Ev du sê roj in wer serê min diêşe, qet nebêje. Duh dikir dîn bûbûma ji ber serêşê, te digot qey yek di nav serê min de tefşoyan lê dide. Du şev in ji ber vê serêşê kabûsên ecêb dibînim. Gotineke Virginia Woolfê tê bîra min ku digot çiqas ecêb e nexweşiyên însanan di nav têmayên serekî yên edebiyatê de cihekî ji xwe re peyda nekirine. Ma ne çêtir e ku ez kitêba xwe ya duyem îthafî serêşa xwe bikim: Ji bo wê serêşa min a delal, ji ber ku bû sebeb vê kitêbê binivîsim.
Te di nameya xwe ya 24ê mehê de pirseke muhîm kiribû, paşê min ferq kir. Tu dipirsî ka dê hevaltiya me kengî biqede. Nizanim, lê tişta meraq dikim, gelo hevaltiya me biqede ev name jî dê biqedin? Yan jî em dê wek du kesên ji hex xeyidî û mîna xerîban bi van nameyan dewam bikin?
Ya ji me re dimîne xwendin û nivîsandin e lê wer xuya dike tu vî karê xwe jî baş pêk nayînî. Halbûkî niha diviya kitêbeke te ya nû hazir bûya. Belkî jî hazir e, Xwedê zane. Ya rast ji ber ku ez wisa bê kar im loma wisa dipeyivim, ka ez dest bi karekî bikim belkî ez jî dûrî xwendin û nivîsandinê bikevim. Halê hazir karim hemû roja xwe jî bidim xwendin û nivîsandinê. Ma tiştê ku nivîskarek dixwaze jî ne ev e? Xwezî ew şert û merc hebin û her tim meriv bi vî awayî be.
Vê carê jî puntoyên nivîsa te zêde gir in, te orte bikira baştir bû. Bi qasî girsiya pûntoyên xwe bextewar bî.
Înan