Min nameya te bi kêfxweşiyeke ez pê dibişirîm xwend gava berê. Xweziya min bi zimanê te û xewna te.. Ê te tu di xewnê de bi İsmail Beşikçi Xoce re bi kurmancî xeber didî, ê min ku van royan Ehmedê Xanî jî were xewnên min jî ez ê pê re bi tirkî xeber bidim. Tesîra tirkî li ser min pir zêde ye. Ji nîqaşên duzimaniyê aciz bûme; ez vê meselê hema li vir bigirim lê tu dikarî paşê meselê dîsa vekî.
Îro jî heta êvarî ji mal derneketim. Naxwazim bi derekê de herim, naxwazim kesî bibînim û naxwazim tiştekî bikim. Lê soxe bi nexwestinê nabe. Serê sibê min bi mêst zikî xwe têr kiribû. Ber bi êvarî jî çûm li nêzî mala me, ketim donerciyekî: Bi 5 lîrayan doner û dewekî vekirî.. Li ba donerci stranên Aşık Mahsuni Şerif û Aşik Veysel lêdiketin Înano. Huznî bûn hemû stran, ketim ber pêla huzna bi tirkî li wir jî. Tu li kû, li Diyarbekirê li donerciyekî dengê Eyaz Yusif li kû!
Te behsa kitêba Albert Camus kiriye. Wergera bi kurmancî li cem min hebû, wer tê bîra min. Di Biyanîyê de kurmancî tam çito bûn hevokên yekem û duyem, nayên bîra min. Kitêb ne li cem min e. Ma kitêb li cem min dihewin? Sê çar salên berê min hemû kovar û kitêb, tevî yên bi îmze firotin. Paşê demeke dirêj min kitêb nedan ser hevdu. Wê dema hanê min dît hinekî zêde bûne. Min rakir giş ji kitêbxaneyeke li Kobaniyê re şandin. Yên bi tirkî man li cem min, min ew jî belaş belav kirin. Car caran ku pere namînin dîsa dest bi firotanê dikim. Mesela ji nameyan herî dawî min nameyên ku Ferit Edgü û Tezer Özlüyê ji hevdu re şandibûn xwendibû; min ew kitêba bi 10 lîrayan firot keçkeke ji Wanê wê dema hanê.
Li ser meseleya Birûsk û Brusk û Birûsko.. Navên me trajediyên me ne em bi xwe re digerînin. Duh ne pêr min li ser desteserkirina Fexriya Adsayê nûçeyek hazir dikir. Ê law ez fikirîm min got, paşnav Adsay e, ew temam, lê nav çito tê nivîsîn, Fahriye, Fexrîya, Fexrîye, Fexriye.. Axir, ez çûm min hejmareke Zaremayê vekir. Li vir çito bû, min di nûçeyê de jî wisa nivîsî: Fexriya..
Ha tiştekî din, madem Brusk rûniştiye Borges dixwîne bila ew wêneyan car caran biavêje ser blogê, ne nameyan. Wê xweştir bibe, bêmane.
Îlon 2016, Diyarbekir |
Di dawiya nameya xwe de te ji min şîret xwestine li ser hezê. Ez pirsa te fikirîm, meriv çawa dikare keçikekê bike hezkiriya xwe, û min li dor xwe nihêrî: Sê derî hene, vekirî, tu xwe li kîjan deriyî biqelibînî, edeta hezê ye, ew derî xwe li te digire û derfeta tam vekirina herdu deriyên din ji te re nahêle. Eger tu xwe zeft bikî û ji deriyê ku te xwe lê girtiye û li te hatiye girtin tam hez bikî, jixwe tu wî deriyî naşkînî û hûn bi hezeke sax silamet heta yek ji we dimire diçin. Lê eger tu meraq bikî li pişt herdu deriyên din çi hene, gerek tu deriyê ku te xwe lê girtiye û xwe li te girtiye bişkînî, ancax dikarî bi wî şiklî derkevî çinku. Ê ku te deri şikand û te çû dît li pişt herdu deriyên din jî tiştek tine û te xwest vegerî deriyê yekem, lê derî şikestiye, çi bikî jî nola berê nabe.. Ha, dibe ku tu li pişt ji wan herdu deriyan yekê tiştekî xweş bibînî, lê ew xweşî be jî nexweşî be jî wê tim deriyê yekem were bîra te û wê tim ji te re meraq be: ''Min deriyê yekem şikand, min xerab kir yan rind..'' Min pir dirêj kir, şîreta min li te.. Deriyê yekem rind bifikire, ku dilê te lê rûnişt, xeman mexwe, hezkirina wî deriyî ne zehmet e. Wê ji te hez bike yanî, tu jî derîyek î.
Li Mêrdinê çi heye çi tune ye? Min fehm nekir Înano, wexta ez li Stenbolê bûm, ji wir navenda edebiyata me Diyarbekir xuya dikir. Ez hatim Diyarbekir îcar jî ji vir navend Mêrdîn xuya dike. Ê min ji çi ye bextreşiya min a wêjeyî?
Silav û gulavên li mal tenê ne.
Omeros