Omer,
Tu ne bûyî "fenomenolo" lê tam bûyî "îmtihanolo". Xwedê tehba te bi avê de bernede. Zû bibe parêzer da ku em te bikin parêzerê bloga xwe jî, text û bextê dinyayê ye, te dî meriv nizane dê çi bi serê me û yê blogê de were. Ê me jî fînalên me dest pê dikin, roja înê ya Malmîsanij e. Piştî fînalan jî dersên formasyonê dest pê dikin. Îsal, em ê li van deran çorimîş bibin.
Tu ji min re dibêjî behsa Mela Mehmûdê Bazîdî û Alexander Jaba bike. Ez behsa çiyê wan bikim, nizanim. Her du jî di halê xwe de, dostaniyeke wan a baş heye. Ne ji Îskenderê me û ji Alexanderê xelkê bûya, hebû ku ev gelek berhemên hêja ne li ber destê me bûya. Ji vî aliyî ve, xwezî bi dostaniya Jaba û Bazîdî lê ne bi ya Rûsya û Kurdistanê. Gelo Jaba jî rastî suîkastan hatiye an? Nizanim. Ew kîjan kurdologê biyanî bû nayê bîra min, bi salan wek şêx û melan li nav kurdan geriyaye da ku bi rihetî li nav wan bimîne. Tazî me birçî me Mela, çib'kim ji roj' û nimêj, digot camêrek.
Ez ji te re behs bikim ka vê pêlê kîjan kitêban dixwînim. Uğultulu Tepeler - Emily Bronte; Lêkolînên Zimannasiya Kurdî - Salih Akin; Kürdistan Tarihi - Giusseppe Campanille. Bronteyên Xwişk gelekî navdar in di edebiyata îngilîzî de. Di sedeya 19ê de, tevî her du xwişkên xwe wekî hemû nivîskarên jin ên wê serdemê bi navê mêran berhemên xwe dan weşandin. Mirin dibe aqûbeta mezin a vê malbatê. Dayika wan û her sê xwiş an jî birayên 'ewil pir zû dimirin. Bronteyên Xwişk jî di temenekî pir ciwan de dimirin. Emily Bronte di sîsaliya xwe de dimire. Gelek kes her sê xwişkan wek Mûcîzeya Bronteyan bi nav dikin. Çimkî ev her sê xwişk li gundekî jiyana xwe dibin serî ku di heyata xwe de li bajêr nemane. Haya wan ji heyata nav bajêr nîne. Lê tevî vê jî berhemên gelekî saxlem nivîsîne. Di Uğultulu Tepeler de jî em dibînin ku qala heyata gund tê kirin û bajar tê de nîne. Çîroka romanê li ser wê yekê ye ku, zilamek tê gundekî û malekê kirê dike, piştî hin buyerên ku tên serê wî, ji qerwaşa malê daxwaz dike ku qala serpêhatiya malbatê bike. Ev serpêhatiyên ku tên qal kirin hema hema temamiya romanê dadigirin. Em li gor dema xwe ya îro bifikirin, ne romaneke ewqas serkeftî ye. Lê li gor serdema xwe û rewşa Bronteyan, bi ya min hêja ye ku meriv bixwîne û hizira wê serdemê fam bike. Lê divê bibêjim ku vegêrana (vegotin) wê gelekî balkêş e. Vegêrê 'esas Lockwoodê kirêcî ye, lê dû re gava qerwaş serpêhatiyê dibêje, dibe vêgêra duyem, di nav vê serpêhatiyê de jî gava lehengek qala çîroka xwe dike, dibe vegêra sêyem. Em bibêjin hêk vegêranek e, Loıckwood dibe qalikê hêkê, Ellena qerwaş dibe spîka hêkê, lehnega din dibe zerdika hêkê. Heynese, şiroveyeke ewqas bêhed bes e.
Min berê jî çend nivîsên Salih Akiin xwendibûn. Lêkolînên baş kirine li ser rewşa zimanê kurdî. Nivîseke wî ya xweş ew bû ku qala zayendê dikir di devoka Hezoyê de. Li Hezoyê zayenda mê bi temamî (ji xeyn hin qalibên rûniştî) têk çûye. Mesela li şûna ku bibêjin "diya min" dibêjin "diyê min". Yanî zayenda mê jî û ya nêr jî bi temamî wek a nêr tê nivîsandin. Li Bismilê jî min bihîstiye ku hin kes zayenda mê bi kar nayînin. Wek "çaykî, gavkî". Di gelek zimanan de jî zayenda mê têk diçe. Mesela di soranî de niha hemû zayend bi "î"yê tê kişandin. Mesela "piyawî çak, gulî reş, kiçî ciwan". Cara pêşîn di vê kitêba Kek Salih de hîn bûm ku zayend ji sala 1930yî û vir ve di soranî de nayê bikaranîn. Yanî berê di soranî de jî hebûye û bawer im di hin devokên wan de niha jî dê zayend hebe lê di nivîsê de xuya nabe.
Campanille misyonerek e ku li ser daxwaza Papa hatiye li Kurdistanê geriyaye di destpêka sedeya 19an de. Lê kitêba wî ji dîroka kurdan bêtir ji çavdêriyên wî yên şexsî pêk tên. Campanille wek gelek misyonerên din li nav kurdan hekîmtî dike û bi vî awayî dimîne. Di her rûpelê de bi dehan caran heqaretî kurdan dike, gotinên nemayî ji wan re dibêje. Tevî vê jî ev berhem hêjayî xwendinê ye, çimkî gelek hûrgiliyên jiyana rojane ya kurdan tê de hene. Mesela romannûsek bixwaze romanekê binivîse ku di sedeya 19an de li Kurdistanê derbas dibe, lazim e teqez vê berhemê bixwîne û bibîne ka hizr û urf û adetên wan ên wê çaxê çi bûn, kîjan xwarinê çêdikirin, kîjan cil û bergan li xwe dikirin, debara xwe bi çi dikirin, jiyana wan a rojane bi çi awayî bû. Ji vî aliyî ve bi qasî ya Mela Mehmûdê Bazîdî nebe jî, hêja ye. Di vê kitêbê de li navê giyayekî rast hatim ku jê re digot "giyabanok". Gelek behsa vî giyayî dikir û digot li Mêrdînê gelek ji vî giyayî heye. Behsa gelek riwayet û çîrok û zanyariyên xwe yên vî giyayî dikir, tabî bi awayekî mubalexekirî. Mesela digot kes nikare wê ji axê rake dimirin, loma benikekî bi teriya kûçik û vî gihayî girê didin, gava ku kûçik baz dide giha derdikeve û kûçik dimire. Nizam jin gava bi ser de dimîze çi dibe, nizam ji bo kesên ku zarokên wan çênabe baş e. Nizam koka wê pir dişibe bedena însanan. Piştî ku me ji biyologekî birayê hevalekî pirsî, em hîn bûn ku ev giya di tirkî de "adam otu" ye. Lê navê wê yê kurdî hatiye jibîrkirin û haya gelek kesan jî ji vî giyayî nîne. Ferhengên gelek qerase hene lê çima navê giyabanokê di wan de nîne? Çima Hz. Google tu tiştî li ser giyabanokê nizane? Ma çi sûcê vê rebenkê heye? Min got hûrgilî, a ji te re hûrgilî, bila romannûs di romana xwe de behsa giyabanokê jî bike ku em zanibin bi rastî jî li ser romana xwe xebitiye.
Ez aciz bûm. Bi xatirê te.
Înanolo