Înanolo,
Tu çi dikî, çitonî yî lo?
Min niha nihêrî min herî dawî di serê salê de dema ez bi vîrusa korona ketime ji te re name nivîsîye. Ez ji vîrusa korona filîtim, lê ji belayên wê çêkirine xelas nebûme hîn, lazim e ez nameyeke din binivîsim, ne?
Te terka blogerîyê kir û tu tam bûyî podcaster ha. Min beşa yekê ya Şor û Şorfiandinê pir eciband. Lazim e tu her hefte ser rojeva edebî, kulturî, û Kurdî tiştên wanî çêkî. Ewê ro bi ro meraqlîyên Şor û Şorifandinê zêde bibin ez dibêjim qey.
Eger tu halê min bipirsî, ji hêla sihet û saxlemîyê de ne ti hal e. Derbên vîrusa korona ne herhal, li dû wê bedena min wer rihet nekir û çû. Serîyan ji doktoran kêm nakim, derman kêm nabin ji ber devê min, lê çi îş e min fehm nekir, ji berê çêtir nabim, herku dare xirabtir dibim.
Min wanî xeyal nekiribû lo Înanolo. Li gor hesabên xeyalan, ew nexweşîyên niha di canê min de, gerek piştî min 50 teqle kir, xwe li min bigirtana, lê wan zaliman pir ecele kir pir. Emrê min hê çend û şeş e û ez behsa nexweşîyên kalan dikim law..
Ji nişka ve westiyam, taqeta min a nivîsînê niha heta vir.
Silavên dikin herin xwe çîşkî dirêj kin.
Farîn
11 Nisan 2021 Pazar
Emrê Çend û Şeş
9 Ocak 2021 Cumartesi
Şifa xêrê
Merheba Omer,
Şifaya xêrê ji bo te û dê û bavê te dixwazim. Ji bloga te hîn bûm, hûn bi nexweşiyê ketine.
Ez bawer dikim, hûn dê zû pak û rehet bibin. Moralê xwe xurt bikin. Her kes vê dibêje, ez jî bêjim, têr xwarinê bixwin, baş razin û ji stresê dûr bin.
Wekî din, lazimiyeke te jî hebe, tu bêjî. Hay ji xwe û dê û bavê xwe hebe, emanetî qenciyê.
Înan
8 Ocak 2021 Cuma
15 Kasım 2020 Pazar
Qirax
Elî li ser satila ku bavê wî zeytûnên wan ên bi 6, 7.5 û 8 TLyî pê dadigirt kîsikan û dida min rûniştiye. Bi ser halan de alîkarîya min dikir gava ku min kîsikên zeytûnan dikişandin bagaja erebeyê. Cîyê wan li qiraxa rêyê bû, berî ku meriv bigihe hala zeytûnan a Nizîbê.
Payîz, 2020 - Entab
13 Ağustos 2020 Perşembe
Fireke av.
Kî were ser hikim jî ji bo wan tiştek tê de ferq nake. Ew dîsa tî û birçî ne li kolanên vî welatê xwedîyan ji mêj ve destê xwe jê şûştî. Xwendeyên xwe ekolojîst û heywanperwer, dîndarên xwe bi rehm û dilovan in xwedêgiravî, lo em giş tên û diherin û di ber wan re derbas dibin roj bi pê de, bi tena çerm û hestî mayî, ziman bi qasî du metroyan ji dev wan kişîyayî...
27 Temmuz 2020 Pazartesi
Zarokên xelkê: tek wêneyek.
30 Mayıs 2020 Cumartesi
Lêlê serêşê
27 Mayıs 2020 Çarşamba
Kontorên MSNê
Ez ew demek e ti xwendineke sermîyan nakim. Tim di ser re di ser re xwendinên çûk î hûrik î ti kûrahîyê çênakin û wekî din ne tiştek. Bes ez ferq dikim ku mejîyê min jiber nexwendinê heçku teng û tarî dibe, nikarim bi berfirehî li mijaran binêrim û şiroveyên maqûl bikim. Loma, di van rojên pêş me de ezê xwe bidim ber zora xwe ku kitêbne edebî bixwînim. Dîsa dibînim ku em çi karî bikin jî çi wext bi kê derê de herin jî ya ji me re bimîne xwendin û nivîsîn e.
