Înanolo,
Wexta ez î çûçik bûm xwişk û birayên min, heta dîya min û pismamên min, herkesî ji xwe re li gorî dilê xwe navek li min kiribû. Farîn ji wan navan yek e, Farûnna jî digotin, Farişan jî. Pismamekî min jî, hîn jî gava çav li min dikeve, dibê Faruk Eş Şara. Mêrik, wezîrê derve yê Sûrîyê bûye demeke dirêj, ji wir di bîra wî de maye û bûye leqeba min axir.
Ez jî hez nakim ji însanan adresan pirs bikim û çaxa yek ji min derekê dipirse jî tim ditirsim ku şaş tarîf bikim, loma xwe tim xerîbîyê vedinim. Çê ye ku Google Maps heye, pir bi kêrî min tê welle. Teknolojî tevî zirar û ziyanên xwe, nûr û nîmet e jî ma.
Tu li ser meseleya edebîyatê rast dibêjî. Ez jî her çiqas dibêjim jê dûr ketime jî, lê ne ewqas. Ma ne name jî pareke vê edebîyata? Û di ser de min di otofotografya xwe de gotiye ku ''A ez zanim, kitêbên ku ez dixwînim bi awayekî ecêb tesîrê li ser tilîya min a li ser deklanşorê çêdikin.'' Hîn çi?
Em werin meseleya otelan. Çito ku dengê defê ji dûr ve xweş e, rengê hotelan jî werga ye. Li otelên genî û gemarî û yên qaşo erzan dimînim, û tawsîye jî nakim. Psîkolojîyeke ecêb ya çavdêrîyê heye li van odeyan. Tu dibêjî qey yekî tu qet nas dikî bi dizî te temaşe dike. Hikûmranî ye û tiştekî ji dest te tê jî tune. Nizanim, belkî tu zanî, jiber vîdeoyên li ser malperên pornografîk belav dibin, hinek jin û mêr, xususî li otelan namînin.
Eger maleke pak î şebab dîsa li hêla Ofîs û Sûrê filan derkeve ezê bigirim. Ez dikira biçûma Rihayê, lê mam; bi taybetî îşev xulqê min pir teng bû li otelê, serê sibê ezê lêxim herim. Tew ku di îlanên înternetê de jî îşev malekê bibînim ezê îşev herimê law..
Silavên pir westîyane.
Farîn