2 Ocak 2017 Pazartesi

Piyangoya vî temenî

Omer, 

Serê min ji duh êvarê ve diêşe û laşê min sinciriye lê ez dicemidim. Yeqîn sarogermî bûme. Ji duh êvarê ye xew bi çavê min neketiye. Tevî ku gelekî bêhal û westiyayî û bêxew im, dikim nakim xew bi çavê min nakeve û nikarim razim. Laşê min jî pir diêşe Omer, lê ji ber ku min ji te re gotibû behsa nexweşiyên xwe neke, ditirsim ji te re behsa nexweşiyên xwe bikim. Min fam kir ku ez ne kesekî tutarlı me, tişta ku ji te dixwazim tu nekî ez bi xwe dikim. Gelo ez jî dikarim ji poşmaniya dawî îstifade bikim? 

Duh (31ê mehê) êvara sersalê bû. SERAYÊ ez li kuçe û kolanên Mêrdînê têr gerandim. Ji zû ve ye ewqasî negeriyabûm. Lê çenteyê min ê giran ez ji gerê westandim. Ji ber ku wê rojê kes li malê tune bû û min di xwe re nedît xwarinekê çêbikim, bi niyeta ku li derve bixwim derketim. SERAYÊ daxwaza Milli Piyangoyê kir. Min got tu zehmet neke, ma ez ji çi re me. Di rê gelek li dikana piyangoyê geriyam. Min xerîteyê jî vekir lê min nedît. Axir min ji dikandarekî hember avahiya Ak Partiyê pirsî, got berjêr bibe li kêleka A-101ê ye. Ez çûm dikanê, zilamekî xilikmezin li wir bû. Min gotê, bir çeyrek bilet almak istiyorum, gote min, çeyrek bilet kalmadı. Du yarim bilêt hebûn. Mecbûren min yarim bilêt kirî. Şansê me nîne pismam, şansê me hebûya em di vî halî de bûn. Vê sibehê (yaw em derbasî rojeke din bûne, lê ji min nayê bibêjim duh sibehê, yanî sibeha 1ê mehê) me nimreya xwe ya piyangoyê nivîsand, lê ji telebextê me re derneket. Hema amorti derketa, ew jî na. 

Werhasil pismam, ez di kuçeya Mardin Parkê re daketim, hatim çav bi loqenteyeke bi navê Ali Baba ketim. Ne şaş bim Ali Baba'nın Yeri bû. Li Bismilê jî li ser Cada Batmanê beqalek bi navê Ali Baba heye. Xwediyên vê dikanê nas in. Berê mala me tam li hember goristana Cada Batmanê bû. Her êvara înê xanima Ali Baba, Xaltîka Hesretê dihat ser mezel û her tim şekir û çuqlat û filan bêvan dida me. Baweriya te jê hebe, gelek ji mez hez dikir. Bi taybet gelek ji xwişka min hez dikir. Niha jî wêneyekî wê yê bi xwişka min re heye ku xwişka min yek du salî filan e û li ser milê Xaltîka Hesretê ye. Rehma Xwedê lê be, diya min hê jî qala wê û qenciya wê dike. Min got Ali Baba, îja min kebabek xwest. Li hember min wênêyê Marilyn Monroe, de were û bila zikê te têr nebe. 

Dû re em çûn İldoyê. Kêfa min gelek ji İldoyê re tê, erê mesrefê wê hinek heye lê paste û kekên wan gelekî baş û xweş in. Karê xwe baş dikin. Jixwe İldo dibêjin pastaxaneya herî kevn a Mêrdînê ye. Dibêjin ji ber ku xwediyê wê yekî muhafezekar e, rojên sersalan wek cafeyên din tu bernameyan çênake. Bi ya min gelek baş dike. İldo gelek sakin e û hêja ye ku meriv hevpeyvînan li wir çêbike. Piştî İldoyê em çûn fûara kêleka Parka Şaredariyê. Ew der jî qelebalix bû. Xortek li ribabê dixist, zarokê kêlekê li defê dixist. Piştre em meşiyan, maxazeyek nû vebûye li hember Kahve Durağı, her tiştî pênc milyonan difiroşin. Bêtir tiştên nav malê ne. Min ji xwe re cizdanek û ji bo SERAYÊ jî sûsek stend, nigekî wê şikestibû, me bi nêvî stend, du milyon û nîv. Piştî wir jî pismam, gava em ber bi malê dimeşiyan, li hember lojmanên polîsan, hinek li dawî cihekî nû vebûye bi navê Beyoğlu Kitap Cafe. Cihekî sakin û xweş bû. Piştre bi zorê fêkî îkramî me kirin. Mala wan ava be. 

