De îcarê ez dibêjim li Parîsê me û ji Parîsê ji bo te dinivîsim. Ez pê hisiyam ku birayê te yê din jî hatiye berdan, de bila çavê te du caran ronî be, de bila birayê te serbest be, me nameyên kin jî qebûl e. Heyra li xwe miqate be, tu jî nekevî zindan mindanan, welleh nikarim ji Parîsê nameyan bi posteyê bişînim zindanan, hesabê vê yekê jî bike.
De min digot ez ê ha îro ha sibê ji te re binivîsim, lê her carê min di xwe re nedidît ji te re binivîsim. Tu yê bêjî çima, dizanim. Pismam, Parîs însanî dibetilîne, her şev ku ez vedigeriyam malê min didît ku ez ji hal ketime, taqeta min a nivîsandinê nedima, xeyn ji nivîsandina rojnivîskê, ew jî zor zehmetî, carê min didît ku ez li ser rojnivîska xwe xilmişîme, çawalêhato peyv li pey hev rêz dibûn, jixwe destnivîsa min jî ne tê xwarin ne jî tê hezkirin, ewqasî nexweşik û nelihevhatî.
Li vir saet 00.15, saetek ji Tirkiyeyê li paş e. Niha çarşem e, lê her ez elimîme wê ku heta roj dernekeve ew roj dewam dike, yanî li gor vê îro sêşem e. Bi ya min diviya roj ji şeşê sibê dest pê bikira û di şeşê sibê de biqediya, hingê em di nivîsandina rojnivîskê de ewqasî neditengijîn.
Ez 8ê mehê, şemiyê bi firê ketim û hatim Parîsê. Balafira min a Pegasusê bû û ne ti balafir bû, balafirek çawa li jorê ewqasî diheje û dilerize? Ez niha li mala nasekî, li aliyê balafirxaneya Le Bourgetê dimînim. Gava ku ez ê biçim Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, li rawestgeha Colonel Fabienê disekinim, li otobêsa 152yan siwar dibim, deh donzdeh rawestgehan diçim, li La Courneuveyê peya dibim û bi Metro 7 ê diçim li Poissonnier dadikevim, li Poissonnier rast sed metreyî filan dimeşim û digihîjim enstîtuyê.
Mala min li derveyî Parîsê ye pismam. Parîsa kevn, navenda bajêr ji bîst herêman pêk tê. Bajarekî wisa tine ye pismam. Tu yê bêjî bajarekî çawa. Bajarekî ku ewqasî ulaşima wê, hatûçûna wê pêşketî be, serkeftî be. Camêran xwe gihandiye her derê, li nav bajêr metro diçe her derê, xeyn ji wê trên, tramway, çend tiştên din. Yanî tu bixwazî herî ku tu dikarî xwe bi rihetî bigihînî wir. Li vir siware tiştên fizûlî ne, siwareyên taybet bêtir wext dixwin û ne hêja ne meriv xwe bi wan bibetilîne. Li vir cara pêşîn min erebeyên du kesî dîtin, yên nîviyê erebeyekê, dibêjin ji ber pirsgirêka parkkirinê gelek kes van tercîh dikin. Ê heger meriv azib be, ev erebe xweş in.
Heger meriv ji bo herî kêm çend mehan li vir bimîne hêja ye ku qertên mehane yên çûnûhatinê bistîne (ji bo hemû wesayitan, metro, trên, otobês hwd.). Mehane ev qert 73 Euro ye, pênc Euro jî heqê qertê ye, jixwe piştî stendinê tu ji mekîneyan pere radizînî van qertan. Îja bi vî 73 Euroyî çûnûhatin bêsînor serbest e, dixwazî hezar caran peya bibe û siwar bibe, biçî ku biçe, lê bes li Parîsê, lê xwezî ji bo bajarên din jî serbest bûya. Hin kes bi qaçaxî diçin û tên, du kes bi hev re derbas dibin, teknîk meknîkên ecêb hene. Hêj mn neceribandiye. Lê carinan polîs disekinin van qertan kontrol dikin, ger ew qert tinnebin meriv pê digire, pereyê cezayê dide.
