16 Ekim 2016 Pazar

XWESERIYA ÎNSÊN

Omer,

Ez neqehirîm tabî ji ber derengketina nameya te. Bi xêra te min jî hinek tembelî kir. Wek min di nameya xwe ya berê de jî gotibû, lazim e ku ez beriya te bimrim. Wer guman dikim ku ez ê zûtir bimrim. Jixwe te yê ji nameyên min têderxistibe ku du tiştên pir î pir nêzî min hene: Yek jê tenêtî ye, yek jê jî, nav ne lazim lê mirin e. Loma ji kerema xwe dilteng nebe gava ku van herdu mîratan her çendbare bikim. Lê heta ji min bê, dikim behsê nekim. 

Îro Yusiv behsa meseleyeke gundiyên xwe kir, yeka bêedeb. Ez ji kenan kerixîm. Lê ez ê li vir qal nekim, çimkî fedî dikim, bila bimîne careke din. Tu Yusiv dikî jixwe, Yusivê me, te nimreya min dabûyê, ê hatî mala me, ê xwediyê duçerxeyeke reş î mezin. Li odeya xwe jî diajo. Wer jê hez dike. Ez ji kengî ve li duçerxeyan siwar nebûme. Bala min lê ye te tu duçerxeyek nehiştiye ku fotrafê wê û siwarçakên wê negirtibe. Welle helal bît. Dosyeyek xweş jê çêbûbû. Ka niza' em jî ji xwe re duçerxeyekê bikirin û pê bigerin? Zarokên xelkê bi vê mîratê temamê dinyayê tewaf dikin. Gelek tiştên xweş hene ku meriv bike, bixwe, bikire lê pere tune ye ezbenî. Ji bo duçerxeyeke xweş î saxlem lazim e hezar û nîvekî te hebe. Ewqas pereyê te heye? Ecêb e lê ez jî çi dibînim, dibêjim niza' em jî wiha bikin, filan bikin, lê soxî tu tiştî jî nakim û rûdinim cihê xwe. Zêde dilê min dibije tiştan, yekî diltenik im. 

Bi rastî jî min ew camêrên te rêz kirî nebihîstine. Te çawa zanî haya min ji wan tune? Zîreko. Niha li Mukim Tahir, Kapuyu Çalan Kimdir guhdar dikim. Lê tiştek zêde ji gotinan fam nakim. Îro rastî videoyeke protestoyê ya Ferhad Pîrbal hatim. Min di cihekî de xwend ku ev protestoya wî ji bo heft çalakgeran e ku hatine girtin. Lê di axaftina xwe de jî qala kitêbxaneyê filan dikir. Hatibû mehkemeyê ku protesto bike. Polîsên wir nehiştin ku derbasî mehkemeyê bibe. Qederekê di navbera wan de pêvçûnek derket, milê çakêtê Ferhad Pîrbal qetiya. Piştî ku ji mehkemeyê derket, ji bo vê rewşê protesto bike xwe rût û tazî kir, tenê kîlotek li ser ma. Niha li Bekçi Bakır, Buradan Bir Atlı Geçti guhdar dikim. Ferhad Pîrbal kaxezek bi halê xwe yê tazî çêr û xeberên nemayî li mehkemeyê, hikûmetê kir. Kaxeza di dest xwe de xwend ku rexne û gotin li mehkemeyê bûn. Bi rastî ez ecêb mam, heyranî vê cesareta Ferhad Pîrbal mam û li ber ketim ku polîsan nehişt ku ew derbasî mehkemeyê bibe û çakêtê wî biqetîne. Nivîskarek çima xwe tazî dike? Bi ya min ji bo miletekî, ji bo desthilatekê eybeke mezin e ku nivîskarên wê mecbûr mabin xwe tazî bikin ji ber protestoyê. Heke însanek gihaştibe wê radeya xwetazîkirinê, nexwe li vir şaşiyek û xetayek heye ku ev însan xwe tazî dike. Ez bi xwe difikirim, lê ez ê nikaribim xwe tazî bikim ji bo protestokirina tiştekî. Lê rêya herî baş bo protestoyê jî, xwetazîkirin e. Ez bi xwe piştgiriya Ferhad dikim. 

