6 Ocak 2017 Cuma

Tas-20

Înanolo,

Ku ê Srî Lankayê çay e, ê Tetwanê jî berf û bûz e heyran. Çend ro ne çi wext li vir derdikevim derva bi tirsa ''şemitî û şewitî'' dimeşim. Ez ê li ciyekî rep û li ser piştê bikevim, kesî were hawara min jî tine. Mi go, li vir ji sed metroyî wêde bêlî ye ez ne ê sar û sermê me, ji Deyşta Sirûcê hatime ê germê me. Wa rind hîs dikim wele, meşa min meşa xerîbekî ye. Kenê min bi min tê, lê nakenim.

Ka te çi hişt Înanolo? Bi vê psîkolojîyê menivsîne, tenê wêneyan meşîne, tek wêneyek û hevokek ne li gorî min e û nizam hîn çi û çi? Va qaşo î me yî ku digo divê xwedîyê nameyê gerek serbest be ji dilî wî çito hat wer bike tu bûy. Dikenim welle. Him mudaxelayan qebûl nakî him mudaxale dikî. Çira ku min go dûr û dirêj behsa naveroka kitêban meke te ji dev û pozê min re anî law.. Dikenim, dibêm va biwêja bi Tirkî bû yan bi Kurdî bû law. Êdî ne xem e, bila mantiqa min sadiq, lêkeeeeeeeeee.

Min digo Tetwan. Ê xelkê xelk bihar û havînan tê van deran, ê min ez î baqil im ez di çile'y zivistanê de hatim vir. Navçeyeke ecêb e lê min hîn ti ecêbîya wê nedîtine. Hin hevalên min ên min ew ji Stenbolê û Diyarbekirê nas dikirin li vir bûne parêzer, lê di xwe re nabînim herim silavekê li wan bidim. Pir ji hindur dernakevim jixwe. Tenê me, na ne tenê me, hemû Tetwan ligel min berf dibare bêmane.

Em werin ser meseleya blogê. Ez nizam min berê behs kiribû yan na, di wêjeya tirkan de favorîyekî min î din jî Yusuf Atilgan e. Ne berhemên wî ha, karekterê wî. Çîroka karekterê wî. Atilganê me rokê ji nişka ve dev ji civata wêjeyî berdide û 20 salan, erê tam 20 salan ne dinivsîne ne jî bi kesî re dide distîne. Vedigere gundê xwe herhal, ji xwe re cotkarîyê dike. Piştî 20 salan dîsa ji wêjeyê re merheba û xweş bêş. Nizanim, ruhê min ne dûrî vê yekê ye. Van nameyana jî di nav de, pir caran piştî dinivsînim û diweşînim poşman dibim. Blog jî poşmanîyek bû, min ar berdayê çû. Çi wext hatim ser hişên xwe ez ê vegerînim. Xweliyên herfan, peyvan filan.

Min vê êvarê ji xwe re du kîlo mandelîn kirrî, dixwim û wer dixwim. Ez nizzam. Înano, em ji çi re dinivsînin? Ka hele di nameyê xwe de bersiva vê pirsê bide, rast yanî, bi rastî, em ji çi re dinivsînin? Serê min, min got nivîs jî araqê vedixwe. Ne sergêjî ye, ne serxweşî ye. Çira em vê nameyê nikarin biçirrînin? Ji te re bêjim, wê dinê were wê royê jî bibîne, biçirînin e-nameyan, xerîteyên kevn dê bên çirrandin. Înano, dil biçirîne, mejî biçirîne, pantor bişkivî, pîne bîne.

Ew behra nakeve tasekê, bes a di wê tasê de ava behrê ye. Loma.

Omeros