name etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
name etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

30 Mayıs 2020 Cumartesi

Lêlê serêşê

Farîn,

Ev du sê roj in wer serê min diêşe, qet nebêje. Duh dikir dîn bûbûma ji ber serêşê, te digot qey yek di nav serê min de tefşoyan lê dide. Du şev in ji ber vê serêşê kabûsên ecêb dibînim. Gotineke Virginia Woolfê tê bîra min ku digot çiqas ecêb e nexweşiyên însanan di nav têmayên serekî yên edebiyatê de cihekî ji xwe re peyda nekirine. Ma ne çêtir e ku ez kitêba xwe ya duyem îthafî serêşa xwe bikim: Ji bo wê serêşa min a delal, ji ber ku bû sebeb vê kitêbê binivîsim. 

Te di nameya xwe ya 24ê mehê de pirseke muhîm kiribû, paşê min ferq kir. Tu dipirsî ka dê hevaltiya me kengî biqede. Nizanim, lê tişta meraq dikim, gelo hevaltiya me biqede ev name jî dê biqedin? Yan jî em dê wek du kesên ji hex xeyidî û mîna xerîban bi van nameyan dewam bikin? 

Ya ji me re dimîne xwendin û nivîsandin e  lê wer xuya dike tu vî karê xwe jî baş pêk nayînî. Halbûkî niha diviya kitêbeke te ya nû hazir bûya. Belkî jî hazir e, Xwedê zane. Ya rast ji ber ku ez wisa bê kar im loma wisa dipeyivim, ka ez dest bi karekî bikim belkî ez jî dûrî xwendin û nivîsandinê bikevim. Halê hazir karim hemû roja xwe jî bidim xwendin û nivîsandinê. Ma tiştê ku nivîskarek dixwaze jî ne ev e? Xwezî ew şert û merc hebin û her tim meriv bi vî awayî be.

Vê carê jî puntoyên nivîsa te zêde gir in, te orte bikira baştir bû. Bi qasî girsiya pûntoyên xwe bextewar bî.

Înan

27 Mayıs 2020 Çarşamba

Kontorên MSNê

Înanolo, 

Ez ew demek e ti xwendineke sermîyan nakim. Tim di ser re di ser re xwendinên çûk î hûrik î ti kûrahîyê çênakin û wekî din ne tiştek. Bes ez ferq dikim ku mejîyê min jiber nexwendinê heçku teng û tarî dibe, nikarim bi berfirehî li mijaran binêrim û şiroveyên maqûl bikim. Loma, di van rojên pêş me de ezê xwe bidim ber zora xwe ku kitêbne edebî bixwînim. Dîsa dibînim ku em çi karî bikin jî çi wext bi kê derê de herin jî ya ji me re bimîne xwendin û nivîsîn e. 

Te behsa MSNê kiriye. Çito ku MSN werga çû ber pûş û kevn bû eceb wê Whatsapp û çi zanim Twitter û Facebook û Instagram jî kevn bibin? Wê çaxê kê înan dikir ku em dikin qerfên xwe bi salên MSNyî bikin? Tê bîra min, ez ji telefonê ketibûm MSNê û ew bi min wer xweş hatibû ku ji min wetrê min di teknolojîyê de qonaxeke din teqle kiribû. Ha, bi MSNê standina kontoran jî sextekarîya wê demê bû. Hinek hevalên min ên lîseyê bi MSNyên sexte yên bi navên keçikan ji mêrên navsere numareyên kontoran dixwestin û kontor bi erzanî difirotin me. Paşê operasyonek çêbû, ew xwendekarên lîseyê hatin desteserkirin û dewra kontorên erzan jî bi dawî bû. 

Silavên ro li nîvro. 

Farîn

26 Mayıs 2020 Salı

Dizên neqebekê

Farîn,

Duh derengê şevê baraneke nedîtî li vir bariya. Te rastî bivê hinekî ji ber wan şîrqeşîrqa birûskan tirsiyam jî, her wekî ku niha, li ber vê maseya ber pencereyê bûm û min çîroka xwe dinivîsî. Bi tirs û ihtimala ku birûsk li min bide çîroka min jî dê nîvco bimîne, ji ser maseyê rabûm çûm ser paldanka dûrî pencereyê û defter li ser çoka min, wisa min dewam kir bi nivîsandinê. Ev tirsa ji birûskan jî ji hin tecribeyên derdorê bû her hal, hevalekî min carekêe birûskê lê dabû, rebeno ji mirinê filitî.

Serpêhatiya te ya îdê ya bi dizî, serpêhatiyeke min jî anî bîra min. Erê ya min jî bi dizî bû, lê ne di îdê de bû. Sal 2013 bû herhal, min navê bi hevalekî re dabû nivîsandin ji bo bi dolmîşê biçim, ne şaş bim Serêkaniya Rihayê, niha nayê bîra min ka hingê çi qewimîbû lê ev çûna me ji bo protestoya êrîşên li ser bin xetê bû. Cara pêşî tev li çalakiyeke wisa dibûm. Tu nabêjî bavê min jî wê bi heman mebestê were. Tabî negotibû ew ê biçe wir, min jî negotibû, lê min dizanî ew ê biçe ku. Ez wekî te ne bi şans bûm, bavê min ez ji nedîtî ve nehatim. Gava çav bi min ket dîn bû, her li ber min da ez vegerim malê lê min qebûl nekir. Xuya ye wê çaxê pir li ber ketibûm, li qozîkekê giriyabûm. Tabî polîsan çend caran pêşiya xelkê girtin û bi tu awayî nehiştin em bigihijin wir. Wê şevê li derve me bihurand, serê sibê em cardin vegeriyan. Li dû wê rojê jî bîranîneke wisa maye. Di ser wan heft salan re jî ez têra xwe guherîme. 