Te behsa MSNê kiriye. Çito ku MSN werga çû ber pûş û kevn bû eceb wê Whatsapp û çi zanim Twitter û Facebook û Instagram jî kevn bibin? Wê çaxê kê înan dikir ku em dikin qerfên xwe bi salên MSNyî bikin? Tê bîra min, ez ji telefonê ketibûm MSNê û ew bi min wer xweş hatibû ku ji min wetrê min di teknolojîyê de qonaxeke din teqle kiribû. Ha, bi MSNê standina kontoran jî sextekarîya wê demê bû. Hinek hevalên min ên lîseyê bi MSNyên sexte yên bi navên keçikan ji mêrên navsere numareyên kontoran dixwestin û kontor bi erzanî difirotin me. Paşê operasyonek çêbû, ew xwendekarên lîseyê hatin desteserkirin û dewra kontorên erzan jî bi dawî bû.
Silavên ro li nîvro.
Farîn
26 Mayıs 2020 Salı
Dizên neqebekê
24 Mayıs 2020 Pazar
Îdên Înternet-Kafeyan
Hinekî sûcê min, hinekî sûcê wan, ez ji hevalên xwe yên bi rastî min jê ji dil hez dikirin ro bi ro bi dûr ketim, dilsarî ket mabêna me û ew mesajên min ên îdê jî neman. Ka dikim ji dil telefonê kê bikim vê îdê, ji dil bo kê binivîsim ji wan mesajên berê? Bi tenê di sê komên Whatsappê de, kurtepeyamên pîrozkirinê û yek du peyamên din û hew. Wekî din jî ne lazim.
Wexta ez li ber komputerê rûniştim ku ji te re binivîsim îdên berê hatin hatin bîra min: Qey yek ji ferzên îdê jî bêrîkirina îdên berê ye. Ez bêrîya wan royan nakim belkî, lê bi bîra min dikevin: Di îdekê de, ez û sê hevalên xwe bi hev ketibûn û em ji Sirûcê çûbûn Riha bi dizî. Çito bi dizî? Me xeber nedabû malê em çûbûn, û loma ew serhildaneke bi stres bû. Di dolmişê de, li kekê xwe yî Îbram Xelîl rast hatibûm, tirsîyabûm, lê wî ez li cem hevalên min mehcûb nekiribûm û bi bişîrenekê, nola ku ji min re bêje ''Min tu nedîy, ji xwe ra darî kê derê herê'' nihêrîbû. Min û hevalên xwe me li Riha tur avêtibûn û berî ro here ava em dîsa dolmişê siwar bûbûn û vegerîyabûn Sirûcê. Nizanim li cem te jî ew tirsa çêbûye yan na? Li mala me, azana mixurbe dema vegera mal bû. Hîn niha jî ez li kê derê bim ferq nake, ku azana mixurbe dixwîne, ezekî di hindurê min de nigên min dide zorê ku ez vegerim malê.
Niha înternet li mala me di destê me de ye û em bo înternetê naçin înternet kafeyan. Bes di zaroktîya min de yek ji kêfên îdê înternet kafe bûn. Pere bi dest me diket û me diçû ew li kafeyan xerc dikirin. Hevalên min ekserî futbol û ew lîstikên din yên herbê dilîstin, lê ê min bala min piranî li ser ''çet''a bi Îngilizî bû li ser Paltalkê. Paltalk hîn heye tune ye nizanim? Ji Sirûcê, xortên nifşekî çeleng î bejndirêjî î xweşik, tev çûn bûn mêrên jinebîyên zengîn yên Ewrupa, di ser sohbetên li Paltalkê re. Tu dikî bêjî wan çawa Îngîlîzî zanibûn, çawa sohbet dikirin? Komîk e. Hinekan ferheng bi xwe re digerandin, hinekan kitêbên pratîkên yên Îngîlîzî û yên zana jî xwendekarekî ji Anadolu Lisesiyê li ber xwe disekinandin û bi wan didan nivîsandin û wisa bere bere hevok ezber dikirin.
