5 Temmuz 2017 Çarşamba

Dinya

Merheba Omer

Gava din min bernameyeke blogspotê daxist telefona xwe ku ji ser vê bernameyê ji te re binivîsim, lê min çer dît pûntoyên nivîsê nikarim biguherînim, tavilê jê aciz bûm û min destê xwe ji vê bernameyê şişt. Niha li ser telefonê, lê ne bi wê bernameyê, li şaneşîneke kolanekê ya li pişt sahîla Uskudarê, li ber guveguva bê û hejîna pace û derabeyan, nig li ser êkûdu ji te re dinivîsim. Ji ber ku çend roj di ser nameya min a berê de bihurîn, çêtir e behs bikim ka van rojan min çi dîtin û çi nedîtin.

Roja şemiyê zû bi erebeya zavayê xwe tevî bavê xwe hatim balafirxaneyê, wan ez li wir hiştim û çûn. Bi qasî du sê saetan li wir mam heta ku balafira me firiya. Ez ditirsiyam ku valîzê min bîst kîloyî derbas bike ji ber ku heqê begajê ewqas bû, tew ji ber vê min hin eşyayên zêde bi xwe re neanîn, lê tu nabêjî valîzê min 15 kîlo derket, ecêba mezin. Cara duduyan bû ku li balafirê siwar dibûm, cara ewil par bû ku ji Stenbolê hatibûm Diyarbekirê. Min di pêşî de bi online check-inê paldankeke ber pencereyê ji xwe re veqetand. Gava ku dê balafir bifiriya ez her bi kembera ewlehiyê daketibûm, min fam nekir çima qayîş xwe bi xwe ji hev dikişe, min got qey di vê qayîşê de xisar heye, ji camêrekî kêleka xwe min pirs kir, axir got qayîş ji aliyê çepê ji xwe ji hev dikişe lê gava tu xwe bi carekê bidî pêş ji hev naçe filan. Mala wî ava be, wî ez ji derdê qayîşê jî xilas kirim. Ez di balafirê de gelekî aciz bûm, du saet û tiştek dom kir. Tişta herî xirab hatî serê min jî ew bû ku destikê valîzê min şikiyabû. Li cihê valîza çawa çav pê ketim, jinikek got her şikayet bike, ez çûm THYê, min got hal mesele ev e, kaxezek dan dest min ez çûm tamîrxaneya valîzan, valîzê min tamîr kirin. Lê her çi tamîr kiribin jî, ez baş zanim ew ê dîsa destikê wê bişike li balafirxaneyekê. Ji xwe heta ku min ew bir tamîrxaneyê, kezeba min ji devê min derket. 

Du rojên ewil ku ez hatim Stenbol dişewitî. Ji ber ku em hînî germa ziwa ya Kurdistanê bûne, ev germa şil ya Stenbolê malik li meriv xera dike. Îja ku germî li aliyekî, nêm li aliyekî.

Duh piştî nîvro ez, Mewlûd Oguz û Mem Jan gihaştin hev. Me gotibû em di 3yan de li Kadikoyê hev bibînin, lê ew hinekî zûtir gihaştibûn wir, min jî dikir ku zûtir biçim lê karekî min li bankayê derket, ez bi wê daketim. Saet sê kêm deh deqe filan li Kadikoyê bûm. Ew li Maruf Kahveyê rûniştibûn, nêzî Mizgefta Osman Aga. Mem tîşortekî sor li ser hebû, porê wî û riha wî têra xwe kin bû. Welê ji min re hat ku hinekî kîlo daye, lê wî got ji ber porê xwe yê kin wiha xuya dike. Mewlûd ji cara berê çelengtir û ciwantir dixuya, kapriyekî gewr î biberîk û tîşortekî gewr lê bû. Bi herduyan re jî çenteyek hebû, ê Mem ê pistê û yê Mewlûd jî yê destan bû. Me têra xwe sohbetek xweş gerand, çi nema ku em li ser axivîn. Tew me qala wê meseleya te û Mem jî kir, a ku rêya we digihaşt heman kuçeyê. Mewlûd got pêvajoya dawî herî pir li te û Mihemed Ronahî nehatiye, îja xwest çi bibêje niha baştir zanî. Bi Mem re herî dawî par van çaxan me hev dîtibû. Ji zû de ye pêjna wî jî mîna piraniya nifşê we nedihat. Carinan bi wêne û kompozîsyonên hunerî û balkêş dilê me xweş dikir, lê êdî ew jî neman. Mewlûd jixwe her tim wek xwendevakî dilsoz tê ber çavê min, tiştên ku meriv jê hîn bibe ne yek in û ne jî dudo ye. Ez bi meraq rêzenivîsa wî ya Bêndera Çandê dişopînim, çimkî agahî û detayên ji hev enteresantir tê de hene ku tenê xwendevanekî weke wî dilsoz dikare bigihîje van detayan. 