Ew odeyên chatê tên bîra min jî. Heqeten gelek kes ji wir jî zewicîn. Nav nayê bîra min lê yek hebû bixaltiyê min her tim ji bo lîstika wê bi kar dianî. Ê min ez nifşê msnyê me, ez li vir navê navnîşana emaila ewil nenivîsim, tê henekê xwe bikî. Yaw listeyeke diyar a emailan hebû û her kesî ji hev kopî dikir û her kesî ji bo heman kesan dinivîsî. Em bi hesret bûn kesek bersiva me bide bêje "slm". Dem û dewranên ecêb, axir zû bihurî. 

Te di nameya din de pirsa xwendinên min kiribû, min ji bîr kir bibêjim. Ew antolojiya dengbêjan ya te ji bo min şandî tê bîra te? Di qûrayê de ji bo min derketibû. Niha cildê wê yê duyem dixwînim. Wekî din bala min çûye ser mitolojiyê demekê dixwazim li ser wê baş bixwînim. Niha kitêbeke bi navê Mitolojiya Dinyayê û her weha ferhengeke mîtolojiyê dixwînim. Tu çi dixwînî? Yan tu naxwînî lê dilîzî?

Haa, ez ji bîr nekim, nivîsa te li ser komputerê zêde hûrik xuya dike, puntoyan mezin bike hinekî.

Şeveke xweş ji bo te.

Înan

24 Mayıs 2020 Pazar

Îdên Înternet-Kafeyan

Înanolo, 

Hinekî sûcê min, hinekî sûcê wan, ez ji hevalên xwe yên bi rastî min jê ji dil hez dikirin ro bi ro bi dûr ketim, dilsarî ket mabêna me û ew mesajên min ên îdê jî neman. Ka dikim ji dil telefonê kê bikim vê îdê, ji dil bo kê binivîsim ji wan mesajên berê? Bi tenê di sê komên Whatsappê de, kurtepeyamên pîrozkirinê û yek du peyamên din û hew. Wekî din jî ne lazim. 

Wexta ez li ber komputerê rûniştim ku ji te re binivîsim îdên berê hatin hatin bîra min: Qey yek ji ferzên îdê jî bêrîkirina îdên berê ye. Ez bêrîya wan royan nakim belkî, lê bi bîra min dikevin: Di îdekê de, ez û sê hevalên xwe bi hev ketibûn û em ji Sirûcê çûbûn Riha bi dizî. Çito bi dizî? Me xeber nedabû malê em çûbûn, û loma ew serhildaneke bi stres bû. Di dolmişê de, li kekê xwe yî Îbram Xelîl rast hatibûm, tirsîyabûm, lê wî ez li cem hevalên min mehcûb nekiribûm û bi bişîrenekê, nola ku ji min re bêje ''Min tu nedîy, ji xwe ra darî kê derê herê'' nihêrîbû. Min û hevalên xwe me li Riha tur avêtibûn û berî ro here ava em dîsa dolmişê siwar bûbûn û vegerîyabûn Sirûcê. Nizanim li cem te jî ew tirsa çêbûye yan na? Li mala me, azana mixurbe dema vegera mal bû. Hîn niha jî ez li kê derê bim ferq nake, ku azana mixurbe dixwîne, ezekî di hindurê min de nigên min dide zorê ku ez vegerim malê. 

Niha înternet li mala me di destê me de ye û em bo înternetê naçin înternet kafeyan. Bes di zaroktîya min de yek ji kêfên îdê înternet kafe bûn. Pere bi dest me diket û me diçû ew li kafeyan xerc dikirin. Hevalên min ekserî futbol û ew lîstikên din yên herbê dilîstin, lê ê min bala min piranî li ser ''çet''a bi Îngilizî bû li ser Paltalkê. Paltalk hîn heye tune ye nizanim? Ji Sirûcê, xortên nifşekî çeleng î bejndirêjî î xweşik, tev çûn bûn mêrên jinebîyên zengîn yên Ewrupa, di ser sohbetên li Paltalkê re. Tu dikî bêjî wan çawa Îngîlîzî zanibûn, çawa sohbet dikirin? Komîk e. Hinekan ferheng bi xwe re digerandin, hinekan kitêbên pratîkên yên Îngîlîzî û yên zana jî xwendekarekî ji Anadolu Lisesiyê li ber xwe disekinandin û bi wan didan nivîsandin û wisa bere bere hevok ezber dikirin. 

Tu zanî? Min jî bingeha xwe ya Îngîlîzî li Suruç Anadolu Lisesiyê danî. Jixwe li wê lîseyê em xêncî Matematîkeke rind û Îngîlîziyeke herikbar tiştekî neelimîn. Ez li wê lîsteyê ew xwendevanê ku berê dersên wî pir rind lê di dawîyê re li dû hevalan dima bûm. Ji min tiştên mezin hêvî dikirin û di bin wî barî giran de dilikumîm. Min ne ji mamosteyan hez dikir ne ji mektebê. Niha ji wan hevalên lîseyê jî ne li yekî rast têm, ne bi yekî re danûstandina min heye. Heyranê ew kesên di hevalîyê de şên in û zanin kî niha li kê derê ye çi karî dike. 

Ka ez nizanim wê hevalîya min û te wê kînga biqede? Wê çi be suprîza min û te ji me re? 

Silavên westîyane li darê dinê. 

Farîn

Nîvcoîd

Farîn,

Îro îd e û niha min da aqlê xwe ku ne min telefonî kesî kir ne jî kesî telefonî min kir, ji bilî telefoneke ku ne ji bo min bû. Ecêb, Sms jî nehatin, li ser whatsappê jî çend peyam û wêneyên giştî yên pîrozkirinê. Smsên te yên berê yên îdê hatin bîra min, xuya ye te jî dev ji wan hawên xwe berdane, yan na qey yek ji wan bo min jî dihat. 

Ne ku gazinan dikim, na, tenê wisa difikirim ku piştî çend salan herhal wê peyam ji whatsappê jî bo min neyên. Jixwe ez bêkêrê pîrozbahiyan im. Halbûkî berê min çi bi kêf îda nas û dostan pîroz dikir, îro ro di xwe re nabînim û ji dilê min nayê ya dê û bavê xwe jî pîroz bikim. Hindik maye li quncikekî birizim, ji bîr bibim biçim. Nasîna zêde jî rê li ber vê nagire.