Tu zanî? Min jî bingeha xwe ya Îngîlîzî li Suruç Anadolu Lisesiyê danî. Jixwe li wê lîseyê em xêncî Matematîkeke rind û Îngîlîziyeke herikbar tiştekî neelimîn. Ez li wê lîsteyê ew xwendevanê ku berê dersên wî pir rind lê di dawîyê re li dû hevalan dima bûm. Ji min tiştên mezin hêvî dikirin û di bin wî barî giran de dilikumîm. Min ne ji mamosteyan hez dikir ne ji mektebê. Niha ji wan hevalên lîseyê jî ne li yekî rast têm, ne bi yekî re danûstandina min heye. Heyranê ew kesên di hevalîyê de şên in û zanin kî niha li kê derê ye çi karî dike.
Ka ez nizanim wê hevalîya min û te wê kînga biqede? Wê çi be suprîza min û te ji me re?
Silavên westîyane li darê dinê.
Farîn
Nîvcoîd
23 Mayıs 2020 Cumartesi
Silaveke Koronayî
Nameya te ya nû ya tu hema bêje piştî salekê hat ez pir kêfxweş kirim. Ez rind im, sax im, silamet im. Mala te ava, hêvî dikim ku royên te yên bi korona ku ne tam be jî hinekî bi dilê te derbaz dibin.
Tu zanî ez berî koronayê jixwe pir ji malê dernediketim, lê ez ya rast bêjim ku di vê heyamê de min bêrîya rûniştina li parkan kir. Bi taybetî ew şevên min yên li Anıtparkê dibihurîn tu dibêjî qey qirnekê dûr in ji min.
Eger fersend bi dest min keve ez dikim teqez li gund bimînim û bijîm. Ji berê de di qafê min de hebû ew tişt û vê pêlê ew fikir zêde xurt bûye li ba min. Di YouTubeê de kesên ku terka karûbarên xwe bajarên xwe kirine û çûne li gundan bi cîh û war bûne temaşe dikim çend royan carê. Ax ew ceger, wêrekî li ser min jî hebûya. Gundekî me heye lê taqeta min bi danûstandina bi nasan re tune û ez bi kesên xerîb re jî zû bi zû nikarim samîmîyetê çêkim. Ez nizanim di vî îşî de ezê çito ji heq derkevim û bi kê derê de herim. Min ji meraqlîyên pirs kir û ez elimîm ku meri kane 80 - 90 mîlyar mesref bike û ji xwe re li gund maleka şebab çêke. Ji însanên mîna min û te re ew pir pere ye niha. Nizanim.
Tu çi dixwînî van royan? Nola berê dinivîsî dîsa? Herî dawî min li bîranînên Pablo Neruda nihêrî - berê min bi çi eşqeke mezin xwendibû law -
Ha berî ez ji bîr bikim, hafizeya min a ku xerab dibû jî ji min re bûye derdekî mezin. Pir li ber dikevim, mesele û şorên min ên heftek, mehek berê nêne bîra min.
Silav û hurmet bo te lo.
Farîn
22 Mayıs 2020 Cuma
Germa blogspotê
27 Haziran 2019 Perşembe
Derbên Salan
Spas bo vê nameya ji min re bû dermanekî salên bi sihî. Dîyarî jî nola te ji min re şandîye bihesibîne, mala te ava.
