Farîn,
Ev demek bû min bêrîya nameyan kiribû û çavê min her li vir bû bê ka tu dê kengî binivîsî. Spas ji bo nameya te.
Û e demek e her melodîya El Valse ya Eleni Karaindroyê li ber guh û li ser zimanê min e. Tiştekî din di vê muzîkê da heye dibêjim, tiştekî ku nizanim çawa ye.
Tu ne bi Sirûcê, ne bi Rihayê lê her bi Tionekê dihêyî ber çavê min. Tu wekî nivîskaran ne bi bajarê xwe lê bi gundê xwe bûyî yek dibêjim, tevî ku tu bêtir li bajaran jî diminî. Dibêjim qey cara pêşî navê gundê te di Zênebêja çîroka te da dît û dû ra di wêneyekî da ku dibezîyayî û zarok jî li pey te. Ne ku napirsim gelo ev nivîskarê me heye rojekê bibêje ez ê di qûna bajaran nim û vegere Tionekê, destê xwe ji her tiştî bişo û jîyaneka sade û mitawazî bijî?
Nahê bîra min ku min nimêja îdê kiribe û jixwe bi xweşikî nizanim nimêj jî bikim. Belkî te ew vîdeoya Suleyman Soylu û eskeran temaşe kiribe ku tê da xuya dibe nizanin nimêj bikin. Rewşa min jî eynî wekî ya wan e û di cemaetan da ez jî li xelkê dinerim ka kengî xwar dibin, kengî serê xwe dadinin ser secadeyê, kengî radibin filan. Ez hîn bûbûma baş bû, zirara wê tune lo.
Cejna te jî pîroz be edîtorê hêja.
Ez ji te ra bêjim ez çi dikim çi nakim. Wê roja berî îdê derketibûm li parkê, li ber çemî dimeşîyam. Saet li derdora şeş heftê êvarê filan bû. Hinekî zêde meşîyabûm û westîyabûm. Min dikir di bin pirê ra derbasî parka alîyê din bibim û ji wir biçim malê. Lê li bin pirê ez çi bibînim baş e? Min dît wa ye marek li nav çend tehtên li kêleka hev e. Ji tirsan qudûmê min şikest. Di heyata xwe da rastî marekî nehatibûm. Qederekê wekî kevirekî hişk di cihê xwe da asê bûm heta min ferq kir mar pêjna min kirîye û ber bi min ve dihê. Mar ne mezin bû, li dor mîtroyekî filan bû. Ez jî paşpaşkî diçûm û çavê min li marî bû. Min fam kiribû, dixwest bi min vede. Tam min dikir ku bizivirim û bazdim, ji ber ku min min nezanî ez tam qeraxa çemî me, dengeya min xira bû û çelp ketim avê. Tevî ku çem ne kûr bû jî, ji ber ku min bi avjenîyê nedizanî û ji be tirsa marî çelpçelp û qarewara min bû di nav avê da. Axir hindek ciwan li wir hebûn, bi min hesîyan û hatin ez ji avê derxistim. Bawer nekirin, bawer bike bawer nekirin. Digotin ne mumkin e mar li vir hebe. Bi çend şivan li qulik û qorzîkan nihêrîn lê tiştek nedîtin. Lê ew mar çûbû kû gelo? Heye ew xeyalek, sawîrek, rewrewkek be û tavê li serê min dabe? Ne mumkin e, ew marekî bera bû û bi ser da ez ne bi rojî bûm jî. Axir mirina min ne ji destê marekî bû û axir wê rojê telefona min ne li ser min bû yan na wê îmana wê biçikîya. Min qet nedixwest li pey min bibêjin feqîrko bi pêvedana maran sikitî.
Ez ji vê kompûtera xwe pir aciz bûm, jê nefrret dikim êdî. Heta du hevokan jî dinivîsim kezeba min reş dibe. Tûşên klavyeya min xia bûne, dialiqin, hin tûş heta çend caran pê lê nekî yan jî destê xwe li ser nehêlî nanivîse, hin tûş jî carekê pê lê dikî lê eynî herfê du caran dinivîse. Nizanim ka klavyeyên weha tamîr dibin yan na. Heger weha biçe belkî ji ber vê klavyeyê ez bi temamî dev ji nivîsandinê jî berdim. Êdî bes e yaw, em dê kengî xêrekê ji nivîsandina xwe bibînin?
Gelek silav.
Înanolo