Siba te bi xêr Omeros,
Vê nameyê bi zikekî birçî ji te re dinivîsim. Min nameya te duh bi şev xwend, lê min xwest bi destê sibê re, bi zêhneke zelal û bêhneke fireh bersiva te bidim. Çer ku şiyar bûm, rûniştim ser maseyê. Kek Salih hinekî qala min ji İsmail Beşikçi re kiriye. Li benda min e, divê rojekê biçime serdana wî. Te qalaa duzimaniyê kiriye dîsa, wek te di nameya xwe de qal kiribû, bi rastî tu vê meseleya duzimaniyê jî pir dubare dikî. Helbet heqê te ye, lê em jî aciz bûn êdî, qala tiştên din bike.
Meseleya xwarinê muhîm e. Gelek caran bi şev di xwe re nabînim xwarinê çêbikim. Tu jî wiha yî, yeqîn dikim. Çimkî gava ku ez hatibûm mala te, me wextê şîvê zikê xwe bi taştê, penêr, zeytûn, meywe, marol hwd. têr kir. Tu hêj sibehan diçî cem Zahid Usta yê şorbefiroş? Şorbeya wî hêj di bîra min de ye. Rojekê ku ez hatim, min dîsa bibe wir ji kerema xwe. Binêr min çi gotiye di rojnivîska xwe de 29ê Tîrmeha 2016an: "Sibe di 8.30an de em ji mala Omer Faruk derketin û hatin Ofîsê cem şorbefiroşê meşhûr Zahid Usta, me şorbe vexwar. Piştî şorbeyê em hatin cihê ofîsa Omer. Em di rê de peyivîn ku piştî 40 salan nifşê bê dê qala van rojên me bike û dê bibêje va ye İnan û Omer wiha kirin, hatin şorbeyê vexwarin. Ji kerema xwe bila qala van rojên me bikin. Niha li mitbexa Ofîsa Omer im. Omer çay daniye ser.Teyibê xwe vekiriye, muzîkeke enstrumental lêdixe ku nêzî hewaya dînî ye." Hey ku mesele hat muzîkê, dixwazim bibêjim. Çima hemû mekanên ku tu lê dimînî, muzîkên xwe bêtir yên Halk Müziği ne? Çima bêtir huznî ne? Çend muzîkên kurdî yên Xorasanê ji te re dişînim. Par piştî lêkolîneke berfireh min ew peyda kirin. Kêm kes hay ji van stranan heye. Lê guhdar bike, belkî dîsa huznî dibî. (https://soundcloud.com/inan-ero-lu/tracks)
Min dizanibû te kitêbên xwe ji Kobaniyê re şandine, lê bi Xwedê min nizanibû tu kitêbên xwe difiroşî. Carên werê min hay jê çêbike, belkî çendekan ji te bikirim. Mesela tu bixwazî koleksiyona Milliyet Sanatê bifiroşî, dizanî tu yê li deriyê kê bixî.
Çima navên nivîskarên kurd ewqasî tên guherandin fam nakim. Gelekên wan, çar pênc caran navên wan guherandine. Mesela ê min heta niha bi vî awayî hatiye guherandin: Înan Eroglu, Înan Eroglû, Înan Eroğlu, Inan Eroglu, Inan Eroglu, Înan Eroxlu, İnan Eroğlu. Ez di nivîsan de tenê İnan Eroğlu bi kar tînim. Lê di name û rewşên taybet de wek Înan û Înanolo dinivîsim. Ê min hem nav û hem jî paşnav meseleyeke mezin e. Mesela ê te jî, tu Ömer Faruk Baran dinivîsî, Omer Faruk Baran dinivîsî an O.F.Baran dinivîsî? Çimkî rastî her sê şêweyan jî hatim. Hingê tirk jî bi gelekî normalî dibêjin Ciğerhun, Ahmedi Hani hwd. Hez nakim kes navê min biguherîne. Navek min heye, ne deh nav, ji wê re jî hinekî rêz û hurmet divê.
Wer xuya ye Birûsk amadekariyeke baş bo blogê dike. Li gor agahdariyeke min bidestxistî, roja yekşemê surprîzeke pir mezin dike. Axir, em li bendê ne, bi xêr bê, tevî wêneyên xwe.