Bes lazim e ez bêjim ku ez li benda surprîzekî hevalane bûm, lê nebixêr, bi tenê bûm. Ne ku ez her sal di rojbûna xwe de li benda tiştekî me.. Lê çi zanim, 30 hinekî taybet hat bi min. Meriv dixwaze hevalên meriv li dora meriv hebin, yareke ji dil.. Lê na, tenê bûm, tik î tenê.
Ez çûm pastaxanê min pasteke şebab î şêrîn sitand. Jinikê go ''Hevalê te wê kînga were?'', min go ''Min ji xwe re sitand, îro rojbûna min e, gaveke din bînin pastayê..'' Hîseke ecêb bû. Ez kelgirî nebûm, bes min ferq kir ku ez êşîyam..
Te dî dibêjin hêsir jî bi deyn in.. Min li nas û dostan û yaran surprîzên eleecêb kirin. Ne li benda surprîzekê bûm, bes li benda pastayekê bûm lo. Qey ê min jî wanî ye, tenê me, ji berê tenêtir im û ji vê ne aciz im êdî.
Li wê Stenbola Îmamoglu lêketî li kêfa xwe binêre, bigere, bijî, binoşe lo.. Eger tu di bîst û çar û bîst û pêncan de wanî yî di sihî de tuyê serê xwe li dîwaran xînî.. Şîretek min li te, ji xwe re yareke şîrhelal bibîne û heta sihî bimeşe bi wê re.. Ger nekî jê pê ve feyd e, û girî jî feyde nake.
Ez ji Erbîlê vegerîyam. Bilêtên Zaxo, 100 mîlyon wanî ne. Min digot qey hîn zêde ne, lê na. Lazim e tu herî wan deran bibînî. Bi qasî zanim te hîn berê xwe nedaye wir.
Niha li gund im dîsa. Tarî, û li jor min mişt stêrk.. Min îşev li ezmên nihêrî, min dît hejmarên stêrkên ez dibînim kêm bûne. Ew jî dîsa derbên salan in. Çavên min wê belakî ji min re çêkin, wisa dixewîne.
Wekî din çi bêjim? flashhilat? Bira ew jî bimîne careke din..
Silav û hez û hurmet bo te.
Farîn
Leyletul Rojbûn
Min jî temaşe kir, kêmek be jî, li ser weşana zindî, wan dîmenên xweş, dengên niwaze, awaza henûn ya ji ber têlên Naser Shemmayî dinizilî (konsera ji Naser Shemmayî dinizile?). Tu çiqasî bi siûd î, nizanî. Kêfa min ji Shemmayî ra dihat, ji ûdê ra dihat, û hîn jî dibêjim, heger derfet çêbibe, dixwazim hîn bibim wê amûra dehşet û wehşet, lê dim li civatan, li bezman, noş bikin li ber wê sedaya xweş ya dostanîyê.
Dilê min hebû şeva 25ê hezîranê bo te binivîsim, leyletul rojbûnê, wê şeva ku dibêjim qey her kes di moda min ya rojbûnê da ye. Ez xemgîn dibim lo, hiznî dibim, telefonên xwe digirim, dikevim trîp û kompleksên beredayî, û dibêjim îsal jî kaltir bûm lo înano, hinekî din xwe berdidim. Herî dawî di rojbûna xwe ya bîst û çaran da digot qey ez dibim bîst û pênc salî, loma hizneka mezin li ser dilê min bû û min digot ez dê bi trênê panzdeh rojan derkevim rêwîtîyeka ruhî, dû re min fam kir min şaş hesab kirîye, di malpereka hesabkirina rojbûnan da hîn bûm ku ne bîst û pênc lê dibim bîst û çar, kêfxweş bûm, bi rastî jî kêfxweş bûm ku hîn nebûme bîst û pênc. Ma kî dixwaze bibe bîst û pênc salî? Belkî jî ya herî xirab sihsalîbûn e, hii, te got çi?
