4 Kasım 2016 Cuma

Bîrhatiyên serbêjingî

Omer,

Min desteserkina Salih Suleymanî li ser nûçeyan xwend. Çend caran li ser telefon û medyaya sosyal em axivîbûn, herî dawî bûbû mêvanê pirsînanê. Salih hevalekî gelek pak û zîrek e. Li paytexta Tirkiyeyê, vekirina navendeke kurdewarî ne karê her kesî ye. Min xebatên wan ên Kûsî-Kurdê dişopandin, tiştên gelekî xweş dikirin. Ez gelekî li ber Salih ketim, hêvîdar im di demeke zû de azad bibe.  Desteserkirina Salih jî, jikarderxistina Fexriya Adsay jî, desteserkirina wekîlên Hdpê jî nîşan dide ku dewlet ne tenê li dijî kom û partiyekê ye, lê bi temamî li dijî serkeftinên kurdan û Kurdistanê ye. Vê dawiyê gotara (söylem) hin nûçeyên medyaya me jî ez aciz kirim. Hin nûçe diyar dikin ku, tevî ku yên tên desteserkirin ne Pkkyî ne çima tên desteserkirin an jî çima ji ber wê sedemê tên desteserkirin. Hingê maneyeke wiha ji nûçeyan derdikeve ku, dewlet ne li dijî kurdan lê dijî hin kom û partiyan e. Yanî tu ji dewletê re dibêjî, ez ne dijminê te me, ez jî yek welatiyê te me, tu derdê kurd û dewletê bi hev re tune ye, loma min negire. Lê mixabin gotara dewletê ne wiha ye û nanere ka tu ji kîjan kom û partiyê yî, xebateke çandî û wêjeyî jî gelek caran ji bo wan kuleke mezin e. Derdê min li vir ne ew e alîgiriya partiyekê bikim, ez ê tu carî vêya nekim. 

Ew îradeya gel a ku partiyên me qal dike, ji zû ve miriye. Çimkî yên ku bûn sebebê vê mirina îradeya gel, tevî dewletê partî û rêxistinên me jî bûn. Wan di dema xwe de şaşiyên mezin nekira û karibûya helwesteke serbixwe bigirtana, ew îrade jî dê bimaya. Lê ew îrade bi wan mirin û wêrankirinê ji dest çû. Loma bi tu awayî kes nikare mineta xwe li vî miletî bike û gazinan jê bike. Milet her tiştî dibîne û bîra her tiştî jî dibe. Hem tirsa dewletê, hem jî tirsa partî û rêxistinên me li ser wan heye. Ecêb e Omer, berê malbat digotin me li dijî dewletê gotinekê nekin, ê we bikujin, ê we bigirin, niha jî tevî wê dibêjin li dijî kurmancan gotinekê nekin, ê rojekê we bikujin, derbekê li we xin, kurmanc pîs in, xayîn in. Esas her du jî heman tişt in, ev nîşaneya wê yekê ye ku çawa em bi demê re dişibin dijminên xwe, dagirkerên xwe. Ev  di tebîeta hemû rêxistin, partî û îdeolojiyan de heye. Heger piştî  ewqas kuştin, desteserkirin, wêrankirinê li şûna milyonan însan, pêncsed însan jî nikaribin dakevin meydanan, rayedarên me yên siyasî û îdeolojîk divê ji xwe re rûnin û hesabê vê yekê bikin bê ka çima wisa ye. Ez ji siyasetê ewqasî fam nakim, lê geşedanên dawî ji min re wisa tê ku, kurd bi ser dikevin, nêzîkbûna siyaseta başûr û bakur hîs dikim, ev bi xwe re dê destkeftinên baş bîne, dewlet vê yekê hîs dike, loma ew qasî har dibe. 

Te dî çîroka Osman Sebrî ya "Li gornistaneke Amedê" heye. Tu zanî, li gor min ew çîroka herî xweş û serkeftî ya Kovara Hawarê û yek ji baştirîn çîroka kurdî ye. Meriv ecêbmayî dimîne, di wê serdemê de çîrokeke wisa serkeftî çawa tê nivîsandin. Xeyal û aşopa Osman Sebrî gelek berfireh e, zewqeke wî ya rewşenbîrî heye, li ser gelek tiştên cuda û ecêb nivîsiye, tiştên biçûk î xweş. Ew çîrok hêja ye ku li her zimanî bê wergerandin, yek ji kanona çîroka kurdî ye. Te baş kiriye ku kitêba wî bi  xwe  re  biriye Kobaniyê jî, siheta te xweş.

Duh min derfet nedît ku ji te re binivîsim.  Li mala hevalan bûm. Me vexwar. Piştî salan, rastî jinekê hatim ku jineke din anî bîra min ku wextekê min jê hez kiribû, dû re jê veqetiyabûm, aciz bûbûm û min sond xwaribû ku careke din pê re neaxivim û min neaxiviye heta niha, wê ji bîr bikim, ew ji bîr kiribû. Bi vê jinê re bîrhatiyên berê yên wê jina din serbêjing bû, ji nû ve vejiyan. Pir pê êşiyam, aciz bûm, min tiştên ne xweş kirin, wek heyfa xwe ya salan hilînim. Heta heftê sibehê xew bi çavê min neket, ranezam. Kontrolê carina ji dest didim Omer, ditirsim bi vê re dilê heval û hogirên derdora xwe bihêlim, wan biêşînim. Piranî di wextê vexwarinê de kontrol ji dest diçe, wek ji min re maneyek be ku ez kontrola xwe ji dest bidim, wek hingê ez rihet dibim. 

Îro dinya xweş e, tav e. Ez neçûm dersê. Hatim malê ku serê xwe bişom û dû re biçim Bismilê. Ez li malê me, hêj min serê xwe neşûştiye û xuya ye ez îro naçim Bismilê. Heyata ku ez niha tê de me ev e pismam, çawa ye, kêfa te jê re hat? 

Înanolo