Min pir nivîsiye Omer. Halbikî min digot ez ê paragrafekê binivîsim û biçim razim. Lê gotin û kirin wa nebûye yek. Nizanim bala te kişand. Min hemû nivîs û wêneyên blogê yên 2016an berhev kirin wek cildê yekem. Mala Brûsko ava, belav kir û cihekî xweşik jê re veqetand di blogê de. Yaw te dît Birûsk çawa nivîseke mûhteşem nivîsandiye cardin, reqandiye peyvan. Yaw ji bo Xwedê meriv ew qas xweşik dinivîse û peyvan li hev tîne. Ew wek me ne bê ser û ber e. Kêm dinivîse lê bi rêk û pêk dinivîse. Lê ê me, hema Xwedê çi da. Lê tişt nabe lo, ev jî em in. 

Îro ji işqa cildê yekem ê Berbend Blogê min facea xwe ji bo rojek du rojan vekir da ku nivîseke ji dilê dil li ser vê dosyeyê binivîsim. Beriya nameyê min nivîsî. Ez dixwazim wê nivîsê li vir jî belav bikim ji bo ku wenda nebe û ji ber ku bi blogê û me re eleqedar e: 

"Gotinek heye, ez jî gelek caran dibêjim: Sal û zeman çi zû dibihurin. Dibihurin, rast e, lê tê bêjî qey me tu carî nezanî ka ji ber çi ew qasî zû bihurîn sal û zemanên me yên berê. Ji ber poşmanî, bextewarî, acizî, kar û bar, karbetalî, serkeftin, têkçûn an tiştekî din ê ku me hîç bîr nebiribûyê?... Ne sal bi temamî, lê ji min xweş eyan e ka ji bo çi ev sê çar mehên dawî yên 2016an wer bi lez û bezekê hatin û çûn. Tevî ku ne demeke dirêj e em ji hev re dinivîsin, nameyên min û Omer ên ji 27ê Îlona 2016an û heta roja îro kirin ku ez bi roj û saeta xwe nehisim. Di vî wextî de 105 nameyên me ketin ser hev, tevî gelek wêne û nivîsên wêneyî yên Brûsk ku bêyî wî ev şixul nediçû serî. Nameyên me xwedî her texlît mijar û xeberdanê bûn. Gelek tiştên ku me nedikarî li der û civatekê bêje, bi rihetî ji hev re dinivîsî çimkî kesên sêyem tunebûn. Carê em pev diçinîn, carê em kêfxweş-nexweş-serxweş dibûn, carê em li ser mijareke sosret bi rojan gîro dibûn, carê me henekê xwe bi hev dikir, carê me bîrhatiyên xwe li bêjingê dixistin, lê di giştûkan de şexs û tesîra jiyana rojane ya li ser şexsê me hebû. Me qet qala wê ji hev re nekiribû, lê yeqîn dilsozî bû ya ku carê tanî bîra me ku em ê heta hetayê ji bo hev binivîsin, heta ku yek ji me mir, xatir ji vê dinyaya gewrik xwest û çû. Her 'eynî hîs bû dizanim, misêwa li derekê, di kêliyekê de digote min, "Ji bîr neke Înano, di vê saet û vê kêliyê de nameya xwe binivîse." Di vî wext û zemanî de, ku nivîs pê re pê re tê bêqîmetkirin, ji dê û bavê me ne nameyek û bîranînek lê ev navê me û ger hebe, xanî û eraseyên bê tarîx û bîranîn dimînin. Meriv nizane ka gelo miyada nivîsê bi dawî bû an, ji ber ku her kes fedî dike bibêje "ez jî dinivîsim" an jî fedî dike binivîse. Li derekê, li civatekê meriv dikare ji hev re bibêje, "Îja tu jî li serê me bûyî nivîskar". Li biniya mala me firneciyek heye. Gelek caran meraq dikim ka bi çi awayî wan nanan çêdike, heyata wî bi çi awayî bûye, li firnê çi difikire. Lê bi xwe nikarim û li ber dikevim ku nikare bîranînên xwe binivîse û em jî meraq û heyacanekê bixwînin. Belkî tiştine eletewş dixwazim. Nameyên Dostoyevski tên bîra min. Di hivdehsaliya xwe de nameyekê ji bavê xwe re dinivîse, qala bêperetiya xwe dike û hinek pere jê dixwaze. Belkî jî kula min ew be ku nikarim nameyekê ji bavê xwe re binivîsim û bibêjimê, "Yabo, qedrê Xwedê bikî hinek pereyan ji min re bişîne, heta qirikê ketime bin deynan." Ji ku hatim û ber ku ve çûm nizanim, lê bextewariyeke mezin e ku meriv bizane li derinin dinyayê hezkiriyên meriv hene û ji hev re her tim nameyan dinivîse."

Înanolo