Tu zanî min çima pirsa fontên Perxudresê dikir? Niyeta min hebû li ser tîşortekî spî wê nivîsa li ser bloga te,
PERXUDRES*
*perwerî ye bi ro, bi şev xudreste
çap bikim. Min camêrek dît, tîşortek ji min ra îna, ez birim cem kesekî çap dikin, lê gotin em nikarin bi wan fontan çap bikin, em nizanin kîjan e filan. Çend saetan ji derûdorê jî min pirsî tiştek derneket, ez aciz bûm derketim. Wê şevê konsera Harûn û Siya Şevê hebû, ji bo ku nebe giranî min tîşort xist çenteyê Mewlûdî, û paşê min di çenteyê wî da ji bîr kir. Axir min nekarî dîyarîya te çê bikim û ji te ra bişînim, ji dilê min nehat dîyarîyeka din jî bişînim. Bibihure, ez di mijara rojbûnan da ne jêhatî me.
Stenbol xweş e, wek carên din li der û doran nagerim, ji bo dîtina hevalan taybet derdikevim, wekî din li ber behrê ji xwe ra dimeşim, daristanek heye, carê diçim navê, bêhna min derdikeve.
Ji bo hejmara dahatî ya flashhilatê fikira nivîsandina çîrokeka miezem heye lê divê fotografekî li gor wê bigirim yan jî fotografekî li gor wê peyda bikim. Ya bi xêr.
Vay amq. Tu bûyî sih salî. Ez hingî di nav vî nifşê we da mam, ez jî yekî sih salî xuya dikim. Jehr tê da be.
Înanolo
21 Haziran 2019 Cuma
Şeveke Naser Shemmayî
Meseleya te maran ez têra xwe tirsandim.
Ezê te re belkî dûr û dirêj belkî behsa hinek maran bikim ku di bîra min de mane wisa.
Lê ez niha dixwazim behsa tiştekî xweşik bikim looo.
Ji Erbîlê silav bo te..
Îşev li Kela Erbîlê konsera Naser Shemma hebû, şeveke şahane bû.
Min çend caran li xwe nihêrî, li dora xwe nihêrî, serê xwe rakir li ala li jor me ba dibû dinêrî.
Meriv azad be, û tiştek ne xema meriv be û meriv ji xwe re di halê de li kêfa xwe binêr..
Li Stenbolê malikwêran çi heye çi tune ye?
Rast, te fontên Perxudresê pirsîbû ne wisa? Law bi Xwedê taqeta min niha tune lê binêrim ha. Qusirê menêre.
Hez û hurmet bo te.
Farîn
6 Haziran 2019 Perşembe
Mar hat min yaw
Ev demek bû min bêrîya nameyan kiribû û çavê min her li vir bû bê ka tu dê kengî binivîsî. Spas ji bo nameya te.
Û e demek e her melodîya El Valse ya Eleni Karaindroyê li ber guh û li ser zimanê min e. Tiştekî din di vê muzîkê da heye dibêjim, tiştekî ku nizanim çawa ye.
Tu ne bi Sirûcê, ne bi Rihayê lê her bi Tionekê dihêyî ber çavê min. Tu wekî nivîskaran ne bi bajarê xwe lê bi gundê xwe bûyî yek dibêjim, tevî ku tu bêtir li bajaran jî diminî. Dibêjim qey cara pêşî navê gundê te di Zênebêja çîroka te da dît û dû ra di wêneyekî da ku dibezîyayî û zarok jî li pey te. Ne ku napirsim gelo ev nivîskarê me heye rojekê bibêje ez ê di qûna bajaran nim û vegere Tionekê, destê xwe ji her tiştî bişo û jîyaneka sade û mitawazî bijî?
Nahê bîra min ku min nimêja îdê kiribe û jixwe bi xweşikî nizanim nimêj jî bikim. Belkî te ew vîdeoya Suleyman Soylu û eskeran temaşe kiribe ku tê da xuya dibe nizanin nimêj bikin. Rewşa min jî eynî wekî ya wan e û di cemaetan da ez jî li xelkê dinerim ka kengî xwar dibin, kengî serê xwe dadinin ser secadeyê, kengî radibin filan. Ez hîn bûbûma baş bû, zirara wê tune lo.
