24 Mayıs 2020 Pazar

Nîvcoîd

Farîn,

Îro îd e û niha min da aqlê xwe ku ne min telefonî kesî kir ne jî kesî telefonî min kir, ji bilî telefoneke ku ne ji bo min bû. Ecêb, Sms jî nehatin, li ser whatsappê jî çend peyam û wêneyên giştî yên pîrozkirinê. Smsên te yên berê yên îdê hatin bîra min, xuya ye te jî dev ji wan hawên xwe berdane, yan na qey yek ji wan bo min jî dihat. 

Ne ku gazinan dikim, na, tenê wisa difikirim ku piştî çend salan herhal wê peyam ji whatsappê jî bo min neyên. Jixwe ez bêkêrê pîrozbahiyan im. Halbûkî berê min çi bi kêf îda nas û dostan pîroz dikir, îro ro di xwe re nabînim û ji dilê min nayê ya dê û bavê xwe jî pîroz bikim. Hindik maye li quncikekî birizim, ji bîr bibim biçim. Nasîna zêde jî rê li ber vê nagire.

Gava korona hat heta van deran û min xwe di malê de hesarge kir, wisa min bîr bir ez dê karibim çar pênc çîrokên xwe binivîsim. Du meh wisa bihurîn lê ji dilê min nedihat binivîsim, ji xwendinê jî dûr ketibûm, konsantrasyon kêm bûbû. Dema ji xwendinê hinekî dûr dikevim, berê xwe didim temaşekirina fîlman. Vê carê jî min wisa kir. Belkî sînemahez vê qebûl nekin, lê ji bo min temaşekirina fîlman çalakiyeke sivik e, garis lo, wek xwarina garisan, gava ji xwendinê diwestim, bêhnvedaneke xweş e ji bo min. Lê karê derhêneran jî pir pir zehmet e, hurmeteke mezin heq dikin. 

Axir ji birakê xwe re bêjim, vê meha dawî li nivîsandina çîrokan sor bûm, min çîrokek nivîsi û çîrokek bi nîvî kir. Min dest bi nivîsandineke din kir ku ji bo min jî bû surprîz û ji bo ku ji bo te jî bibe surprîz, heta ku neqede ez dê nebêjim. Bellî nake lo, ha te dî ev jî wek nivîsandina gelek tiştên min ên din nîvco ma. Carna dibêjim van nivîsan kom bikim û di kitêbeke bi navê "Nîvco" de belav bikim. Çavê te ronî, nîvcomayîn jî li derengmayîna me zêde bû. 

Kêf û şayî ji bo te.

Înan