13 Ocak 2017 Cuma

Hesinok

Omer, 

Min desteserkirina  birayê te di nûçeyan de xwend. Hêvîdar im ku demeke zûtir azad bibe. Demeke wisa ye ku kes nizane li ku, bi çi awayî, dê çi were serê wî. 

Ji roja sêşemê de li Bismilê me. Beriya ku werim Bismilê min porê xwe kurt kir û riha xwe li sifirê da ji ber ku diya min ji rih û porê min pir aciz e û min xwest ku hinekî kêfa wan jî xweş bibe. Her kes ecêbmayî dima, ji ber ku bê rih pênc şeş salan ciwantir dibim. Li malê dê û bavê min li ber guhê min xistin ku li ser telefon û înternetan tişt miştan nebêjim û nenivîsim, ji ber ku her çawa be jî polîs dibînin, dixwînin û guhdar dikin. Ji min re behsa buyer û çîrokên dema nêzîk kirin wek her carê, wek ji min re bibe şîret û ez jî tiştekî xirab nekim û nebêjim. Li mala me tê bêjî qey ti tişt naguhere. 

Min ji te re behsa bûta xwe ya modernê kiribû. Îmtihana bûtê pir hêsan hat ji min re, axir min xweş nivîsî. Pirsek li ser Ferhad Pîrbal û yek jî li ser Şêrko Bêkes bû. Ez dibêjim qey min texmîn kiribû dê wan bipirse.

Min dest bi wergerandina Çêştî Micêwir a Hejar kir, te dî min gotibû ji bo teza qedandinê werdigerînim. Tevî ku zimanê Hejar li gor serdema xwe sadetir û zelaltir e jî, gelek peyv û hevok çêdibin ku nikarim ji nav hev derxim. Wextê min pir bi mijûlbûna ferhengên soranî derbas dibe. Helbet ez pê kêfxweş dibim û soraniya xwe ya heyî pêşvetir dibim. Di ber re bi îngilîzî li soranî dixebitim û rêbera soranî ya weşanxaneya Vateyê dixwînim. Ez paragrafa 'ewil a otobiyografiya Hejar ji te re dişînim. Şaşî di wergerê de hebin, ew aîdî min in. 

"Min bi xwe nayê bîra min ka kengê bo yekem car hatime dinyayê. Lê weku wan ji min re gotiye û bavê min di bîranînên xwe de nivîsiye, roja şeşê Şabanê, sala 1339ê hicrî yê mehê, ber destê sibehê –ku rojeke pir sar û bi baran bûye- ji dêya xwe bûme û xwezî ti carî nebûbûma… "

Erebeyeke min jî hebû wextekê, hesin û du tekel.

Înanolo