Îro (an jî divê ez bibêjim duh, çimkî şev bihuriye) min di hejmara dawî ya Kürt Tarihi de nivîsa Metin Yüksel a li ser Zargotina Kurda ya Celîlê Celîl û Casimê Celîl xwend. Nivîs danasînek bû li ser vê xebata wan. Birayên Celîl dixwazin hemû xebatên xwe yên berhevkirî yên folklorê wek ansîklopediyê di 25 cildan de berhev bikin. Heta niha 5 cild ji wan hatine weşandin û her cildek 600-700 rûpel filan e. Cild ne li gor rêza reqeman lê li gor rêza mijaran dê bê belavkirin. Piştî vê nivîsê, min mailek ji navnîşana kovarê dayî re şand û min bi awayekî belengazane qala xwe kir ku derfetên min nînin wan kitêban bikirim loma min ji wan xwest ku wan kitêban diyariyî min bikin, ez jî xwendekar im filan, hem jî kurdî. Hê tu bersivek nehatiye, lê înşele bixwînin û gunehê wan bi min bê û kitêban ji min re bişînin. Law ez çi mizawir û şeytan im, tew. Ma tu zani her cildek bi çi qasî? Her yek 40 Euro, topî topî 200 Euro. Ma ez çawa wan bikirim ji bo Xwedê? Pere bi ser min de nabarin. Vê dawiyê Zanîngeha Camridgeê setek li ser dîroka kurdan weşand wek 13 cildî. Li ser Amazonê fiyetê wê zanî çi ye? 9.500 Euro, bi nivîs neh hezar û pêncsed ewro. Ev jî fiyetek di navbera 30-35 milyaran de ye. Pereyê min hebûya, bê dudilî min ê bikiriya, lê li benda piyangoyê me ku ji min re derkeve. Hêvî ma piyango.
Ev du sê roj e hevalê min Şerîf hatiye ji Mûşê. Li wir Beşa Kurdî ya lîsansê dixwîne. Mêrdîn jê re nehatibû. Şeva ewil li cem Erol bû, duh bi şev li cem min û îşev jî dê li cem Erol be. Sibê diçe. Duh berêvarê em çûn Mêrdîna Kevin, li wir me semûsek xwarin, ew cihê li jêra İzala Hotelê, bi navê Yasemin Pideyê. Kêfa min gelek ji semûsekan re tê pismam. Te qet semûsek xwarine? Heke tu hatî ez ê te bibim wir, em ê çend heban daweşînin. Xwediyê wê ereb in ez bawer im, kêfa min zêde ji wan re nehat. Nizanim, lê xwîna min qet li ereban û erebî germ nabe. Çi nijadperest im ne wisa? Lê xortek li wir heye, kurd e, kêfa min jê re tê, gelek sohbeta me çêbûye. Ev semûsek jî çeşideke şamborekan e, lê ne wek şamborekên me ne, ê wan dinepixin. Duh jî îro jî em li gelek mekanan geriyan. Lê gelek mekan bêhna min teng dike êdî, hemû dişibin hev û kesên diçin van mekanan giş wek hev in, tektîp in. Min got ez ji xwe re mekanekî nû bibînim ku haya kesî jê nebe, lê hêj min peyda nekiriye. Lê du cih hene kêfa min ji wir re tê, çimkî ji her cure û sinifê însan diçin wir. Bêhna meriv li wir derdikeve. Li Mêrdîna jêr Baxçeyê Nezîr an bi navê xwe yê resmi Yedi Kardeşler Çay Bahçesi, li hember enstîtuyê. Li Mêrdîna Jor jî Mezopotamya Çay Bahçesi xweş e. Hemû mekanên din giş dişibin hev, ev ne xweş e. Berra îro ma tu nizanî me çi dewekî xweş vexwar. Gava em di Sûka Ga re ketinê û meşiyan, li cihekî min dewçêker û dewfiroşek dît. Cara pêşî çav pê ketim û min û Şerîf her yek ji bo xwe tasek dew xwest. Law ma çi dew bû, tehma wê hew dibû. Ser dilê me hênik dibû, pê re hinekî xewa mi jî hat. Li Mêrdînê ez gelek caran datliyan jî dixwim. Ew datlîciyê li hemberî Meydana Cumhuriyetê yê bi navê Datlîciyê Edeneyê pir baş e, hema hema her tim li wir disekinim û datliyên wî dixwim. Kêfa min ji şêraniyê re tê bi rastî. Ma te zanibû li gund navê mehla me, Mehla Pelûla bû? Ji ber ku hingî hez ji bastêq, gûz, dims, pelûl û her tiştê şêranî dikirin, ev nav li mehlê kiribûn. Ez gelekî aciz dibim ku hevalên kêleka min hez ji şêraniyê nekin û gava ez bibêjim ka em datlî bixwin, bibêjin na. Yaw çawa çêdibe ku tu li cem Înanolo dibêjî ez hez ji datliyan nakim? Ma ev îşê henekan e? Yaw kesek çawa dikare li cem Înanolo bibêje ez dendikan, ez çerezan naxwim? Ma ev îşê zarokan e? Ev heqareteke mezin e li min. Nayê qebûlkirin. Li Bismil jî datlîciyekî pir baş ê kev n hebû, bi navê Bedrî. Bi tableya xwe li nêzî Zîraat Banka niha disekinî, di çend saetan de datliyên wî xilas dibûn. Ez bawer nakim kes bi qasî wî xweş datliyan çêkira, datliyên wî cuda bûn, yên xelkê hemû wekî hev. Ev çend sal e ne xuya ye, herhal dev jê berdaye.