Îja li vir pismam, sîstemeke din î pir xweş a çûnûhatinê jî sîstema bisqilêtê ye. Ger pêdiviya meriv zêde bi metro û otobêsan tinebe, hewce nake meriv qertên mehane bistîne. Li vir li her derê bisqilêt hene, meriv dikare rojane, heftane, mehane û salane kirê bike. Tu yê bêjî ev sîstem çawa ye? Ser meseleyê ez dixwazim salane kirê bikim. Salane heqê wê ez ne şaş bim 40 Euro ye. Ev bisqilêt li gelek kuçe û kolanan hatine rêzkirin, rawestgehên wan hene, her rêz bîst sî heb filan. Bi awayekî elektronîk ev bisqilêt di rêza xwe de hatine kilîtkirin. Gava tu qertên wan distînî, tu qerta xwe lê dixî, bisqilêtê derdixî, lê gava ku bisqilêt ji cihê xwe bê derxistin, divê heta sî çil deqeyan li rawestgehekê cardî bê teslîmkirin. Ev ji bo wê ye ku her kes karibe jê îstifade bike. Helbet gava te bisqilêt danî rawestgehekê, cardî tu dikarî jê derxî. Yanî her sî çil deqeyê carekê meriv li rawestgehekê têxe cihê wê û derxe, tişt pê nayê. Hêj min nestendiye lê dilê min jî heye bistînim.
Dehê mehê min dest bi staja xwe kir. Li enstîtuyê zêde karê min tine ye, esas zêde karek jî tine ye ku ez bikim, pênc şeş kes daîmî li enstîtuyê dixebitin, karên esas ew dikin. Xeyn ji min, hevaleke din jî wekî min li wir stajê dike, ew jî ji zanîngeha min bû. Li enstîtuyê bêtir rûdinim ji xwe re kitêban dixwînim, nêzî sêzdeh çardeh hezar kitêb li enstîtuyê hene. Gelek berhemên kurdî û yên li ser kurdan ên kevn hene. Hêj min dest nedaye wan. Wê rojê min li hejmarên ewil ên Rya Teze nihêrî. Li nav enstîtuyê portreyên gelek şexsiyetên kurd hene. Li hêwanê aleke mezin a Kurdistanê heye. Qata ewil hêwan e, li kêlekê dersxane heye, kurs û ders li vir tên dayîn. Qata jorê jî kitêbxane ye û odeyên xebatkaran jî li qata yekem û duyem in. Qata Kendal Nezan jî li herî jorê ye, lê ez hê neçûme wir. Li vir min Kek Şerafettin, Yaqûb, Gerard û Joyce Blau nas kir. Xanim Joyce pir yextiyar bûye, lê hê jî dixebite. Nizanim ka berê dikaribû b kurdî biaxive an na lê niha nikaribû. Xanim Joyce pir henûn e, her tim dixwaze alîkariya meriv bike. Heta ku ez li wir bûm Kendal Nezan ne li wir bû. Min ji Joyce Blau re got, ez dixwazim wî bibînim, got ez ê ragihînim wî, lê hêj deng derneket. Jixwe ev çend roj e enstîtu ji bo min tetîl e, ji ber ku bernameyeke taybet ya enstîtuyê heye, ji bo du sê rojan ew ê ders bê dayîn ji aliyê çend akademîsyenan ve, kesên ku tev li vê bernameyê bûne bi heqê tevlêbûna bernameyê dane û tev lê bûne. Loma enstîtu ev çend roj e ji bo wan tenê vekirî ye. Bernameyeke xweş e. Li enstîtuyê zêde kes nayê bixebite. Rojê du sê kes tên. Xanimek bi navê Sofya heye ku her roj tê wêneyan arşîv dike. Dîsa camêrek hebû ku ji Lîtwaniyê hatibû, min nav ji bîr kir, li ser têkiliya zimanê rûsî û kurdî dixebitî, dihat li berhemên kurdî yên kevn ên Sovyeta Berê dinêrî. Wê rojê xortek ji Londrayê hat, li kovaran dinerî. Ez jî carê berhemekê vedikim, hinek lê dinerim, aciz dibim, yeke din vedikim.
