Merheba Omer,
Li ber ketim ku tu mehekê ji mekteba xwe hatiyî dûrxistin. Qey a li eniya te nivîsandî ne qeder e lê bêşansî bi xwe ye. Neke xem, qey ev jî dibihure, axir û oxir dinyaligê ye.
Min roja şemiyê lêxist hatim Bismilê. Ne wek salên berê ji bo demekê, lê bi temamî. Min kinc û kitêbên xwe dan hev, tiştên mayî min li malê, ji hevalan re hişt, û hin eşyayên din jî bo hevalên xwendekar. Roja ku ez ê bihatima, li serê rê min belgeya xwe ya mezûniyetê ya wergerandî ji bûroya tercûmeyê wergirt lê min nizanibû noter ew qas pere dixwaza ji bo van tiştan. Jixwe tev ji ber van tiştan wer bêpere mam. Mala wî ava, camêrê bûroyê ez bi erebeyê anîm heta Zîraat Bankê, min li wir hinek pere girt û da wî. Rawestgeha dolmîşên Diyarbekirê nêzî wir bû axir, di wê keleqiça germê de û di bin wî barê giran de ez ê bûbûma şirrik.
Rawestgeha dolmîşên Diyarbekirê berê hinekî li jora Ziraatê bû, lê ji ber ku bê rûhsat bûye, qeyyûm cihê wan xira kir. Niha cihê wan kuçeya li pişt avahiya Kimlik û A-101ê ye. Cihê berê xweştir bû, lê êdî ji bo min ne xem e. Tişta min fam nekir, heqê rê bûye 14 lîre. Evana ji Xwedê natirsin, Diyarbekir û Mêrdîn du gav in. Berê heqrêya dolmîşên Bismil-Diyarbekirê 6 lîre bû, niha kirine 5 lîre. Her wiha rêya Erxenî-Diyarbekirê ji ya Bismil-Diyarbekirê dirêjtir e, lê heqrêya wan 3 lîre ye. Helal be ji şoforên Erxeniyê re, keda wan helal e.
Min got Bismil, lê min fam kir ku ez ji Bismilê hez nakim. Çend sal e, her cara ku têm Bismilê li vir aciz dibim. Aliyê wê yê herî baş ew e ku ji xwe re li malê rûnim heta êvarê. Tevî ku ew jî diltengî ye. Ev şapatek e bavê min xarên keviran çêdike. Duh mn vîdeoyeke wî ya dirêj girt gava ku xar çêdikir û qala serbihuriya van xaran dikir. Kevirên van xaran tenê li gundê me hene, loma jê re dibêjin Xarên Dêrîş jî. Li gor ku bavê min qal dikir, berê ji dervê gund xelk bi dizî dihatin ku van keviran bidizin û xaran çêbikin, lê gundiyan bera wan kesan dida û nedihiştin kevirên wan bibin. Dîroka lîstika xaran (wan jê re gotiye xarmenaş) û kevirê wê li gundê me pir kevn e, bavê min ji roja ku dîtiye ev xar hebûne. Bi salên heftêyî re êdî gundî hêdî hêdî terka van xaran dikin û kes êdî nalîze. Dibe ku ji ber rewşa siyasî ya wê çaxê jî be.
Li gor ku bavê min qal dikir, ji her rengî kevir hebûne tê de, heta hinekên bi resim jî hebûne. Pêşî parçeyek ji van keviran bi qasî kulmekê tînin û bi qasî rojek di rojan wî girover dikin. Karekî pir zehmet e. Kevirê ku pê girover dikin jê re dibêjin hestem. Bi carekê re kevir girover nabe. Hêdî hêdî kevir li hestem dixin û dizîvirinîn wek tekerî û hêdî hêdî ew perçeyên zêde dibin xwelî û diçin. Piştî ku tam girover bû, ji bo ku xar şayîk bibe, bi rûyê hestem didin û hey didin, dû re dixin nav rûnê nivîşk, ji nav rûn derdixin, pîvazên sorkirî li dora xarê didin û potekî lê dipêçin bi şertê ku qet hewa nestîne. Xar rojekê di nav potik de dimîne, herî dawî wî xarî ji nav potik derdixin û bi cihekî zivir didin. Niha li gund kes wan xaran çênake. Tê bîra min bavê min berê pir qala xarên Dêrîş dikir, lê cara pêşîn e ku dibînim bavê min xaran çêdike. Xuya ye ev sî çil sal e çênekiriye. Ji bo çêkirina xaran sebr û qaweta milan divê. Niha hin kes hene ku van xaran bi buhayekî zêde dikirin. Ez fikirîm ku belgefîlmeke baş li ser van xarên Dêrîş çêdibe, lê ka dê kî çêbike, ew ne diyar e.
Înanolo