Gava korona hat heta van deran û min xwe di malê de hesarge kir, wisa min bîr bir ez dê karibim çar pênc çîrokên xwe binivîsim. Du meh wisa bihurîn lê ji dilê min nedihat binivîsim, ji xwendinê jî dûr ketibûm, konsantrasyon kêm bûbû. Dema ji xwendinê hinekî dûr dikevim, berê xwe didim temaşekirina fîlman. Vê carê jî min wisa kir. Belkî sînemahez vê qebûl nekin, lê ji bo min temaşekirina fîlman çalakiyeke sivik e, garis lo, wek xwarina garisan, gava ji xwendinê diwestim, bêhnvedaneke xweş e ji bo min. Lê karê derhêneran jî pir pir zehmet e, hurmeteke mezin heq dikin. 

Axir ji birakê xwe re bêjim, vê meha dawî li nivîsandina çîrokan sor bûm, min çîrokek nivîsi û çîrokek bi nîvî kir. Min dest bi nivîsandineke din kir ku ji bo min jî bû surprîz û ji bo ku ji bo te jî bibe surprîz, heta ku neqede ez dê nebêjim. Bellî nake lo, ha te dî ev jî wek nivîsandina gelek tiştên min ên din nîvco ma. Carna dibêjim van nivîsan kom bikim û di kitêbeke bi navê "Nîvco" de belav bikim. Çavê te ronî, nîvcomayîn jî li derengmayîna me zêde bû. 

Kêf û şayî ji bo te.

Înan

23 Mayıs 2020 Cumartesi

Silaveke Koronayî

Înanolo, 

Nameya te ya nû ya tu hema bêje piştî salekê hat ez pir kêfxweş kirim. Ez rind im, sax im, silamet im. Mala te ava, hêvî dikim ku royên te yên bi korona ku ne tam be jî hinekî bi dilê te derbaz dibin. 

Tu zanî ez berî koronayê jixwe pir ji malê dernediketim, lê ez ya rast bêjim ku di vê heyamê de min bêrîya rûniştina li parkan kir. Bi taybetî ew şevên min yên li Anıtparkê dibihurîn tu dibêjî qey qirnekê dûr in ji min. 

Eger fersend bi dest min keve ez dikim teqez li gund bimînim û bijîm. Ji berê de di qafê min de hebû ew tişt û vê pêlê ew fikir zêde xurt bûye li ba min. Di YouTubeê de kesên ku terka karûbarên xwe bajarên xwe kirine û çûne li gundan bi cîh û war bûne temaşe dikim çend royan carê. Ax ew ceger, wêrekî li ser min jî hebûya. Gundekî me heye lê taqeta min bi danûstandina bi nasan re tune û ez bi kesên xerîb re jî zû bi zû nikarim samîmîyetê çêkim. Ez nizanim di vî îşî de ezê çito ji heq derkevim û bi kê derê de herim. Min ji meraqlîyên pirs kir û ez elimîm ku meri kane 80 - 90 mîlyar mesref bike û ji xwe re li gund maleka şebab çêke. Ji însanên mîna min û te re ew pir pere ye niha. Nizanim. 

Tu çi dixwînî van royan? Nola berê dinivîsî dîsa? Herî dawî min li bîranînên Pablo Neruda nihêrî - berê min bi çi eşqeke mezin xwendibû law - 

Ha berî ez ji bîr bikim, hafizeya min a ku xerab dibû jî ji min re bûye derdekî mezin. Pir li ber dikevim, mesele û şorên min ên heftek, mehek berê nêne bîra min. 

Silav û hurmet bo te lo. 

Farîn


22 Mayıs 2020 Cuma

Germa blogspotê

Merheba Farîn, 

Çav bi sêwirandina mobilê ya blogspotê ketim. Têra xwe xweşik bûye, ecêb mam. Tavilê min aplîkasyona wê jî daxist, ev hê xweşiktir e, hê rehettir. Çavan jî naêşîne. Meriv dixwaze hema bi mobila xwe tiştinan binivîse. Sebebekî mezin ê nivîsandina min jî ev e. 

Çawa yî, baş î? 

Xwezî gundekî min jî her wekî yê te hebûya. Gerçî heye gundek lê ev çendîn sal in neçûmê. Min dixwest li gundekî xerîban bimînim, ne li yê nasan. Vê koronayê meyla min ber bi tebîetê ve zivirand.
 
Demek e bi tenê rojê saetekê têm li Parka ber devê çem dimeşim. Dar û ber îsal zêde har bûne, kelmêş mişe ne. Ji barana bi bereket bû her hal, ma ne îşê bariya. Lê germê jî bi carekê re hikmê xwe danî, zêde nikarim xwe bidim ber. Halbûkî berê min dixwest li ber tavê bimeşim, ji bo rastî zêdetir însanan neyêm. 

Ka bê ji ber qedexeyan bû ji ber ci bû, êdî li şûna însanan zêdetir pez û dewar li vê parkê piyase dikin. Werdekên me jî hene, kûçik helahelaya wan e. Şewqeya min li serê min, ji vî serî diçim wî serî, ji wî serî têm vî serî. 

Eyda te bimbarekî be. 

Înan

27 Haziran 2019 Perşembe

Derbên Salan

Înanolo,

Spas bo vê nameya ji min re bû dermanekî salên bi sihî. Dîyarî jî nola te ji min re şandîye bihesibîne, mala te ava.

Bes lazim e ez bêjim ku ez li benda surprîzekî hevalane bûm, lê nebixêr, bi tenê bûm. Ne ku ez her sal di rojbûna xwe de li benda tiştekî me.. Lê çi zanim, 30 hinekî taybet hat bi min. Meriv dixwaze hevalên meriv li dora meriv hebin, yareke ji dil.. Lê na, tenê bûm, tik î tenê.

