26 Mart 2019 Salı

Fikirînivîsîn

Merheba Omer,

Du sê roj bûn li Dîyarbekirê bûm, kompûtera min ne li cem min bû loma min xwest bi derengî ji te ra binivîsim. Şemîyê dersa min ya dansê hebû, yekşemê jî partî. 

Nîyeta min ya mamostatîya dansê tune ye lê çê bibe jî ez nabêjim na heger ne engelek be li pêşîya hezkirineka profesyonel ya edebîyatê. Vê nîsanê festîvala ewil ya Swîngê li Dîyarbekirê heye, ji ber ku ez mirovekî bê kar û betal im min serî lê da ku bi dilxwazî di festîvalê da bixebitim ji bo ku heqê festîvalê nedim. Pere namîne law. 

Şemîyê promîyera lîstika Nobedarê Dilên Hêsîr ya ji helbestên Melayê Cizîrî pêk hatî li Mordem Sanatê hebû. Ez bi Mem (Artemêt) û hevalekî wî ra çûmê. Kêfa Memî jê ra hatibû lê welehî kêfa min ewqasî jê ra nehat. Ji ber navê Melayî hêvîya min jê zêde bû û min digot lazim e tiştekî mihteşem be. Bi ya min lîstikvanan nedikarîn wan dengên helbestên Melayî bidin. Xwendina helbestên klasîk (bi kêş) ne wekî yên modern (serbest) e. Fikreka lîstika ji helbestên Melayî gelekî xweş e, lê dibêjim qey heger çêbûbûya ku hemû helbest bi awayekî strankî, muzîkal ji alîyê lîstikvanên stranbêj ve bihatina gotin dê tiştekî mihteşem pêk bihata. 

Yekşemê jî em çûn panela mamostayê min yê berê Remezan Alanî li Weqfa Îsmaîl Beşîkçîyî. Nizanim te avahîya weqif lê dîtîye? Nêrdewanên wê bi tonek qûnikên cixareyan dagirtî bûn. Meriv li ber dikeve ku sazîyeke weha hêja li avahîyeka weha gemarî be. Di panelê da hema bibêje cih nemabû loma em çûn dawîyê. Min Remezan Alanî nedidît tenê dengê wî dihat. Ya rast min mesele baş fam nekir û min nedikarî konsantreyî axaftina wî bibim. Nizanim çima lê di panel û konferansan da nikarim konsantre bibim û difikirim gelo hemû kesên li konferans û panelan jî wekî min in? Yaw ma piştî panelê Îbrahîm Guçlu çiqas pirs kirin û axivî. Jixwe çi got, min ew jî fam nekir. Hevalekî li pêşîyê paşê ji min re got ku hin berpirsiyaran bi dizîka ew niqurçandine ku zêde pirsan neke û dirêjtir neke. Ya baş min li panelê gelek dost û heval dîtin. Detayeka din: Remazan Alanî topsakal berdabû. 

Piştî cildê sêyem yê Niteliksiz Adama Robert Musil, min Dûpişka kurteçîrokên Burhan Tekî û Xewna Mêrikên Îranîya romana Mardîn Îbrahîmî xwend. Li Dîyarbekirê Bir At Bara Girmiş ya romana David Grossmanî bi ber çavê min ket û min kirî. Ji zû da di bîra min da bû û min meraq dikir. Duhê min fanzîna te jî xwend. Fanzîna te ji bo min negihîştiye wê astê ku bi meraq li bendê bim ka hejmarên dahatî dê kengê û çawa derkevin. Loma jî bi meraq ne li benda hejmara sêyem im. Hêvî dikim rojekê bi meraq li benda hejmara nû ya fanzîna te bimînim. 

Çendak e fikra nivîsîna çîrokeka nû li min peyda bû ku gelekî kêfa min jê ra hat. Îro sibe ez dê binivîsim. Hêvî dikim nivîsandina her tiştî jî bi qasî fikirîna wê xweş be. 

Bi xweşî. 

Înanolo