7 Ocak 2017 Cumartesi

Şûn

Omer, 

Ji duh bi şev ve pir xemgîn im. Duh lîsteyên kesên bi KHKyê hatin îxrackirin belav bû. Di nav wan mamosteyên lîsteyê de pênc ji wan yên beşa me bûn. Mamosteyên ku diketin dersa me, êdî nînin. Wan ewqas ked di ber vê beşê de dabûn, ewqas ji bo me xebitîbûn. Xêra van mamosteyên me di pêşketin û belavbûna qada kurdî de pir bû. Bêguman ew jî wek bi hezaran kesên din bi neheqî û bêdadî hatin îxrackirin, lê ji ber ku mamosteyên me bûn û ji ber ku mamosteyên kurdî bûn, îxrackirina wan ji ya herkesî bêtir ez êşandim. Carna meriv bi êşê nizane heta ku neyê nêzî me. Ew jî çûn û kes ji me nikare hesabê vê yekê bixwaze. Herî pir jî li ber dikevim ku meriv nikare tiştekî bike û destgirêdayî dimîne. Tirs ewqasî mezin bûye ku kes ji me nikare li tiştekî deng bike. Hewldanên me jî bêfêde ne, em çi jî bikin em ê nikaribin bi vê dewletê re serederî bikin. Dewlet e, zalim e, çi jî bike li gor xwe mafdar e. Artuklu ji berê de muxalif e, dizanî. Lê dewlet vê yekê naxwaze êdî. Beşeke kurdî ya li gor dilê xwe dixwaze, ne ya ku ji bo kurdî dixebite û jê re muxalif e. Beşeke terbiyekirî dixwaze. Dixwaze her kes jê re bêdeng be, ji xwe re efendî be. Beşa me heta roja îro jî, tevî gelek êrîş û heqaret û mudaxeleyan jî, karî ku xweserî û muxalifiya xwe biparêze, karî ku bibe navendeke xebat û lêkolînên kurdî. Lê ji niha û pê ve dê pê re mamosteyên din jî bên tasfiyekirin û îxrackirin. Bêguman şaşiyek mezin jî li mamosteyên mayî tê kirin. Ew gotina ku piranî ji bo her qadê tê gotin,  a ku "ên baş çûn, ên mayî jî nizanim çawa ne" gotineke têra xwe şaş e. Gelek mamosteyên me jî destgirêdayî mane, hem ji bo dahatûya beşê ku vala nemîne û hem jî bo dahatûya xwe, nikarin tiştekî bikin. Divê meriv rewşa hev baş fam bike. Ji niha û pê ve dê rewşa beşa me çawa be nizanim, lê wer xuya ye dê ew serdemên zêrîn ên beşa me cardin venegerin. Bêguman hêvî jî û çare jî bi dawî nabin. Dawiya qedexekirin û girtinan nayê. Heger îro Mêrdîn navend e, sibê wê Diyarbekir be, Wan be, Bîngol be. Hêviya min ew e ku mamosteyên me vegerin karê xwe. Û baş dizanim ku dê mamosteyên me yên din, heta ku ji dest wan bê, beşê ji xêrnexwazên kurdî re nehêlin. Lê te dî dewlet e, ku bixwaze, dikare ava jî bike, dikare wêran jî bike. 

Ez bersivek ji hevpeyvîna Mamoste Mikail dişînim. Şûna hemû mamosteyan pir û pir xuya ye. 

M. Bilbil


Înanolo