Tu her kurmancî bixwîne ez jî wer tirkî. Min îro Edebiyatçılarımız Ne Diyor - Mustafa Baydar qedand. Kitêb di sala 1960an de derketiye, têde 50 hevpeyvînên ku bi nivîskarên wan salan re hatine kirin hene. Xweş xuya ye ku Mustafa Baydar berî hemû hevpeyvînên xwe baş xebitiye. Min navê wî bi vê kitêbê bihîst a rast, berê qet li derekê li ber çavên min neketibû. Lê ew jî ji bo tirkan şexsekî nola Ruşen Eşref Ünaydın e, jixwe bi wî re jî hevpeyvîn kiriye.
Nîqaşên zimên, nîqaşên peyvên berê yên nû û çêkirî, mekan, çima ne bajar lê gund, yan çima ne gund lê bajar, ew jî mîna nîqaşên me yên niha 60-70 salên berê di rojeva wêjeya tirkî de bûne. Ji ber ku ez herdu wêjeyan dişopînim heqê min heye ez ya kurdî û tirkî bidim ber hevdu, ne? Na na, ne kîjan ji kîjanê çêtir e.. Tiştekî din. Di wêjeya tirkan de gewre û giregirên wan, gotinên nemayî ji hevdu re kirine. Li cem me tiştekî wisa tine. Komek ku ji berhemekî yan nivîskarekî hez nake, otomotîkmen hemû derdora wêjeyê tevî xwendevan û nivîskaran ne ji berhêm hez dike ne ji nivîskêr. Tu lê dinêrî, herkes wek ku ferz be, ji hin nivîskaran re qet dengê xwe nakin lê hemû peyv û hevokên nivîskarekî din jî di erdê didin.
Mesela li ser helbestê, îro hemû derdora wêjeyî ya tirkan dikarin qerfên xwe bi İkinci Yeniciyan û Orhan Velî bikin. Yan mesela, Nurullah Ataç wextekê gotinên nemayî kirine li ser helbestên Mehmet Akif Ersoy. Lê li cem me çi ye? Tu nivîskarekî mezin bî jî, xwendevanekî jêhatiyê wêjeyê bî jî nabe tu li nigê helbestên Abdulla Peşêw xînî.. Kî yî tu, ji ber ku derdorekê ecibandiye tu jî mecbûr î wî biecibînî! Hele hele ji ber Facebook û Twitterê, bi min wer tê ku ne xweseriya xwendevanan maye ne jî ya nivîskaran. Em hez dikin ji nivîskarên ''piranî''yê ecibandiye, em ditirsin hez bikin ji wan nivîskarên ku ''piranî''yê jê hez nekiriye.
Dev ji wêjeyê berde lo, min got hez, heza te ya SERAYÊyî hat bîra min. Xweş e welle, zikê xwe têr bike, heza xwe jî binivsîne ji pismamê xwe re lê wî dawetî xwarineke xweş meke.. Çi dîn law ew çi wîjdan e? Dinê ji te re jî namîne mêro, ku te careke din xwar pariyekî ji hevalê xwe re rake. Ma çito bû? Ku nebû, ez ê ji Diyarbekirê lêxim werim Mêrdînê nên bixwim û vegerim hema. Henekan dikim henek. Kebaniyeke ku ji hêla we hatibû Diyarbekirê îro ji min re sarmene anîn, ewqas xweş ewqas xweş bûn ku ji ber tehma xweş hindik mabû ez bixerbiliyama biketama. Sirf seba sarmeyan dikarim werim li Mêrdînê bi cî bibim yanî. Ez û zikê min û wanî tim hisretiya şîveke kelandî heta kû ma? Ha, te gotiye xwarinên şor.. Ê me Sirûcliyan, bira tûj be ku kevir be jî em ê bixwin Înano. Demekê li Rihayê dondirmeyên îsotli difiriotin, ez nizanim hîn heye yan na.
Min îro hûrmûrên xwe yên li yazixaneyê manî jî anîn. Min li wê yazixaneyê ji ber dizan him tirseke mezin xwar Înano, him jî zirareke mezin kir. Lê xweş bû. Mehdi Mutlu bi esir re derdixist sazbuşê xwe, Eyşana Elî digot yek royan. Te digot qey Mihemed Arif Cizirî ji tirbê rabûye hatiye li yazixaneya me distrê. Dengî xwe eynî mîna dengî wî dikir Kekê Mehdî. Li ser dengbêjan û kilaman pir tiştan ji wî elimîm. Bi xêra bernameya xwe gerê jî li 36 welatan geriyaye camêr. Ji min re digot ''Teqez here Fasê bibîne, teqez.'' Ê law ez li kû, Fas li kû, dilê min î gerê li kû! Bira ne mecbûr bûya, heta mehekê ji hundir derneketama, di hundir xwe de bigeriyama wer tenê. Kêf.
Kêf dibêjim lê tiştekî din tê bîra min: Piştî ku bi KHKyan gelek saziyên kurdan hatin girtin, çalakiyên çandî, hunerî filan jî di derbekê de kêm bûn li vir Înano. Niha hema bêje tenê saziyek maye li vir, ew jî Weqfa Îsmail Beşikçi ye. Du hefteyan carekê semîrek heye li wir. Duhinî mijara semînerê ''Di Serdema Merwaniyan De Diyarbekir'' bû. Ez û Hatice Kamer tev çûn, me nûçe hazir kir. Axaftvan akademîsyen-dîroknas Yusuf Baluken bû. Tiştên ecêb digotin, Kurd 1100 salên berê jî li Musilê bûne filan. Tu zanî ne min di dilê xwe di çi digot? Kurd 1100 salên berê li Musilê bûne çi ye, nebûne çi ye.. Ev forma meraqê dikuje û bêmane dike mehek e bi min re çêbûye. Divê ez biterikînin Înano. Ê law ez biterikînim çi ye, neterikînim çi ye..
Nasruddewle û Îbn Bextîşo |
Imm, min îşev çi pir nivîsand law. Tesîra sarmeyan e. Bes e, ez herim rakevim. Siba wergera min heye, siba nûçeya min, siba dersa min, siba kirîna hin kitêban, siba xwendin, siba tasnîfkirina hin wêneyan, siba pakkirina odeyê, siba mail, ku baran be siba wêne, siba siba sib siba.
Silav û gulavên nig danîne ser kalorîferê.
Omeros