Merheba Omer,
Îro min hemû pêwendiyên xwe bi zanîngehê re birrîn û bi awayekî fermî mezûn bûm. Zanîngehê ji duh ve formek da dest min ku bibim bi çend kesan bidim îmzekirin û bi vî awayî dawiyê li pêwendiya wan bînim. Werhasil, belgeya mezûniyetê dan min ku heta demekê li şûna dîplomayê digire. Çawa ku min rahişt belgeya mezûniyetê, min lêxist bir bûroyeke tercûmeyê da ku wergerînim îngilîzî. Tu nabêjî hevalê ku li bûroyê dixebitî jî xwendekarê beşa me bû û ji Amûdê bû. Camêr gote min tu jî dikarî biçî noterê û bibî tercûmanê sondxarî yê kurdî-tirkî, ji ber ku min beşa kurdî xilas kiriye. Yanî kesê ku ji beşeke kurdî mezûn nebûbe, nikare bibe tercûmanê kurdî-tirkî birrê min! Ka ku rê ketê, ez ê biçim noterê.
Roja çarşemê jî vîzeya min a Fransayê hat, axirkê, mala Xwedê ava... Karê vîzeyê ewqasî wext girt, qet nebêje. Ez niha fam dikim ka çima ewqas kes nikarin vîzeyê bigirin û hewl didin bi qaçaxî derbasî welatên din bibin. Zehmet e bira, ne zehmet be jî, stresa wê pir e. Ewqas tişt ez ji ber derdê erasmûs û vîzeyê jiyam, ewqas tişt hatin serê me, ewqas pereyê me çû, lê ji bo ku ewqas tişt neyên serê hevalan difikirim ku li ser tecrûbeyên xwe yên erasmûsê binivîsim di bloga xwe de. Bi taybet ji bo xwendekarên beşa kurdî. Ka divê ji roja ewil de çawa tevbigerin, serî li kîjan saziyan bidin, çawa serî li vîzeyê bidin filan û bêvan. Ez ewqasî bi nezanî tevgeriyam, gelek pereyê min çû, lê min fam kir êdî ez ê careke din çi bikim û çawa tevbigerim. Ev hemû nezaniyên min jî ji min re bûn tecrûbe. Îja ji bo pênc mehan min sîgorteya xwe ya li Ewropayê çêkir, ger ez li wan welatan mirim, bizane sîgortaya min li pişt min e, ew ê min têxe darbestekê û bîne warê bav û kalan. Mala te ava be sîgorta!
Pismam te qala şêraniyê kiriye, ez mekanekî şêraniyê (datlî) ji te re bêjim, ger tu hatî Mêrdînê teqez biçe datlîyekî wî bixwe, tu poşman nabî. Cihê ku ez dibêjim, li hember parka Edliyê, ji Mîgrosê bi destê çepê, min qet bala xwe nedaye navê mekan, loma nizanim. Ev datlîcî jî nû vebûye. Di rojiyê de wek firneyekê dixebite, bi qasî firneyekê însan dikevine rêzê ji bo ku datlî bigirin. Beriya rojiyê carê dihatim, li gor datliyên din meriv pê naêşe, tama wê xweştir e.
Çend roj berê min romana Kobanî ya Jan Dost qedand. Ez hinekî şaş mam, min ji xwe re digot çawa çêdibe Jan Dost dikare ewqas romaneke serkeftî binivîse li ser Kobanî û şerê vî bajarî yê li hember DAEŞê (di romanê de wisa derbas dibe, ma ne weşanên me her tim dibêjin DAIŞ, kîjan rast e?) tevî ku ew bi salan e dûrî Kobaniyê ye û di dema şer de jî ne li Kobaniyê bû. Nexwe meriv dikare berhemeke baş li ser bajarê xwe an jî bajarekî din binivîse bêyî ku li wî bajarî be û bi salan dûrî wî be. Çîroksazî û karakterîzasyona romanê baş hatibû hûnandin, çend fokûsên cuda û guhêrbar meraqa xwendinê her bilindtir dikirin û her meraqek li min peyda dikir ji ber ku fokûsekê di nîvî de dihişt û derbasî fokûsek û sehneyeke din dibû, ew fokûs jî di nîvî de dima û derbasî yeke din, yeke din... Karakterên romanê zindî bûn, xeberdanên wan, taybetiyên wan ji hev cuda û xweser bûn, temsîla ji her çînê hebû di van karakteran de. Roman diyalojîk (pirdeng) bû, ji ber ku diyalogên kesên ji Kobaniyê û derdora Sirûcê bi devoka Beraziyan û wê herêmê bû. Ev diyalog romanê rengîntir dikirin. Wekî din ji aliyê fikran ve roman diyalojîk bû, xeberdan û hizirîna karakteran ji hev cuda bû û li gor taybetiyên wan ên şexsî hatibûn gotin. Ez bi xwe rastî mudaxeleyeke fikrî ya nivîskar nehatim. Mesela di gelek cihan de karakterên wî dev diavêtin pêşmergeyan çima ku li Şengalê wan bi tenê hiştine û "reviyane" (ez dibêjim reviyane, çimkî di romanê de jî dibêje pêşmerge reviyane), ji ber wan ji aliyê DAEŞiyan ve hatine kuştin û dest dirêjî wan bûye û mesela qala YPGê jî dikir û dihat gotin asayişa wan kesan direvîne, hin kesan dikuje û filan û bêvan. Yanî Jan Dost aliyekî biçûk nedikir û aliyê din mezin nedikir. Her wiha roman ji aliyê mekan ve jî serkeftî ye, tê de qala gelek mekanên Kobanî hatiye kirin ku di serê meriv de zindî dibe.
