Merheba pismam,
Tu çawa yî, baş î? Heger tu li min bipirsî, ê min ez baş im, hîç nebe hewl didim xwe li başiyê deynim. Ez vê nameyê ji Bismilê bo te dinivîsim, Bismila ku navika min lê hatiye birrîn. Bi derengî dinivîsim ji te re min hay jê heye, gelekî fedî dikim, yeqîn bik! Ma xwene mehek çêbûye ku min ji te re nenivîsiye? Na lo, ne hewqasî jî. Lê ez bawer dikim ku tu yê ji min sil nebî. Va ye ez hatim, li vir im.
Vê pêlê wer kar û bar li min giran bûye, di wextê bêkarûbariyê de jî heçku di nav karûbarekî giran de me. Bivênevê di vê rewşê de stresa kar û bar jî li te zêde dibe û dihêle ku tu ji ber vê stresê wextê xwe bi gelek tiştên boş û beredayî re bibî serî. Vîzeyên me roja înê bi dawî bûn, meqaleya vîzeyê a li ser Hêlange ya Yaqob Tilermenî demeke dirêj di nav destê min de bû, axir ew jî xilas bû. Îniyê min ewraqên xwe yên ji bo vîzeya Fransayê jî şandin Entabê, ji bo randevûyê. Ev meseleya Fransayê jî ez gelek betilandim, karê burokrasiyê karekî berbad e pismam. Nîvê temenê te di nav van karan de dibihure.
Min duh lêxist ez hatim Bismilê hem ji bo raya xwe ya referandûmê û hem jî bo malbatê. Texmîneke min ji bo referandûmê tune ye, qet min fam nekir ka ew ê "Erê" derkeve an "Na"! Kîjan jî derkeve ez bawer nakim zêde tişt bigugerin lê dîsa jî dilê min li ser tercîhekê ye û ev tercîha min ti eleqeya xwe bi partiyeke siyasî re nîne, tevî ku ez ê di hilbijartinên partiyan ên dahatûyê de cara yekem raya xwe neavêjim.
Gava ku duh bi dolmîşa Bismilê hatim, min xwe wek di filîmê Kemal Sunal de hîs kir, navê filîm çi bû, nehat bîra min, te dî bi ganyanan dilîst û tenê di dolmîşekê de rast pê derdixist û dolmîşeke wek girara gavanan bû, her kes bi awayekî. Zilamê ku li dawiya min bû carê deh çêr bi hev re dikirin, ka bê çi dewa wî hebû, digot; nizanim filankeso li min geriyaye, gotiye were ez li ber mala te li ser qîza te me, ji min re gotiye tu kesê duyem î ji te re didim çêran, filan û fistan. Tişta ecêb, dida xeberan û digot, ez di dolmîşê de me, eyb e meriv bide çêran. Esas, ew diyalojîzm (pirdengî) û heteroglossia (zimanên dîtir) ya Mîhaîl Baxtîn qal dikir, heta radeyeke bilind xwe dida xuyakirin di wê dolmîşê de. Lê bi rastî jî, weku min di dilê xwe de jî gotibû di dolmîşê de, 'eyn niya ser û guhê me mêrik.
Îro tevî kitêba te ya helbestan a navdirêj, min deh kitêbên kurdî-tirkî yên jî girtin û ew birin diyariyî Pirtûkxaneya El-Cezerî ya Bismilê kirin. Tew min abonetiya xwe ya salekê jî çêkir û kengî bixwazim dikarim pirtûkan jê bi deyn bigirim. Xêra Xwedê. Hevalên ku pirtûkxane ava kirine, kedeke mezin dane û spasiyeke mezin heq dikin. Pirtûkxane ji aliyê çend ciwanan ve hatiye damezirandin û ne girêdayî ti sazî û dezgehî ye û heta niha bi rizadilî karên pirtûkxaneyê dane meşandin. Hevalê ku ez pê re axivîm, Hakan Altunç, gazina wî ya yekem, bi mafdarî, ew bû ku ciwan û mamosteyên xwende li pirtûkxaneyê xwedî dernakevin. Wekî din heta niha gelek weşanxaneyên kurdan ji wan re pirtûkên xwe neşandine, tevî ku gelek caran ji wan xwestine. Meriv ecêbmayî dimîne, karê ku divê şaredarî û dewlet bike, çend xort bi keda xwe û bi dilê xwe dikin. Pirtûkxane bêtir hewl dide kurdî bi zarok û ciwanan bide xwendin û hişmendiyeke xwendinê li bajêr ava bike. Li gor ku ji min re got, zarok bêtir bi kurdî dixwînin, ji zarokan jî bêtir zarokên ji ber şerê Sûriyê koçber bûne. Gelek zarok kitêbên kurdî birine û careke din neanîne. Pirtûkxane lîsteyeke kitêbên hewce jî amade kiriye û kesên ku bixwazin dikarin ji wan kitêban diyariyî pirtûkxaneyê bikin, an jî wekî din dikarin kitêban diyariyî pirtûkxaneyê bikin. Wekî din, tiştê ku ji min re hat gotin, armanca pirtûkxaneyê ne hejmara zêde ya pirtûkan e, armanca wê pirtûkên baş û bi qelîte ne ji aliyê naverokê ve, loma ku yek rahije pirtûkê qenebe bila sûdeke baş jê wergire. Li pirtûkxaneyê min hin nivîsên İbrahim Kaypakkaya xwendin. Bila di bîra te de be, heger hin heval pirsa kitêba te bikin, dikarin li Pirtûkxaneya El-Cezerîyê peyda bikin û bixwînin. Bi qasî ku dizanim çapa kitêba te qediyaye û li ser malperan jî peyda nabe.
Nizanim haya te jê heye, hevalên me hejmara nû ya Vejînê çend hefte berê derxistin, lê ne wek fanzîn, ji vê hejmarê û pê de wek kovar. Te carekê gotibû ez dixwazim reklama bloga xwe Perxudresê bidim. Min ji hevalan re got, tu dikarî bi heqê xwe reklama xwe ji bo hejmara 5an bidî ku dê 15ê Gulanê bê çapkirin. Tu vê hejmarê reklama bloga xwe bide, ez ê jî hejmara din ya bloga xwe bidim û belkî bi saya van reklaman em bêtir aktîf bi kar bînin blogên xwe.
Înanolo