Piştre em ji Maruf Kahveyê derketin û ber bi sahîla Modayê meşiyan. Em li Moda Aile Çay Bahçesi rûniştin. Li vir nîqaşek mezin li ser Ahmet Güneştekin û berhemên wî çêbû di navbera me de. Li ser helwest û uslûba wî, hunermendî û muxalifî filan. Lê di vê minarê de lihevkirinek çênebû. 

Ji ber ku duh hevdîtineke min dê bi Şerîf Keya re jî hebûya û ji ber ku Mewlûd xwest wî nas bike, Şerîf jî piştre hat tev li me bû. Mem ji ber ku hevdîtineke wî bi hevalekî din re jî hebû, beriya ku Şerîf were ji me veqetiya. Ji ber ku ez û Mewlûd hinekî birçî bûn, li nêzî Mizgefta Osman Aga, menemençêkerek ber bi çavê min ketibû ku dinivîsand Meşhur Kadikoy Menemencisi û ji ber ku kêfa min ji menemenê re tê, em çûn cem menemençêkerî. Me bi hev re menemenek pir xweş xwar û em çûn Nazim Çay Bahçesi ku Şerîf ji me xwestibû em biçin wir. Par cara pêşî dîsa min û Şerîf li vir hev dîtibû. Çima Şerîf ewqasî ji Nazimê hez dike, min hê jî fam nekiriye. Cihekî çepgiran xuya dikir. Piştî ku çend deqeyan em rûniştin, Şerîf jî hat. Şerîf simbêl berdabû. Cara pêşîn min ew wisa didît. Her wiha fanêreyek jî li ser bû. Baş kiribû, çimkî duh dinya ewr û sar bû. Bayekî hinekî sar hebû. Wekî tu jî dizanî meyla Şerîf pirtir li ser berhemên fantastik û honaka zanistî ye. Çend xebatên wî di vê mijarê de li ser bloga wî hene. Ji me re qala cureyeke edebî bi navê hûrçîrokê jî kir ku cureya kurt a pexşanî ye weke haikuyan filan. Her hûrçîrok ji du sê hevokan pêk tê. Şerîf dixwaze bi vê cureyê binivîse. Qal dikir ku gelek çîrok di serê wî de hene lê ji ber vê tirs û kompleksa ziman nikare binivîse. Halbikî meseleya herî mezin çîrok e, kesên xwedîçîrok çima ji xwe re ziman dikin mesele, ez fam nakim. Meriv bi kurmanciyeke pir xirab jî dikare çîrokeke pir serkeftî binivîse. Û meriv dikare bi kurmanciyeke pir serkeftî jî çîrokeke pir xirab binivîse. Heçê ku dikare du hevokan rast binivîse çênabe ku meriv bi çavê nivîskarekî baş lê binere. Xwezî gelek çîrokên min hebûna û min ew bi zimanekî pir pir xirab jî binivîsiya. Qet ne xem e, kî ji xwe re artîstiya ziman dike bila bike. Piştî sohbeteke xweş li dor vê mijarê Kek Mewlûd ji me veqetiya. Em jî hinekî li ser bankeke hember sahîlê rûniştin û paşê ew bi aliyekî de çû, ez bi aliyekî. 

Îro dinya hênike, ew germiya beriya çend rojan nîne. Hêvî ew e ku heta çend rojan wiha be. Ka em minêrin. 

Înanolo