Omer,
Tu çend ciwan xuya dikî di wêneyê xwe de. Em zû pîr dibin gelo? Navê helbesteke Ebdulla Goran hat bîra min, kêfa min gelek ji navê helbestê re tê. Nav, "Ciwaniya li Ser Rê" ye. Helbet, ev navê wê yê kurmancî ye, bi wergera Qanatê Kurdo. Ev ciwaniya me jî a li ser rê ye. Îjar rêya hinin ji me kurt û hinin ji me jî dirêj e. Bes wer dibêjim qey, rêya min û te ji zikmakî ve kurt e.
Zemanê berê, bi qasî dûrbûna xwe nêzîk e ji min re. Bi qasî nêzîkbûna xwe dûr. Em carinan pir behsê dikin, lê bi qasî xeyalekê jî xumam û şolî ye. Hez ji Zelîxayekê bikim, lazim e zulfên wê ên zemanê berê be.
Ev west û jihişçûna te ne xebera xêrê ye. Loma gelek caran nahêle tu bi nameya xwe jî berdewam bikî. Zêde xeberan naşopînim, lê min bihîst ku qeyûmê we hatiye. Dibêjin, dê qeyûmekî bidin Mêrdînê jî. Çend rast û dirist e, nizanim. Heta niha min nizanibû qeyûm çi ye û tê çi maneyê. Tek xêra qeyûman li min hebe, ew jî ew e ku ez maneya peyvê ya ferhengî hîn bûm.
Çend hefte berê min instagrama xwe girt, çend roj berê jî min facebooka xwe girt, dikim çend roj şûn de jî twittera xwe bigirim. Şapatek e, ev her sê mîrat, bêhna min teng dikin. Naxwazim çav kesan bikevim. Hêvîdar im, heta dawî girtî bimînin. Meraq neke, dest nadim blogan, çi wext derfeta min çêbû ez ê tê de binivîsim. Kêfa min ji van nameyan re tê, bêhna min bi wan vedibe, û bi wêneyên Birûsko re. Wêneyan zêdetir belav bike baştir e, û navê xwe binivîse, pir pir baştir e. Ev name, hevrêtiyê li tenêtiya min dikin, û ji bo bîstekê jî be, dibin heval û hogirên min ên dilsoz.
Îro tav derketibû, lê hê jî sar e, serma berfê ye ev. Îro bi hevalan re çûm loqenteyeke hevalan, xwarinên wan jî cemidîbûn, qey ji tesîra sermayê ye. Çûm mala hevalan, mala wan jî sar bû. Hatim mala xwe, mala min jî sar e. Bila meriv bê mal be, lê bila mala meriv ne sar be.
Min bala xwe dayê, herî zêde îsal aciz im, ditirsim psîkolojiya min bi temamî têk biçe. Wek ez îradeya xwe ji dest didim û tiştek ji dest min nayê ku rê li ber bigirim. Wek her tişt bêyî daxwaza min tevdigere. Wek ez nikarim carinan mudaxeleyî xwe bikim. Nizanim, ev stresa sala dawî ya mektebê ye an. Wek ez dixwazim her tişt, li kû zirav dibe, bila li wir biqete. Wek ez li mahneyan digerim ku bi temamî têk biçim. Carinan di cihê xwe de dialiqim, mejiyê min qederekê disekine, dinya disekine, dibêjim qey heta hetayê ez ê wer bimînim, wer asê, wer hişk. Hingê xwe wek dîmeneke sekinandî ya televizyonê hîs dikim ku ji aliyê destekî ve pê li bişkoka pauseê hatiye kirin. Dibêjim qey ez ê her wisa bisekinim, heta yek cardî pê li bişkoka pauseê neke, heta yek neyê min nehejîne. Belkî jî rojekê kes neyê û ez di cihê xwe de hişk bibim.
Ez ê hewl bidim ku baştir bibim, a ji me hemûyan re lazim ev e, pismam.
Înanolo