Cejna te jî pîroz be edîtorê hêja.
Ez ji te ra bêjim ez çi dikim çi nakim. Wê roja berî îdê derketibûm li parkê, li ber çemî dimeşîyam. Saet li derdora şeş heftê êvarê filan bû. Hinekî zêde meşîyabûm û westîyabûm. Min dikir di bin pirê ra derbasî parka alîyê din bibim û ji wir biçim malê. Lê li bin pirê ez çi bibînim baş e? Min dît wa ye marek li nav çend tehtên li kêleka hev e. Ji tirsan qudûmê min şikest. Di heyata xwe da rastî marekî nehatibûm. Qederekê wekî kevirekî hişk di cihê xwe da asê bûm heta min ferq kir mar pêjna min kirîye û ber bi min ve dihê. Mar ne mezin bû, li dor mîtroyekî filan bû. Ez jî paşpaşkî diçûm û çavê min li marî bû. Min fam kiribû, dixwest bi min vede. Tam min dikir ku bizivirim û bazdim, ji ber ku min min nezanî ez tam qeraxa çemî me, dengeya min xira bû û çelp ketim avê. Tevî ku çem ne kûr bû jî, ji ber ku min bi avjenîyê nedizanî û ji be tirsa marî çelpçelp û qarewara min bû di nav avê da. Axir hindek ciwan li wir hebûn, bi min hesîyan û hatin ez ji avê derxistim. Bawer nekirin, bawer bike bawer nekirin. Digotin ne mumkin e mar li vir hebe. Bi çend şivan li qulik û qorzîkan nihêrîn lê tiştek nedîtin. Lê ew mar çûbû kû gelo? Heye ew xeyalek, sawîrek, rewrewkek be û tavê li serê min dabe? Ne mumkin e, ew marekî bera bû û bi ser da ez ne bi rojî bûm jî. Axir mirina min ne ji destê marekî bû û axir wê rojê telefona min ne li ser min bû yan na wê îmana wê biçikîya. Min qet nedixwest li pey min bibêjin feqîrko bi pêvedana maran sikitî.
Ez ji vê kompûtera xwe pir aciz bûm, jê nefrret dikim êdî. Heta du hevokan jî dinivîsim kezeba min reş dibe. Tûşên klavyeya min xia bûne, dialiqin, hin tûş heta çend caran pê lê nekî yan jî destê xwe li ser nehêlî nanivîse, hin tûş jî carekê pê lê dikî lê eynî herfê du caran dinivîse. Nizanim ka klavyeyên weha tamîr dibin yan na. Heger weha biçe belkî ji ber vê klavyeyê ez bi temamî dev ji nivîsandinê jî berdim. Êdî bes e yaw, em dê kengî xêrekê ji nivîsandina xwe bibînin?
Gelek silav.
Înanolo
5 Haziran 2019 Çarşamba
Îd Bimbarek
Dîsa piştî demeke dirêj, vê nameyê ji te re ji gundê me Tionekê, li ber dengê Amed FMê dinivîsim.
Îda te bimbarek be çelengo.
Klasîkeke me ya îdê: Hîn berî rohilat, hecîyê me deng li min kir. Ez û ew û cîranê me, pismamê bavê min Apî Mislim em li pîkabê siwar bûn, tev çûn Sirûcê me nimêja îdê kir.
Te carna nimêja îdê kiriye? Ez her carê xwe şaş dikim lo, li kesên li pêş xwe dinêrim û xwe rast dikim.
Li Camîya Ehmed Bîcanê, min hinek hevalên min ên zaroktîyê dîtin, dema xutbe dihat xwendin. Hîsekî ecêb bû, ew hevalên min gî mezin bûne, bîlyan bûne, bûne bavê zaroyan. Nizanim lo.
Farîn