Ez ecêb dimînim, beriya ku Kobanî biweşe tofan rakirin, hezar tişt li ser gotin, tiştên bêeleqe. Yaw niza ji şervan û YPGê re daye xeberan, niza dev avêtiye kî, çi kiriye, wî kiriye, virde wirde. Ê heyra ma kes ne mecbûr e ji kesî hez bike, kes ne mecbûr e ji miletê xwe hez bike. Yanî îro ro nivîskarekî me yê kurd rabe, bibêje "ez di miletê xwe nim, ez di kurdan nim, kurd nakin pênc pere, bila kurd berhemên min nexwînin tenê ez ê bixwînim" hwd, em rabin wî ji edebiyata xwe afaroz bikin û berhemên wî bêqîmet bikin? Ecêba giran, tu bawer bike, piştî çend salên din kes serê xwe bi van nîqaşan re naêşîne û wê ne di xema kesî de be ka nivîskarê wan dev avêtiye kîjan serokî, kîjan tevgerê, kîjan partiyê, kîjan şervanan. Çi ye? Tu nikarî dev biavêjî nirxên min. Çima heyran, tiştekî ji min re bi nirx e belkî ji kesekî re ne bi nirx e, ma ji bo ku dev avêtiye nirxê min, hey ev nirx namire û pûç nabe. Divê em tu tiştî fetîşîze nekin, ti tiştî dernexin asteke pîroz, divê em xwe sînordar nekin bi aliyekî. Ev nîqaşên beredayî tenê ji ber van nirx û pîroziyan diqewime. Tu tiştek ne pîroz e ji şexs wêdetir.
Bi baweriya min xwendevanên dilsoz û baş ne kêm, pir pir kêmtir in. Îro ro xwendevanên Jan Dost çend heb ji wan ji xwe re dibêje ez dilsoz im? Gelo fikirîne ku ger rojekê Jan Dost fikrê wî biguhere û îja xeberan û heqaretan ji peşmergeyan û PDKê an jî partiyeke Başûr re bide, ji serokên wan re bide, ev xwendevanên ku îro jê hez dikin û her pesnê wî didin, ew ê dîsa ji wî berhemên wî hez bikin? Ez bawer nakim, çawa ku îro gelek xwendevanên alîgirên PYD û PKKê ji ber van tevgerên wî xeberên nemayî li ser şexsê wî dikin û wî û berhemên wî reş û bêqîmet dikin, her wiha dê wê çaxê gelek xwendevanên alîgirên PDK û partiyên Başûr jî dev ji hezkirina wî û berhemên wî berdana, dê xeberên nemayî li ser şexsê wî bikirana, dê wî û berhemên wî reş û bêqîmet bikirana, dê bigotanan ji PDKê û pêşmergeyan re daye xeberan, nirxên me pêpes kiriye, ne ji hedê wî ye dev biavêje pîroziyên me filan û bêvan. Çima ez vêya dibêjim? Çimkî, beriya ku şerê Kobaniyê dest pê bike gelek xwendevanên ku ji wî û berhemên wî hez dikirin, piştî şerê Kobaniyê êdî dev avêtin wî. Xwendevanên ku îro ji berhemên Jan Dost hez dikin û yên ku hez nakin bila ji xwe re careke din bifikirin. Xwendevanên ku îro ji berhemên Jan Dost hez dikin bila ji xwe pirs bikin, her çi jî be dê ji berhemên wî hez bikin an piştî ku fikrê wî guherî û rexne li aliyekî din kir, ew ê dev ji hezkirina wî berdin?
Lazim e her xwendevan ji xwe bipirse, gelo bi rastî jî dilsoz e an piştî hin tiştên fikrî û siyasî yên wisa ji nivîskarê xwe sar dibe û pişta xwe didiyê? Lazim e her xwendevan vekirî be ji nivîskarê xwe re, lazim e ku bizane nivîskarê wî ne robot e û dikare rojekê bi awayekî, rojeke din bi awayekî din be. Lazim e ku bizane, nivîskarê wî yê herî hezkirî jî dikare rojekê ew şaşwaz bike û dev biavêje nirxên wî yên pîroz. Lazim e ku xwendevan ji her tiştî re amade be, lazim e ku dilsozê metnê be. Lê di civateke me ya wisa de, kî ku tiştekî seyr dibêje, lingê wî dişemitînin. Loma civateke wisa li nivîskar û hunermendê xwe ferz dike her bêdeng be, çimkî civata me ji bêdengan hez dike, ji robotan hez dike. Ez jî tê de, gelekên me her ku diçe serî li ber vê civatê datîne û dişibe robotan. Nifşek ava kirin ji robotan. Jehr tê de be.
Înanolo