Merheba Omer,
Piştî Parîsê nizanim dikim çi bikim, lê ger derfet hebûya min jî dixwest hema kozikeke min hebûya û kes îşê xwe ji min neaniya. Ez ji betaliyê hez dikim pismam. Ne ku karekî min hebe û heta dawiya umrê xwe pê re bilî bibim. Lê ew cesareta min jî tineye ku dev ji her tiştî berdim û bidim dû dilê xwe, xerîkî heyateke bê mebest û armanc bibim.
Rêya herî baş li ber min akademî xuya ye Omero. Di civateke wisa de belkî nebim akademîsyenekî baş, lê qe nebe ez ê karibim bi rihetî debara xwe bikim û di wextê xwe yê vala de bi xwendinên xwe yên amator (ji bo ku mebesta min baştir bê famkirin li têgeha "amatorîzm"ê ya Edward Said binêre di "Entelektuel"a berhema wî de) î dimîne keştiyeke bêrota heyata xwe bibim serî. Xulqê min ji karên bi dîsîplîn û rêkûpêk re teng e. Akademî jî wisa ye, heta ku sax bim naxwazim di xetekê de bimeşim. Mesela di akademiyê de naxwazim tenê di qadekê de bixebitim û her û her pabendî wê qadê bim. Ewqas qadên ciyawaz î xweş hene ku çênabe meriv xwe ji tam û heyecana wan bike. Ji bo ku meriv her tim di xetekê de bimeşe, qey lazim e makîne û robot be. Erê, ez ê di qadekê de nebim pispor, lê ez ê wê zewq û heyecana xwe ya hînbûnê jî ti carî ji dest nedim.
Omer havîn e û min bêriya wan şevên berê yên havînê kiriye, wan şevên ku piştî mixurbê diçûm ser têxt li ser xênî, li ber nermebayekî min bêxem xwe vedizeland û bixwebere noqî nav çîrok û xeyalan dibûm. Lê ji ber ku nayê bîra min ka min di nameyeke xwe de qet behsa vê bêrîkirina xwe kiriye an, loma tirsa min ji wê tirsê ye ku têkevim nav dubarebûnê. Ger min bîranîneke xwe dubare kir, ji kerema xwe bîne bîra min. Îja di wan şevan de me bi lîstika sobeyê dilîst pismam. Me bi lîstika çavgirtinkê jî dilîst. Di zarokatiya xwe de ditirsiyam ku bi şev tenê ji malê dûr bikevim û biçim cihekî din. Ji ber ku mala me tam li hember goristanê bû û pirraniya diz û serseriyan li wî aliyî bûn. Erê, gelekên wan me hev nas dikir û bela xwe di me nedidan, û belkî jî ji ber vê naskirinê bû ku ti carî diz neketin mala me, lê dîsa jî tirseke min hebû û wek stargehekê bû mala me ya ber goristanê, wek malzarokekê. Ji xwe li wê malê Xwedê ez dam.
Min nedizanî nimêj bikim pismam, tevî ku min wextekê pir dixwest, ez ti carî hîn nebûm. Min Quran jî nexwend pismam. Ger tu bêjî elîbêtik, ew jî du sê rûpel min jê xwendiye û di nîvî de hiştiye. Nasîna min a bi herfên erebî re tinebû, li zanîngehê hîn bûm. Lê tu ji min bipirsî, xwezî di zaroktiyê de hînî nimêjê bûbûma, xwezî min Quran xitim bikira, xwezî min rojî bigirta. Niha ji dilê min nayê, yekê ji vana jî bikim. Li dibistana seretayî min çend sûret ji ber kiribûn, lê ji ber ku min pêdivî qet pê nedît, xeyn ji Fatîheyê ti sûretên din tam î temam nizanim. Tew ji ber ku ji zû de neçûme te'ziyan, carinan dikevim gumanê gelo min Fatîhe jî ji bîr kiriye. Carinan bêriya wan rojan dikim. Carinan dixwazim bibim kesekî dîndar, carinan pir dixwazim baweriya min bi baweriyekê pir saxlem be. Carinan pêdiviya min pir bi wê baweriyê jî çêdibe. Lê çênabe, ew bawerî ji min diçe, bar dike. Wê rojê hevalê min ê malê got, ka em biçin terawîhê, min got tu biçe, ez naçim tiştên wisa. Ez dibêjim qey heta niha yek du caran çûme terawîhan, ew jî di zaroktiyê de.
Duh cara pêşîn min "Hindistan Cevizi" xwar, bi SERAYÊ re. Fêkiyekî wer ecêb û zor zehmet min nedîtiye pismam. Pêşî tu bi kêrê serê wê dikeritînî, dû re bi tornawîdayê di wî cihê keritandî re radikî, qamîşekî (pîpet) di wî cihî re dixiyê û şîrê wê vedixwî. Piştî ku şîr vedixwî, bi tevşo li nava fêkî dixî heta ku xêzek tê de çê bibe û biderize. Piştî ku derizî tu qalikê wê yê ser derdixî û qalikê binî jî bi kêrê jê dikî û wisa dixwî. Eyn tama Cocostarê dide, tameke cuda ye, lazim e meriv qe nebe carekê bixwe.
Pismam ka tu ji kîjan taman hez dikî? Hêvî dikim derba ewil nebêjî tama îsotê. Gayrı resmi İsot tarihi: Haziran 2017. Pêşniyaz e, bila bibe navê nivîseke te ya din.
Xêr û xweşî para te be.
Înanolo