Piştre em bi rê ketin ku biçin mala Erol û Cumhur. Li dikana bin mala wan me çar mûz û çar şeftalî kirîn. Em çûn ber derî lê ne li mal bûn, li baxçeyê Nezîr bûn. Me poşetê xwe danî dikanê û em derketin. Gava em ji mala wan berjêr bûn, ji dûr ve em bi çav Kawa ketin ku ber bi mala xwe ve dihat. Ew hirqeyê wî yê sor lê bû, ew hirqeyê wî fotoyê wî yê meşhûr e ez bawer im, ewiyê pisîkek li pişt heye û ew jî kitêbekê dixwîne. Ez dibêjim qey çavê Kawa miyop e, heta neyê nêzan qet nabîne. Ma berra min gotibû min jî çend hefte ye berçav wergirtiye ji mecbûrî. Vê havînê çavê min hinekî din jî qels bû. Ev çar sal e miyop im jixwe, lê min nexwest bi kar bînim. Beriya wê min du caran berçavk wergirtibû lê min nedixistê, kêfa min jê re nehat. Lê vê havînê ku ez çûm dixtor, min got ez bi kar bînim. Çavê min ê rastê "tembel goz" e, 3 nimre, yê çepê jî 1.25 e. Esas ne ji yê rastê bûya min qet bi kar nedianî, lê çavê min ê rastê mala min xirab kir. Ez li malê piranî naxim ber çavê xwe, lê ku derkevim ji derve diximê. Ma ka ez ça bikim pismam, tu bêje, hii? Welhasil Kawa derketibû derve ku cixareyê ji xwe re bistîne, ji dikanciyê bin mala xwe xeyidîbû, jê aciz bûbû loma êdî diçû dikana berjêrtir. Ew jî bi me re hat em çûn Baxçeyê Nezîr, em hinekî li wir man, Kawa got ez diçim ku bixebitim. Beşa wî ya dawîn a Ulyssessê maye, got ez dikim monologê ji devoka jineke Behdînî binivîsim. Hinekî hêrs bûbû ji tiştan, nexweşiya wî ya stû dest pê kiriye.
Gava em çûn mala Cumhur û Erol, piştî demekê Kek Bîlal jî hat, kurtefîlma xwe ya yekem kişandibû û bi Erol re li ser montajê axivî. Me bi hev re li filîm temaşe kir, li gor ku got di demeke nêzîk de dê li Mêrdînê galaya wê bike. A bi xêr înşele. Piştî ku ji wan veqetiyam, hatim ba durumcuyê li kêleka Parka Karayoliyê, ê li kêleka Şirketa Sinanoğluyê. Min ev car li vir xwar. Li wir jî kilamên Türk Sanat Müziği lê dida. Ne xirab bû. Min tavuk durumek xwar û hatim mala xwe. Min albûma Kerem Sevinç jî bo Kek Nûhat şand, li ser idefixê. Di nav çend rojan de divê têkeve destê wî. Duh min li Leylanê pirsî albûm nemabû.
Ez niha betilîm pismam. Xewa min tê. Ka tu hinekî qala xwe bike, lo.
Emanet qencî.
Înanolo