Parîs cihekî mezin e pismam, di van rojan de li gelek cihan geriyam lê taqeta min tine behsa gişan bikim. Nivîsandina Fransî bi rastî jî ezabek e, nivîsandin û axaftin ji hev pir cihê ye, loma ez ê hin navan li gor telafûzê binivîsim. Li Şatleyê, li Konkoxê, li Eyfelê, li Le Hallesê, li Gar de Nordê, li Şanzelîzê, li Operayê, li ber Çemê Senê, li gelek cihên bieleqe û bêeleqe boş berdayî geriyam û meşiyam. Wê rojê bi mebesta ku li keştiya gerê ya ji bo turîstan siwar bibim, min lêxist hatim Şatleyê, li wir çend kîlometreyan li ber çem meşiyam lê min keştiyek peyda nekir, aciz bûm, li cihekî ku nizanim ku der e li trênekê siwar bûm çûm derekê, li wir jî wis geriyam, li metroyekê siwar bûm çûm dereke din, wer hasil li gelek rawestgehan hema wisa daketim û geriyam, piçekî min got ez derdorê nas bikim. Jixwe li vir serê du gavan rawestgehek derdikeve pêşiya mirov, meriv bixwaze here ku diçe wir. Ez bawer nakim kes li Parîsê wenda bibe, ger înternet hebe bes e, ji nexşe û RATP yê (bernameya ku xetên hesin ên çûnûhatinê nîşan dide û dibêje ka tu yê ji kîjan xetê biçî ku) meriv her tiştî derdixe. Lê mîratê a min hema bêje ji vê xeta telefona min qet înternet nakêşe, rojê saetek an du saet înterneta min heye an tineye. Min xeteke bi navê Lycamobile stendiye ku ne hêjayî serê pîvazekê ye. Sirf ji ber ku xeteke sabît bû û tarîfeyên wê erzan bûn min stend. Lê jehr tê de be. Bes du rojên ewil min gelek zehmetî li vir kişand, gelek cih min tevlihev kirin.
Ecêb e pismam, ev çend car e li nav rê min disekinînin tişt miştan ji min dipirsin. Heyran qurban ez jî xerîb im, ne Fransiz im. Qe nebe ez "Je ne sais pas français" (ez fransî nizanim) hîn bûme, ez ê ji wan re bêjim bila dev ji min berdin. Axaftinên min ên li market û firnê jî içler acisi ye. Tu bi fransî tiştekî dipirsî lê tiştekî wisa dibêjin ne ew tişt e ku tu li hêviyê yî, wer disekinî li rûyê wan mêze dikî. Li vir li kurd û tirk piranî karê doner-kebab û înşaatê dikin. Ji ber ku li gor xwarinên din erzan e ez jî diçim restoranên wan. Bi 5.50 euroyî meriv têr dibe yanî.
Min hêj baş pê dernexist ka Fransayî însanên çawa ne, lê rojê hezar caran dibêjin, mösyö, madam, mexsî, paxdon. Li vir gelek Mexribî hene. Cihê ku ez lê dimînim wer xuya ye ew ji Fransiyan zêdetir in. Li çend cihan min didît xort û ciwanên wan hev maç dikin. Rojekê li ber Eyfelê baranê lê kir, min xwe da bin darekê, min nihêrî keç û xortek li kêleka min mirç û mirç hey hev maç dikin, ne deqeyek ne du deqe, keçik şeytan xuya dikir, ne ji me bûya, dê kurik li bin wê darê pehn bikira. Keçikê tiştin din jî kirin lê qet ne hêja ye di vê nameyê de behs bikim.
Parîs bajarekî ecêb e bi rastî Omer. Gelek tişt hene, lê niha nayêne bîra min û naxwazim nameyê dirêj bikim. Ger tiştekî ku tu meraq dikî hebe bipirse, ez ê li gor wê behs bikim, bi vî awayî dê baştir be. Wekî din tu niha çi dikî? Dilê te tineye ji taşraya xwe dûr bikevî û derkevî gereke ber bi van aliyan de? Ka çi xeber li cem te hene, hele bibêje, lo.
Înanolo