Ez çûm pastaxanê min pasteke şebab î şêrîn sitand. Jinikê go ''Hevalê te wê kînga were?'', min go ''Min ji xwe re sitand, îro rojbûna min e, gaveke din bînin pastayê..'' Hîseke ecêb bû. Ez kelgirî nebûm, bes min ferq kir ku ez êşîyam..

Te dî dibêjin hêsir jî bi deyn in.. Min li nas û dostan û yaran surprîzên eleecêb kirin. Ne li benda surprîzekê bûm, bes li benda pastayekê bûm lo. Qey ê min jî wanî ye, tenê me, ji berê tenêtir im û ji vê ne aciz im êdî.

Li wê Stenbola Îmamoglu lêketî li kêfa xwe binêre, bigere, bijî, binoşe lo.. Eger tu di bîst û çar û bîst û pêncan de wanî yî di sihî de tuyê serê xwe li dîwaran xînî.. Şîretek min li te, ji xwe re yareke şîrhelal bibîne û heta sihî bimeşe bi wê re.. Ger nekî jê pê ve feyd e, û girî jî feyde nake.

Ez ji Erbîlê vegerîyam. Bilêtên Zaxo, 100 mîlyon wanî ne. Min digot qey hîn zêde ne, lê na. Lazim e tu herî wan deran bibînî. Bi qasî zanim te hîn berê xwe nedaye wir.

Niha li gund im dîsa. Tarî, û li jor min mişt stêrk.. Min îşev li ezmên nihêrî, min dît hejmarên stêrkên ez dibînim kêm bûne. Ew jî dîsa derbên salan in. Çavên min wê belakî ji min re çêkin, wisa dixewîne.

Wekî din çi bêjim? flashhilat? Bira ew jî bimîne careke din..

Silav û hez û hurmet bo te.

Farîn

Leyletul Rojbûn

Merheba lo Farînê du rojên qut û gilover li sihsaliya xwe zêde kirî; 

Min jî temaşe kir, kêmek be jî, li ser weşana zindî, wan dîmenên xweş, dengên niwaze, awaza henûn ya ji ber têlên Naser Shemmayî dinizilî (konsera ji Naser Shemmayî dinizile?). Tu çiqasî bi siûd î, nizanî. Kêfa min ji Shemmayî ra dihat, ji ûdê ra dihat, û hîn jî dibêjim, heger derfet çêbibe, dixwazim hîn bibim wê amûra dehşet û wehşet, lê dim li civatan, li bezman, noş bikin li ber wê sedaya xweş ya dostanîyê. 

Dilê min hebû şeva 25ê hezîranê bo te binivîsim, leyletul rojbûnê, wê şeva ku dibêjim qey her kes di moda min ya rojbûnê da ye. Ez xemgîn dibim lo, hiznî dibim, telefonên xwe digirim, dikevim trîp û kompleksên beredayî, û dibêjim îsal jî kaltir bûm lo înano, hinekî din xwe berdidim. Herî dawî di rojbûna xwe ya bîst û çaran da digot qey ez dibim bîst û pênc salî, loma hizneka mezin li ser dilê min bû û min digot ez dê bi trênê panzdeh rojan derkevim rêwîtîyeka ruhî, dû re min fam kir min şaş hesab kirîye, di malpereka hesabkirina rojbûnan da hîn bûm ku ne bîst û pênc lê dibim bîst û çar, kêfxweş bûm, bi rastî jî kêfxweş bûm ku hîn nebûme bîst û pênc. Ma kî dixwaze bibe bîst û pênc salî? Belkî jî ya herî xirab sihsalîbûn e, hii, te got çi? 

Tu zanî min çima pirsa fontên Perxudresê dikir? Niyeta min hebû li ser tîşortekî spî wê nivîsa li ser bloga te, 
PERXUDRES*
*perwerî ye bi ro, bi şev xudreste
çap bikim. Min camêrek dît, tîşortek ji min ra îna, ez birim cem kesekî çap dikin, lê gotin em nikarin bi wan fontan çap bikin, em nizanin kîjan e filan. Çend saetan ji derûdorê jî min pirsî tiştek derneket, ez aciz bûm derketim. Wê şevê konsera Harûn û Siya Şevê hebû, ji bo ku nebe giranî min tîşort xist çenteyê Mewlûdî, û paşê min di çenteyê wî da ji bîr kir. Axir min nekarî dîyarîya te çê bikim û ji te ra bişînim, ji dilê min nehat dîyarîyeka din jî bişînim. Bibihure, ez di mijara rojbûnan da ne jêhatî me. 

Stenbol xweş e, wek carên din li der û doran nagerim, ji bo dîtina hevalan taybet derdikevim, wekî din li ber behrê ji xwe ra dimeşim, daristanek heye, carê diçim navê, bêhna min derdikeve. 

Ji bo hejmara dahatî ya flashhilatê fikira nivîsandina çîrokeka miezem heye lê divê fotografekî li gor wê bigirim yan jî fotografekî li gor wê peyda bikim. Ya bi xêr. 

Vay amq. Tu bûyî sih salî. Ez hingî di nav vî nifşê we da mam, ez jî yekî sih salî xuya dikim. Jehr tê da be. 

Înanolo

21 Haziran 2019 Cuma

Şeveke Naser Shemmayî

Înanolo,

Meseleya te maran ez têra xwe tirsandim.

Ezê te re belkî dûr û dirêj belkî behsa hinek maran bikim ku di bîra min de mane wisa.

Lê ez niha dixwazim behsa tiştekî xweşik bikim looo.

Ji Erbîlê silav bo te..

Îşev li Kela Erbîlê konsera Naser Shemma hebû, şeveke şahane bû.

Min çend caran li xwe nihêrî, li dora xwe nihêrî, serê xwe rakir li ala li jor me ba dibû dinêrî.

Meriv azad be, û tiştek ne xema meriv be û meriv ji xwe re di halê de li kêfa xwe binêr..

Li Stenbolê malikwêran çi heye çi tune ye?

Rast, te fontên Perxudresê pirsîbû ne wisa? Law bi Xwedê taqeta min niha tune lê binêrim ha. Qusirê menêre.

Hez û hurmet bo te.

