Omer,
Ev mehek çêbûye ku em ji hev re nanivîsin. Ez li qusûra te nanerim, tu jî li ya min nenere. Çar pênc roj berê çav bi nameya te ketim, lê min di xwe re nedît ku ji te re binivîsim. Min gote xwe, nenivîsandin çi karekî rihet û xweş e. Lê her tim, li derekê, hin kes hene ku em xwe mecbûr hîs dikin ji wan re binivîsin. Me divê em binivîsin jixwe, lazim e em binivîsin. Lê gava demeke dirêj tu nanivîsî, dibî tenbelê nivîsandinê, ji bîr dikî nivîsandinê, naxwazî bidî nivîsandinê, loma wer dubare dikî nivîsandinê.
Te qala depremê kiriye lê li vir ez bi depremê nehisiyam. Hin kes pê hisiyane lê belê. Deprema ku herî dawî pê hisiyam a Wanê bû. Li dersxaneyê bûm. Li ber pencereyê. Û hîseke wiha jî bi min re çêdibe gelek caran: Ew ê vê kêliyê depremek çêbibe û mala ku tê de me hilweşe. Hîsek wiha bi te re jî çêdibe Omer? Dixwazim Kitêba Sed Şêweyên Mirinê binivîsim.
Ev Adara Mêrdînê hîn şilope ye. Tesîra sermayê hêj tam neşikiyaye. Min ji te re gotibû ku me mala xwe bar kir? Em hatin maleke xweş û germtir. Îsal kuçeyên Mêrdînê bêhtir min diwestînin. Hilkişîn û daketina qiyameyan zehmettir bûye ji min re. Çend şev berê birûsk li Mêrdînê ket, me heta niha dengekî wisa nebihîstibû. Pencereyên malê ji ber vî dengî dihejiyan. Bi birûskê re ceyran jî çû, şantêl jî avêtin. Piştî demekê ceyran hat, lê ji ber ku haya me ji şantêlê tunebû, demeke dirêj jî ji ber şantêlê em di tariyê de man.
Ez havînî diçim Parîsê pismam. Îro ji bo pasaportê çûm emniyetê. Polîsê wir ku hîn bû ez di beşa kurdî de dixwînim, pirs kir ka zimanekî wekî kurdî heye an na, kurd ji hev fam nakin, filan û bêvan. Lê min karê xwe yê li emniyetê hel nekiriye, divê sibe biçim ewraqên xwe teslîm bikim ji bo pasaportê. Piştî paseportê jî ez ê serî li vîzeyê bidim. Axir piştî ku dawetnameya enstîtuyê hat, niha jî meseleya me ya herî muhîm cihê mayînê ye. Em ê li ku bimînin? Hevaleke din jî ji zanîngeha me dê wek min li enstîtuyê staja xwe bike. Ka ti dost û hevalên te li Parîsa xopan tune pismam ku me bihewînin an jî cihekî xweş û erzan bo me peyda bikin? Binêre çi hat bîra min: Kêliyekê min xwe wek Cahit Sıtkı hîs kir ku wî jî demekê li Parîsê ji bo Ziya Osman nameyan dinivîsî.
Ê tu niha çer dikî? Bi çi re mijûl î? Heyata te ya taşrayê çawa ye? Sebr û tebata te li Sirûcê tê an? Ji kerema xwe nalîna min bigihîne deşta Sirûc û Diyarbekirê û beriya mêrxasên Berazan.
Înanolo