Bi nigên di sar û germa dinê de sal dozdeh mehan diqerimin, bi çavên diêşin, bi guhên bi hesreta kasêtên zaroktiyê ve niha li ser dengê Şivan Perwer in, bi destên li ber qelem û klavyeyan êdî zû diwestin, bi qehra naxwaze ez ji niha ve xwe ser sêri berdim xwarê û ji xwe wêde herim, bi mehcûbiyeta sirf ji ber ku ez hinekî dereng li te nameya te vegeriyame li min peyda bûye, bi canê dixwaze careke din ''Ey Felek'' guhdar bike û ku vedike guhdar dike gurzgurzî dibe, bi dilê reş î deriziye, bi vê saet û şeva li ber bedenên Diyarbekirê, bi rastî Sûra şewitî, bi merheba Înano, bi xatirê te.
Meydana Şêx Seîd, Cotmeh 2016 |
Silav û gulavên îşev li Meydana Şêx Seîd rûniştine û wer wisa bêmane li dora xwe nihêrîne.
Omeros