Farîn

6 Haziran 2019 Perşembe

Mar hat min yaw

Farîn, 

Ev demek bû min bêrîya nameyan kiribû û çavê min her li vir bû bê ka tu dê kengî binivîsî. Spas ji bo nameya te. 

Û e demek e her melodîya El Valse ya Eleni Karaindroyê li ber guh û li ser zimanê min e. Tiştekî din di vê muzîkê da heye dibêjim, tiştekî ku nizanim çawa ye. 

Tu ne bi Sirûcê, ne bi Rihayê lê her bi Tionekê dihêyî ber çavê min. Tu wekî nivîskaran ne bi bajarê xwe lê bi gundê xwe bûyî yek dibêjim, tevî ku tu bêtir li bajaran jî diminî. Dibêjim qey cara pêşî navê gundê te di Zênebêja çîroka te da dît û dû ra di wêneyekî da ku dibezîyayî û zarok jî li pey te. Ne ku napirsim gelo ev nivîskarê me heye rojekê bibêje ez ê di qûna bajaran nim û vegere Tionekê, destê xwe ji her tiştî bişo û jîyaneka sade û mitawazî bijî? 

Nahê bîra min ku min nimêja îdê kiribe û jixwe bi xweşikî nizanim nimêj jî bikim. Belkî te ew vîdeoya Suleyman Soylu û eskeran temaşe kiribe ku tê da xuya dibe nizanin nimêj bikin. Rewşa min jî eynî wekî ya wan e û di cemaetan da ez jî li xelkê dinerim ka kengî xwar dibin, kengî serê xwe dadinin ser secadeyê, kengî radibin filan. Ez hîn bûbûma baş bû, zirara wê tune lo. 

Cejna te jî pîroz be edîtorê hêja. 

Ez ji te ra bêjim ez çi dikim çi nakim. Wê roja  berî îdê derketibûm li parkê, li ber çemî dimeşîyam. Saet li derdora şeş heftê êvarê filan bû. Hinekî zêde meşîyabûm û westîyabûm. Min dikir di bin pirê ra derbasî parka alîyê din bibim û ji wir biçim malê. Lê li bin pirê ez çi bibînim baş e? Min dît wa ye marek  li nav çend tehtên li kêleka hev e. Ji tirsan qudûmê min şikest. Di heyata xwe da rastî marekî nehatibûm. Qederekê wekî kevirekî hişk di cihê xwe da asê bûm heta min ferq kir mar pêjna min kirîye û ber bi min ve dihê. Mar ne mezin bû, li dor mîtroyekî filan bû.  Ez jî paşpaşkî diçûm û çavê min li marî bû. Min fam kiribû, dixwest bi min vede. Tam min dikir ku bizivirim û bazdim, ji ber ku min min nezanî ez tam qeraxa çemî me, dengeya min xira bû û çelp ketim avê. Tevî ku çem ne kûr bû jî, ji ber ku min bi avjenîyê nedizanî û ji be tirsa marî çelpçelp û qarewara min bû di nav avê da. Axir hindek ciwan li wir hebûn, bi min hesîyan û hatin ez ji avê derxistim. Bawer nekirin, bawer  bike bawer nekirin. Digotin ne mumkin e mar li vir hebe. Bi çend şivan li qulik û qorzîkan nihêrîn lê tiştek nedîtin. Lê ew mar çûbû kû gelo? Heye ew xeyalek, sawîrek, rewrewkek be û tavê li serê min dabe? Ne mumkin e, ew marekî bera bû û bi ser da ez ne bi rojî bûm jî. Axir mirina min ne ji destê marekî bû û axir wê rojê telefona min ne li ser min bû yan na wê îmana wê biçikîya. Min qet nedixwest li pey min bibêjin feqîrko bi pêvedana maran sikitî. 

Ez ji vê kompûtera xwe pir aciz bûm, jê nefrret dikim êdî. Heta du hevokan jî dinivîsim kezeba min reş dibe. Tûşên klavyeya min xia bûne, dialiqin, hin tûş heta çend caran pê lê nekî yan jî destê xwe li ser nehêlî nanivîse, hin tûş jî carekê pê lê dikî lê eynî herfê du caran dinivîse. Nizanim ka klavyeyên weha tamîr dibin yan na. Heger weha biçe belkî ji ber vê klavyeyê ez bi temamî dev ji nivîsandinê jî berdim. Êdî bes e yaw, em dê kengî xêrekê ji nivîsandina xwe  bibînin? 

Gelek silav. 

Înanolo

5 Haziran 2019 Çarşamba

Îd Bimbarek

Înanolo,

Dîsa piştî demeke dirêj, vê nameyê ji te re ji gundê me Tionekê, li ber dengê Amed FMê dinivîsim.

Îda te bimbarek be çelengo.

Klasîkeke me ya îdê: Hîn berî rohilat, hecîyê me deng li min kir. Ez û ew û cîranê me, pismamê bavê min Apî Mislim em li pîkabê siwar bûn, tev çûn Sirûcê me nimêja îdê kir.

Te carna nimêja îdê kiriye? Ez her carê xwe şaş dikim lo, li kesên li pêş xwe dinêrim û xwe rast dikim.

Li Camîya Ehmed Bîcanê, min hinek hevalên min ên zaroktîyê dîtin, dema xutbe dihat xwendin. Hîsekî ecêb bû, ew hevalên min gî mezin bûne, bîlyan bûne, bûne bavê zaroyan. Nizanim lo. 

Ka tu çi dikî çi nakî van rojan?

Farîn

29 Mart 2019 Cuma

Baranbaro

Merheba Farîn, 

Tu rast dibêjî, nahê bîra min kovar yan jî fanzîneka weha. Lê dixwazim hebe. Çima na? Çima flashhilat nebe fanzîneka weha? 

