min nameyan xwend. Lê bi qasî ku te got, min jê hez nekir. Yanî bi qasî helbestên wî min hez nekir. Erê, ne xirab bûn, lê zêde ne baş jî bûn. Agahiyek balkêş bû. Ji bo kovara xwe derxe, çakêtê xwe difiroşe. Bi feqîrî mir Orhan Veli. Di koncalê de wer dibe, dû re çend rojan dimire. Ecêb e Omer, hezkirin tiştekî wiha ye qey, tevî ku Nahid Xanim bi mêr e jî, dîsa aşiqî hev in, ji hev hez dikin. Orhan Veli seba xatirê wê nezewiciye. Gelo te dizanibû Fêrîkê Ûsiv helbestên Orhan Veli wergerandine kurdî? Heke tu nizanibî, bizane êdî.
Beriya çend rojan te dî nûçeyek derket, digot dê li Mêrdînê û çend cihên din barana asîdê bibare. Ka bê niza Daiş agir bi niza çi xistiye, dûmana wê jî xirab e. Duh û pêr baran bariya. Dûmanek ecêb jî hebû. Lê milet dîsa derdiket derve, qey ne tiştekî ewqasî xirab e. Îro dinya xweş e. Tav derketiye. Meriv xwe bide ber berojkê û hestiyê xwe germ bike. Oxx çi xweş e.
Ez bê cih û war im Omer. Li malekê digerim ku bi cih bibim, lê hêj min peyda nekiriye. Me yê mala xwe bar kira, lê pêk nehat û ji ber meseleyeke bi xwediyê xênî re û ji ber sermaya malê, ez ê derkevim. A niha mala te li Mêrdînê bûya pismam, min ê xwe li serê te bikira bela, min ê bigota îlleh gerek tu min bigirî malê. Her yek ji me li odeya xwe, me yê her roj name ji hev re binivîsanda. Lê kaaa? Tu li Diyarbekirê yî û dûrî min î. Ka tu malê nayînî Mêrdînê Omer? An jî tu heval û hogirên te tune ne min bigirin mala xwe? Min bala xwe dayê heval û hogirên te yên Mêrdînê ji heval û hogirên min zêdetir in. Li vir her kes te nas dike. Zahf zêde populer î. Li nav beşê bipirsî, kes nîne ku te nas neke. Tu ji xwendekarekî bêtir têyî naskirin li vir. Çend roj e pir aciz û bi hêrs im. Nizanim çi bi halê min bê.
Îro du roj e Qesra Balindeyên Xemgîn dixwînim. Bextiyar Elî wek di her romana xwe de, di vê romanê de jî ez terskoşe kirim. Hema wer destê min jê nabe. Çîroka wê jî gelekî enteresan e. Sê xort dil dikevin keçekê, lê keç dibêje hûn ê heşt salan li dinyayê bigerin û sed balindeyên herî nuwaze yên dinyayê berhev bikin û bînin û piştre ez ê yekî ji nav we hilbijêrim. Ez ber bi nêvî de hatime. Hêj nû bi rê ketine li dinyayê bigerin. Heyecan dorukta. Ka binerim bê çi dibe. Beriya vê min Uykuların Doğusu ya Hasan Ali Toptaş xwendibû. Ji xeynî vê kitêba wî, min Bin Hüzünlü Haz xwendibû. Heta niha min nivîskarekî tirk nexwendiye ku wer bi zimanekî tekûz binivîse. Çi ziman li serê ye bêbavo, tirkî hema daqurtandiye. Hasan Ali ji wek min ji mal dernakeve, ji sporê hez nake. Di hevpeyvîna xwe de digot salek e neçûme Kızılayê. Bi nameyan re min çîrokên Maupassand dixwend. Le Horla, ji Ayrıntıyê. Li ser qehbikan, li ser evînê, li ser dînbûnê, li ser qatiliyê bûn çîrokên wî. Rebeno herî dawî dîn dibe û dimire. Bi nexweşiya frengiyê dikeve. Yekî zahf zêde doxînsist e. Wek bavê xwe ji Flaubert hez dike, hin kes gotine jixwe Flaubert bavê wî ye, çimkî navê bavê wî jî Gustave e. Piştî ku Le Horla dinivîse, di nameyekê de ji hevalê xwe re dinivîse ku dê piştî vê wî wek dîn û beredayî îlan bikin. Û bi rastî jî piştî vê ew nîqaş dest pê dikin ka Maupassant dîn e an na. Hêj ne diyar e ka Horla çi ye, maneya wê çi ye, jî kîjan peyvan hatiye dariştin.
Mesele kêm zêde ev e pismam. Lê ji kerema xwe bersiveke zelal li ser têbîniya min a derbar sansûrê de bide. Çi bi van nameyan, çi bi nameyeke taybet î veşartî.
Înanolo