Heyran Farîn,
Kêm zêde şeş meh di ser nameya te ya dawî re derbas bûn. Şeş mehên ku herî pir tişt tê de qewimîn. Qey ev jî adetê min e. Gava li ger û geryana me nanivîsîm lê gava li mala xwe rûdinim dinivîsim. Berî şeş mehan li Parîsê bûm, lê niha hatime, li mala xwe, li Bismilê me. Ev qeder e yan tiştekî din e? ya ku meriv nizane ku dê bîne di kû re derxe.
Fen bilgisiya min ne baş bû loma formûl nehat bîra min. Tu mihendiz bûyî wextekê, normal e bê bîra te. Tu dibêjî te çi fam kir ji keçikên Parîsê. Ma ez ê çi fam bikim wulan, piştî ku min ji zimanê wan fam nekir. Wek dewarekî di nav wan diçûm dihatim. Lê ger bipirsî dewartî xweş bû, ez ê bibêjime te ger derfet hebe her bîçim dewartî xweş e û ger bi dest min bikeve dixwazim cardî dewartiya xwe nû bikim. Mirad jî dê bihata Parîsê lê mixabin li Elmanyayê hesarge ma û nehat. Herçî tu yî, ne bawer im ji Diyarbekir û Rihayê wêdetir du gavan biavêjî. A baş rûne cihê xwe, dengê xwe neke.
Wê rojê îsot û rîçala îsotan (te digot em jê re dibêjin dimîstî îsot) a te ji min re şandî gihaşt destê min. Maliyan rîçal gelek ecibandin, carna li ber taştê em pariyê xwe tê dadikin, malî ava. Herçî îsot e, hê min hilnedaye devê xwe kirp kirp nehêraye. Riha çawa ye? Bismil ne îşê germ e, zivistanek wiha min nedîtiye. Lê sebra min zêde li Bismilê nayê û ji ber betaliyê gelekî aciz dibim. MEBê sê kontenjan ji bo mamosteyên kurdî veqetandin, dudu ji bo kurmancî. Ê min ji xwe rêza min li notî filan e, ji min re nabe. Esas kêfa min ji mamostetiyê re jî nayê, lê tevî vê jî mamostetî derfet û rihetiyeke baş e. A bi xêr pismam.
Ev demek e çîrokên rêza Înanolo dinivîsim. Li gor bertekên xwendevanan min fam kir ku gelek hatine ecibandin. Hevalekî ji min re nivîsiye ku ev demek e di nav nivîsên min xwendî de ya herî xweş ev e. Hetta got ez dixwazim di xebata xwe de jî wergirtinan jê bikim. Blogên me gumbur gumbur deng didin. Ez ê di vê terzê de, van çîrokan berdewam bikim. Difikirim ku deh çîrokên rêza Înanolo binivîsim û ger di dawiyê de Weşanên Perxudres bibe sponsor, xwe bide ber vî karî, dixwazim wekî kitêb, bîst sî heban çap bikim û li nas û dostên nêzîk belav bikim. Ma ne fikreke baş e?
Vê dawiya heftiya borî, min û kek Şêxo Fîlîk hev dît. Demeke dirêj bû min ew nedîtibû loma min gelek bêriya wî û sohbeta wî kiribû. Me qala te jî kir, niza dengê me hat te? Em li bende ku rojekê em her sê civateke xweş bigerînin. Lê meriv nizane li kû, çi dibe, çawa çêdibe.
Silavên bi qasî şeş mehan li te bin.
Înanolo