Reha jî weha ye nizanim lê Dîyarbekir tu salê bi qasî îsal baran nebarand, bi qasî dihê bîra min. Ez êdî aciz bûm ji vê baranê. Çi roja ku diçim Dîyarbekirê baran dibare. Ez dê sibê jî biçim, heger dîsa bibare ez dê di şansê xwe nim. Dixwazim çîrokekê li ser baranê binivîsim, çîrokeka ku her tim tê da baran dibare. Şêxo dibêje tu kengî dihêyî Dîyarbekirê baran dibare. Ev xêr e yan guneh e nizanim. 

Demekê li ser twitterê te her roj twîtên "li dîyarbekirê erê ê, xem hem jî her sêşem" filan bêvan dinivîsandin. Qet yek ji wan dihê bîra te, çawa bûn? Ez jî dikim li ser twitterê her şev twîteka li gor qalibekê binivîsim lê naxwazim bêyî haya xwe ji twîtên te întihal bikim. Naxwazim piştî demekê navê min derkeve "mêrikê întihalan tespît dike bi întihalê dihê sûcdarkirin". Ahahhöjlk. 

Bimîne di xweşîyê da. 

Înanolo

26 Mart 2019 Salı

Bêqulik

Înanolo,

Ka hele ji min re bêje te herî dawî kîjan kovar yan fanzîna bi meraq, eşq, zewq û heyecan xwend û tu li benda hejmara nû mayî û xew nekete çavên te? Tiştekî wer tune heyran. Di vê serdema ku dem daketîya kêlîyan de, ne tenê li ser fanzîn û kovaran, bo ti tiştî hema bêje heyecanên heftane, mehane çênabin. Sorry.

Ez ji Dêrsimê vegerîyam. Niha li Rihayê me. Rê û karên van çend royên dawî ez rind westandime. Bi xwe re nabînim rabim serê xwe bişom, lê ku ez avekê li serê xwe kim ma wê xweş bibe la. Mîna Tirkan gotî, xeweke bêqulik teqez wê bibe nesîbê min û ezê rihetîya xwe bibînim, lê ka.

Ê law ez jî pir ji panel manelan hez nakim Înanolo. Divê format biguhere. Wextekê belkî her tişt li ser guh bû û guhdarkirin girîng bû, lê niha bûye dîtin û çav girîngtir in. Loma jî balkişandin zehmet e di panelan de. Û lazim e tu tiştên nû bêjî. Nizanim.

Farîn

Fikirînivîsîn

Merheba Omer,

Du sê roj bûn li Dîyarbekirê bûm, kompûtera min ne li cem min bû loma min xwest bi derengî ji te ra binivîsim. Şemîyê dersa min ya dansê hebû, yekşemê jî partî. 

Nîyeta min ya mamostatîya dansê tune ye lê çê bibe jî ez nabêjim na heger ne engelek be li pêşîya hezkirineka profesyonel ya edebîyatê. Vê nîsanê festîvala ewil ya Swîngê li Dîyarbekirê heye, ji ber ku ez mirovekî bê kar û betal im min serî lê da ku bi dilxwazî di festîvalê da bixebitim ji bo ku heqê festîvalê nedim. Pere namîne law. 

Şemîyê promîyera lîstika Nobedarê Dilên Hêsîr ya ji helbestên Melayê Cizîrî pêk hatî li Mordem Sanatê hebû. Ez bi Mem (Artemêt) û hevalekî wî ra çûmê. Kêfa Memî jê ra hatibû lê welehî kêfa min ewqasî jê ra nehat. Ji ber navê Melayî hêvîya min jê zêde bû û min digot lazim e tiştekî mihteşem be. Bi ya min lîstikvanan nedikarîn wan dengên helbestên Melayî bidin. Xwendina helbestên klasîk (bi kêş) ne wekî yên modern (serbest) e. Fikreka lîstika ji helbestên Melayî gelekî xweş e, lê dibêjim qey heger çêbûbûya ku hemû helbest bi awayekî strankî, muzîkal ji alîyê lîstikvanên stranbêj ve bihatina gotin dê tiştekî mihteşem pêk bihata. 

Yekşemê jî em çûn panela mamostayê min yê berê Remezan Alanî li Weqfa Îsmaîl Beşîkçîyî. Nizanim te avahîya weqif lê dîtîye? Nêrdewanên wê bi tonek qûnikên cixareyan dagirtî bûn. Meriv li ber dikeve ku sazîyeke weha hêja li avahîyeka weha gemarî be. Di panelê da hema bibêje cih nemabû loma em çûn dawîyê. Min Remezan Alanî nedidît tenê dengê wî dihat. Ya rast min mesele baş fam nekir û min nedikarî konsantreyî axaftina wî bibim. Nizanim çima lê di panel û konferansan da nikarim konsantre bibim û difikirim gelo hemû kesên li konferans û panelan jî wekî min in? Yaw ma piştî panelê Îbrahîm Guçlu çiqas pirs kirin û axivî. Jixwe çi got, min ew jî fam nekir. Hevalekî li pêşîyê paşê ji min re got ku hin berpirsiyaran bi dizîka ew niqurçandine ku zêde pirsan neke û dirêjtir neke. Ya baş min li panelê gelek dost û heval dîtin. Detayeka din: Remazan Alanî topsakal berdabû. 

Piştî cildê sêyem yê Niteliksiz Adama Robert Musil, min Dûpişka kurteçîrokên Burhan Tekî û Xewna Mêrikên Îranîya romana Mardîn Îbrahîmî xwend. Li Dîyarbekirê Bir At Bara Girmiş ya romana David Grossmanî bi ber çavê min ket û min kirî. Ji zû da di bîra min da bû û min meraq dikir. Duhê min fanzîna te jî xwend. Fanzîna te ji bo min negihîştiye wê astê ku bi meraq li bendê bim ka hejmarên dahatî dê kengê û çawa derkevin. Loma jî bi meraq ne li benda hejmara sêyem im. Hêvî dikim rojekê bi meraq li benda hejmara nû ya fanzîna te bimînim. 

Çendak e fikra nivîsîna çîrokeka nû li min peyda bû ku gelekî kêfa min jê ra hat. Îro sibe ez dê binivîsim. Hêvî dikim nivîsandina her tiştî jî bi qasî fikirîna wê xweş be. 