Pismam, te bi deriyan re mînakeke pir û pir xweş daye, te ji dil û can pîroz dikim. Lê ê min ne cesareta min heye deriyekî bişikînim, ne jî di xwe re dibînim herim li deriyekî binerim. Ez tim dizanim, hin derî hene li derekê, lê ew her li cihê xwe ne û wek deriyekî dimînin. Ez tim di ber wan re dibihurim, lê ji min nayê li wan deriyan bixim an zirzeya wê vekim. Ez ê tim wanî bim, wer giran, wer dixwernedî, wer bi halmîn.
Ez zêde ji mal dernakevim Omero, loma zêde nizanim Mêrdîn çawa ye. Gava derdikevim, piştî demeke kurt aciz dibim. Li vir, her kes bi halê xwe dadikeve. Zêde neelimîme civatan jî, piştî demekê aciz dibim û xewa min tê. Pir pir kêm kes hene ku bi wan rabim û rûnim û bidim û bistînim. Li Kurdistanê hez nakim zêde bigerim. Gava çûm Stenbolê her li derve bûm, reş bûbûm wek qîrê li ber tavê. Piştî ku hatim Bismilê pir kêm ji mal derketim, spî bûm wek berfê. Îjarê hesab li cem te. Duh bi şev çûm salona konferansê ya Rektoriyê, li wir hevdîtina çîrokbêjan hebû, çend dengbêj hatibûn. Gava axêver diaxivîn xewa min dihat. Lê dengbêj mûhteşem bûn. Dengbêj Evdirehman (paşnavê wî nizanim lê divê hîn bibim) kilama avakirina Birca Belek got, wek destana Dimdimê ji min re hat. Dengekî xweş, bi hêl û di hedê xwe de pê re hebû. Du dengbêjên jin jî hatibûn, denngê wan jî xweş bû, yek xwarziya Dengbêj Salihê Şirnexî bû. Kilamek li ser evînê, yek li ser bêwefayiya birayan bû. Dengbêjekî domanî jî hebû, bi ribaba xwe kilama Sêva Haciyan got. Mîr Mehmûd gava çav bi Sêva Haciya dikeve, bi derbekê re 24 kîlo dide, zeîf dibe ji eşqan. Li wir dîsa bala min kêşa ku keçikên xweşik zahf zêde ne. Her carê min li keçikeke xweşik nihêrî. Tu dibêjî wê ji awirên min aciz bûbin?
Duh bi şev ba û firtoneyeke pir xurt hebû pismam. Gava ketim nav nivînan, min got qey dê çatiya me li ber vî bayî biçe. Ji ber ku mala me li qatê herî jor e, deng zêdetir tê. Zalimê xwediyê xanî kirêya malê zêde kir. Divê êdî em mehê 600 tlyî bidinê. Berê 550 bû. Tu hatibûyî mala me, cihê wê xweş e, lê şekl û bîçima wê pir xirab e. Zivistanê mal sar e, em dicemidin. Em dixwazin malê bar bikin, lê ji ber teşqeleya barkirinê, em di xwe re nabînin. Qet ne xweş e barkirina malan. Jehr tê de be. Mala te çawa ye, kirêya wê çiqas e? Dikarî ji heqê wê derkevî? Bi Xwedê nizanim bê ka Mêrdîn ji cem te çawa xuya dibe, lê li cem me her wek xwe ye. Li Kurdistanê navendek edebiyatê jî çêbibe, dê di demeke kurt de ji ber zikreşiyê hilweşe. Bi qasî fêdeya wê, zirara civat û navendên edebiyatê jî heye. Divê her tim mesafeyeke me hebe ji bo civatan, da ku car hebe têkevî navê û car hebe jê dûr bikevî. Ê min heta ji min tê, mesafeya min ji bo her kesî wek hev e. Lê rast e ku li vir, kesên bi edebiyatê re eleqedar têra xwe hene. Tu neheqiyê li xwe dikî Omer, Tam tersê Cemal Süreya, tu biçî ku jî, paytexta edebiyatê jî, paytexta xweşî û geşiyê jî ew der e. Em bar bikin bên Diyarbekirê niza'?
Wekî din hal û wezîeta te çawa ye pismam? Bloga te di çi rewşê de ye? Çima tiştekî nanivîsî tê de? Tu yê mûhabirî û rojnamevaniyê dewam bikî an? Te dosyeya xwe ya dawî çi lê kir? Em ê kengî hev bibînin? Qal bike, qala her tiştî bike.
Kêf û xweşî bo te divêm.
Înan
Mêrdîn