4 Aralık 2016 Pazar

Fanêreyek, kumek û çend gore

Omer, 

Merheba ji te re bavê xalê xwe. Ez dîsa bi derengî hatim. Ev pêlek e du rojê carekê ji te re dinivîsim. Lê ê te, di nav du sê saetan de li min vedigerî. Fedî dikim ji aliyekî, ji ber ku nikarim di nav 24 saetan de nameyekê ji te re binivîsim. Ez dibêjime xwe, ka bila hinekî din jî wext derbas bibe, ka bila tiştin biqewimin, ka bila kitêba li ber destê min xilas bibe, ka bila bila bila... Bi vî awayî xwe gîro dikim. SERAYÊ xwe aciz dike, dibêje min însanekî fena te giran ne dîtiye ne bînaye. Tu jî xwe aciz neke ji kerema xwe, ez nikarim du aciziyan ragirim. 

Du roj e li cem SERAYÊ dimînim. Gava din hatim mala xwe. Duh em bi hev re çûn Mardin Avmê, me ji min re fanêreyek, kumek û çend heb gore stendin. Min hemû li gor dilê wê stendin. Li rê, Serayê çend caran ket milê min, lê ez hînî vê yekê nebûbûm û min hinek fedî kir. Min jê re got, lê ew li ser 'eksa min, bêtir ket milê min. Baran jî dibariya, û di bin baranê re em dimeşiyan. Îro dinya xweş e, tav derketibû. Axir ew mij û morana du sê rojan nîne. Me di heyata xwe de mij û moraneke wisa nedîtibû, du rojan sax mij û moran bû. SERAYÊ ne îşê xwarinên xweş çêdike pismam, meriv hema rûnê û ji xwe re bixwe. Lê ji ber ku ji şoriyê hez dike, xwarinên wê hinek şor in. Dibêjin mêr ji wan jinan hez dikin ku xwarinên xwe şor çêdikin. Gelo rast e an? Ez herî pir ji girara SERAYÊ hez dikim. Min heta niha girareke wisa nexwariye. Gava ez girarê çêdikim, an ziwa çêdibe an jî  dibe pelûl. Axir, lazim e meriv xwarinê bide dest xwarinzanan. 

Min îro Santiago de Compestela ya Ferhad Pîrbal xwend. Hema qet kêfa min jê re nehat. Camêr tê bêjî qey hema çi jiyabe wer bê ser û ber rijandiye ser kaxezan. Ne çîrok balkêş bû, ne çîroksazî, ne jî tevn û şêwaz. Roman qala ressamekî li penaberiyê dike ku li şevbihurkekê dil dikeve keçeke ji Santiagoyê û piştî keçikê diçe Santiagoyê da ku li wir bi hev re bijîn, lê keçikê nabîne. Ez ji mijara penaberiyê jî pir aciz bûme, ev mijar pir pir hatiye dubarekirin û di gelek nivîskarên me de pir dişibe hev. Min Hotel Europe jî xwendibû, kêfa min ji wê re jî nehatibû, ew jî li ser Penaberiyê bû. Lê kêfa min gelekî ji Çolistan re hatibû, çend sal berê min ew xwendibû. Bi ya min gelek çîrokên serkeftî tê de hene. Hem bi çîroksaziya xwe û hem jî bi şêwaza. Bi taybet teknîk û şêwazên gelekî ecêb û nû hatibûn bikaranîn tê de. Xwezî çîrokên wî yên din jî bihatina wergerandin ku me bixwendina. Ev her du roman di demek kevn de hatine nivîsandin, ez bawer im dê berhemên wî yên dawiyê serkeftîtir bin. 

Min îro nûçeyek xwend di malpereke kurdan de. Sernavek lê kiribûn, gotibûn tirkê ku li dinyayê herî pir tê guhdarkirin kurdek e. Ji bo İbrahim Tatlıses gotibûn. Ez ji niha ve bibêjim, derdê min ne ew nîqaşa kurdî û tirkî ye ku îmana te jê diçe. Gelek kurd hene ku dibêjin, filankes li şûna kurdî bi tirkî binivîsiya, bi tirkî bistriya, bi tirkî filîm bikêşa û filan û fistan, niha li dinyayê gelek navdar bûbû hwd. Lê bi ya min ne wiha ye. Ev tenê fanteziyên me ne. Helbet, ji bo hin kesan, ev îhtimal heye. Lê soxî, ezên wek min (tu ne tê de, çimkî ez bêtir hej tirkiya te dikim), em bi tirkî jî binivîsin, bi zimanekî din jî, bêfêde ye. 

Niha bi xatirê te pismam, ez nikarim dirêjtir binivîsim, çimkî hevalekî gazî min kir, lazim e derkevim. 

Înanolo