Bi xweşî. 

Înanolo


22 Mart 2019 Cuma

411 Cîran

Înanolo,

Bersiva te ya tavilê kir ku ez jî hema li te vegerim.

Spas bo strana Îlana Elîya. Min vekir, guhdar kir û niha dîsa li mîvanxaneya TCDDê rûniştime ji te re dinivîsim.

Ez li odeya 411an dimînim. Vê sibê min bihîst dengne ji derve tên mîna cengecûngekê bes min fehm kir çi bû. Deng her ku çû zêde bûn. Ez derketim ber pencerê, min dît li ser riya trênê sê çar karbidestên ewlekarîyê û du sivîl bi hev ketine. Herhal meseleyeke dizîyê bû, karbidestên ewlekarîyê rind çerpandine sivîlan. Yekî zû baz da xwe xelas kir, ê din di dest karbidestan de perîşan bû ez zanim. Dûre min dît tali şer û şorên wan nayê, min pencere girt û vegerîyam ser karê xwe.

Te go fanzîn û deh hejmar? Welle em heta duduyan hatin heyran. Sebir, sebat, xebat hebe heta hejmara bîstan jî meriv dikare here lo. ''flashhilat'' jî mîna perxudres, her çiqas tu pirtir ji navê ''perxudres'' hez dikî jî, mîna ku ewladekî min be bi min şêrîn tê. Min dikira di hejmara pêş de hinek daneyên ser vê dewra me hazir bikira bo flashhilatê, ez li dû şopê ketim, min pirsî, tew kêm 15,000 lîra pere lazim e. Panzdeh mîlyar pere lo, here pê weşaxaneyekê ava ke, ne wisa? Lê ka ez dikim hewil bidim li dû wê kevim, bi şiklekî çêkim tiştê dixwazim, nizanim axirî.

Em werine ser dansê. Welle ez bi dansa te kêfxweş im Înano. Lazim e tu hîn xwe pêşde bidî û tew bibî mamostayekî vî îşî jî, ma nabe? Tu dev ji min berde.. Wehşbûna min, bi maneya hovbûnê ye.. Nazikî û kubarî divê, ma îcab dike ez careke din bêjim çend çelengên delal ji ber hovbûna min, ku nav jî ''feodalî'' danîbûn, ji dest min îllellah kirin û ez terikandim? Ku ez werim wê dansê, wê cûreyeke bi navê Swîng - Feodal jî derkeve bawer ke.

Tu çi dixwînî van rojan? Vê dawîyê min Proust, Yaşar Kemal û Kazancakis xwendin. Lazim e bo hevpeyvînan ez hin tiştên din jî bixwînim, lê wext têrê nake soxe wext. 


Îro dîsa ji ronka royê heta tarîya şevê min wer xwend. Paşê qeherîm ji xwe re hinekî. Çinku ez dikim siba herim Dêrsimê û lazim e min tîşortek bikiriya û dûrê jî ser û rûyê xwe çêkira.. Lê ez rabim çûm, magaza girtî ne, berberê min î ew demek e ez darim cem jî girtî bû.. Min lêxist hatim mîvanxaneyê. Pîîîî, niha hat bîra min, min macûnê diranan jî nekirî. Her tişt ma berbanga sibê re.

Hez û hurmetên îcar jî ji dengê Sîmar ''Cîran Cîran'' guhdar dikin. 

Dinyayeka Din

Merheba Farîn, 

Hinekî şaş mam li vê nameya te, ne li bendê bûm. Gava dem dikeve navê, meriv jî li benda nameyan nasekine wekî berê. 

Gelek Newrozan bibînî.
 
Ez dibêjim qey nêzî sed û pêncî nameyên me çêbûn û di tu nameyekê da bi qasî vê nameya te bi coş û peroşîya te nehesîyam. Meriv dibêje qey hevokên te yên vê nameyê jî rabûne bi te ra govendê digerînin. Dengê wan dihê min, dayîm û berdewam bin. 

Ev sê meh filan e diçim dansê û jê kêfxweş im. Ev dans ji bo min baş e, ji bo kesekî wekî min yê asosyal û zêde xwe di malê da mijûl dike. Bêguman dans jî dinyayeka din e û bi qasî govendê ji bo min ferz e. Li tu derê dinyayê min nebihîstîye ku gotibin "peyayên mîna te î wehş" li dansê nakin. Bê guman wehş jî wekî her mirovî dikarin dans bikin heger zewq û hewesa wan hebe. Zerera destpêkirinê tune ye. Bi ya min dest pê bike, tu kengî aciz bibî dikarî dev jê berdî. Kî dizane, belkî piştî destpêkirinê bibêjî "la ez çi manyax im, heta niha min çima dest bi dansê nekirîye?" û pir ji dansê hez bikî. Helbet ez nabêjim îleh bila Swîng be, dibêjim, meriv ji xeynî dansa kurdan herî kêm danseka din jî hîn bibe baş e. Dixwazî hemû dansan biceribîne, heta ku te dansa li gor dilê xwe peyda kir. 

Kêfa te kêm nebe Rebî. Wele min jî bêrîya Mêvanxaneya TCDDyê kirîye, lê mîratê hinekî biha ye ji bo peyayên wekî min. Lê Xwedê heye, ew der tam cihê nivîsandinê ye. Ez dibêjim romaneka din dikare ji wir derkeve, te got çi? 

Romana te li ser xêrê be. Ya rast ne li benda bergekî ewqasî xweşik bûm, kêfa min jê ra hat. Kengî dihê Dîyarbekirê gelo? Gava hat, haya min jê çêbike ji kerema xwe. 

Û fanzîn. Herî kêm bila deh hejmar derkeve. Fanzîna te kir ku ez jî dilê xwe bibijînim "fanzîneka ji edebîyatê dinizile". Ya bi xêr. 

Newroz bihurî û ez dibêjim qey di nav stranên Newrozê da herî pir ya bi dengê Îlena Elîya hez dikim, çend roj e li ser zimanê min e. Ev ji bo te. 



Înanolo

Kêfa Bêbûko

Înanolo,

Merheba ji te re piştî demeke dirêj. Nola ku sal derbas bûne di ser nameya min a dawî re. Jixwe meriv hesab ke, ji salekê re jî pir nemaye a rast.

Newroza te pîroz be pismamo.

Du şev in dereng, pir derengê şevê coşek bi canê min ve dizeliqe, ez dixwazim hema rabim ji xwe re tenê govendê bigerînim û xwe bi xwe re li dû xwe kaş kim. Min dît ez nikarim xwe zept bikim, min go ez ji te re hema nameyekê binivîsim û bêjim hey gidî dinyayê wextekê xemê ez bernedidam di van saetan de niha jî bêmane tehma min ji dest kêfê tine. Dikenim lo.

Te go çi? Ez jî dest bi SwîngAmedê bikim? Law peyayê mîna min î wehş û dansa nazik û kubaran ma li hevdu tên? Nizanim, ku ez tiştekî dikim qafî xwe, ez heta ji dest min tê serê xwe pê re diêşînim û têde pêşde jî darim, lê dans, nirç, zehmet e lo..

Min di emrê xwe de royeke tenê dans kiriye lo.. Yanî va dansên em jê re dibên dans ha.. Ew jî bi xatirê xatiran.

Ê law Înanolo, wer kêfek li ser min e ku.. Min ji xwe re straneke jî vekiriye, kêf kêfa mi ne li Mîvanxaneya TCDDê.

Dirêj nakim, strana ku îşev şeva min xweş kiriye dîyarî ji te re dişînim. 




Hez û hurmetên dibêjim çi bikim daweta bê bûko.

Farîn

24 Kasım 2018 Cumartesi

Montajneçêker

Merheba Farîn, 

Li Diyarbekirê, li heman cafeya duh lê ne li heman maseyê rûniştime. Min xwest li heman maseya duh rûnim, ji ber ku prîz li ber hebû, lê ew mase ne vala bû, loma li bendê me ku ew rabin û ez biçim ji xwe re li wir rûnim. Gava meriv hînî cihekî dibe, veqetîna wî cihî gelekî zehmet e. Meseleya guherîna maseyeke li cafeyekê jî kêm zêde bi qasî wê zehmetiyê ye. 

Hêvî dikim min di nameyan de qet behs nekiribe ku di dibistanê de ji ber şibandina nav, hevalan ji min re digot înek jî, îno jî hebû. Nasekî me hebû, çi cara min bidîta digot înankî ka nankî, her tim ecêbmayî dimam li ber vê gotinê, hezar salan bifikiriyama leqebekî ewqasî komîk û zîrekane nedihat bîra min. Li lîseyê wekî wergerandina hemû navên tirkî, hevalan navê min yê tirkî jî wergerandibûn kurdî û digotin "bawer". Hevalekî di dema zanîngehê de navê min kiribû Înanakî. Difikirim, herhal tenê navê Înanolo ye min li xwe kirî. 

Min îro vîdeoya xwe ya ewil kişand, gelekî kêfxweş bûm. Axir ma montaj, lê ez jî ji montajê fam nakim. Ne ji mamostayê atolyayê bûya, min dê montaj bida kesekî din û navê wî li bin montajê binivîsiya lê mecbûr lazim e ez çêkim. Ka min ji hevalek alîkarî xwest, ger qebûl bike di dema çêkirinê de dê alîkariya min bike. Mamosta gotibû vîdeoyeke yekdeqeyî lê wer xuya ye dê ji deqeyekî zêdetir be. Ka ez binêrim, çi jê derdikeve. 

Silavên şarj li ber kêm bûye. 

Înanolo

23 Kasım 2018 Cuma

Hikûmranîya Hotelan

Înanolo,

Wexta ez î çûçik bûm xwişk û birayên min, heta dîya min û pismamên min, herkesî ji xwe re li gorî dilê xwe navek li min kiribû. Farîn ji wan navan yek e, Farûnna jî digotin, Farişan jî. Pismamekî min jî, hîn jî gava çav li min dikeve, dibê Faruk Eş Şara. Mêrik, wezîrê derve yê Sûrîyê bûye demeke dirêj, ji wir di bîra wî de maye û bûye leqeba min axir.

Ez jî hez nakim ji însanan adresan pirs bikim û çaxa yek ji min derekê dipirse jî tim ditirsim ku şaş tarîf bikim, loma xwe tim xerîbîyê vedinim. Çê ye ku Google Maps heye, pir bi kêrî min tê welle. Teknolojî tevî zirar û ziyanên xwe, nûr û nîmet e jî ma.

Tu li ser meseleya edebîyatê rast dibêjî. Ez jî her çiqas dibêjim jê dûr ketime jî, lê ne ewqas. Ma ne name jî pareke vê edebîyata? Û di ser de min di otofotografya xwe de gotiye ku ''
A ez zanim, kitêbên ku ez dixwînim bi awayekî ecêb tesîrê li ser tilîya min a li ser deklanşorê çêdikin.'' Hîn çi?

Em werin meseleya otelan. Çito ku dengê defê ji dûr ve xweş e, rengê hotelan jî werga ye. Li otelên genî û gemarî û yên qaşo erzan dimînim, û tawsîye jî nakim. Psîkolojîyeke ecêb ya çavdêrîyê heye li van odeyan. Tu dibêjî qey yekî tu qet nas dikî bi dizî te temaşe dike. Hikûmranî ye û tiştekî ji dest te tê jî tune. Nizanim, belkî tu zanî, jiber vîdeoyên li ser malperên pornografîk belav dibin, hinek jin û mêr, xususî li otelan namînin.

Eger maleke pak î şebab dîsa li hêla Ofîs û Sûrê filan derkeve ezê bigirim. Ez dikira biçûma Rihayê, lê mam; bi taybetî îşev xulqê min pir teng bû li otelê, serê sibê ezê lêxim herim. Tew ku di îlanên înternetê de jî îşev malekê bibînim ezê îşev herimê law..

Silavên pir westîyane.

Farîn