Niha li Tenekeci Mahmut, Ağlama Yar Ağlama guhdar dikim. Tevî ku dilê min bi wê re ye ku kurd li her derê bigihîjin îqtidar û desthilata xwe, lê ji aliyekî ve jî baş dizanim ku her îqtidar û desthilat bi demê re dişibin serdestên xwe, dijminên xwe û dikevin şûna wî tiştê ku wan ew rexne dikir. Abbas Vali di kitêba xwe ya Kürdistan Cumhuriyeti de tespîtek pir xweş kiribû ku kêfa min gelek jê re hatibû. Digot, li cihê ku îqtidarek nebe azadî jî nabe, ji bo azadiya te çêbibe lazim e îqtidara te hebe. Çimkî li gor wî, ev hemû hewldan û mucadeleya azadiyê ji bo îqtidarê ye, ji ber ku îqtidara wan nîne loma azadiya wan jî hêj pêk nehatiye. Bi ya min ev li her derê wisa ye, li her çar parçeyên Kurdistanê jî. Loma ji ber vê lazim e ku meriv herî pêşî karibe ji îqtidar û desthilata xwe re gotinekê bibêje. Li ku fikrek serdest be, lazim e ku meriv karibe ji wê re deng bike, çimkî rexnelêgirtina herî zehmet li ya fikra serdest e. Ji bo kurdan dibêjim, ji bo Ypgê jî, ji bo Pdk û Ynkê jî, ji bo Pkkê û partiyên din jî wisa ye. Li derekê her kes bi rihetî dikare fikreke derveyî xwe rexne bike, lê her kes nikare fikra serdest rexne bike. Hingê tirs dikeve dewreyê. Li cihê ku fikra Pkkê serdest be pir bi rihetî rexne li dewlet û hikûmetê tê kirin, lê rexnegirtina li Pkkê ne ewqas hêsan e. Ji bo Pdkê jî her wisa, ji bo Ypgê jî ev wisa ye. Hemû fikr, hemû îdeolojî di esasê xwe de xwedan desthilat û serdestiyekê ne. Karê entelektuel ew e ku karibe li hemberî her cure desthilatiyan derkeve. Loma bi ya min, divê entelektuelê kurd karibe her tim mesafeyekê bixe navbera xwe û partî û desthilatiyên kurdan. Heke na, dê bi demê re bişibe wan û dê bi demê re çavê xwe li şaşî û kirinên wan bigire. Her ku ket nav wan, dê nikaribe tiştên derveyî partî û herêma xwe fam bike. Mesele ne tiştên hestên neteweyî ne, mesele ne hestên şoreşgerane ne, mesele ne safî kurdî, kurd û Kurdistan e bi ya min. Ev hemû tişt kirineke şaş, gotineke şaş pak nake. Ev humanîzm e an na nizanim, lê însanîbûn di ser her tiştî re ye. Baweriya min temamî bi tu partiyan nayê, baweriya min temamî bi tu îdeolojî û desthilatan nayê, ji ber vê her ji xwe re dibêjim û tînim bîra xwe ku, bila her tim mesafeyek min bi van hemûyan re hebe, ez ê beşdarî tu ji wan jî nebim da ku karibim rastiyan bibînim, da ku karibim gotina xwe ji hemûyan re jî bêjim. Ez bi xwe fam nakim çima însanek bi tena serê xwe nikare bifikire, biryara xwe bide, gotina xwe bêje. Însanek çima her xwe girêdayî tiştekî dike, li dû wî tiştî diçe, xwe jê re dike qurban. Însan çima fam nakin ku tu tişt ji wan ne biqîmettir e, ne ziman, ne dewlet, ne welat, ne partî, ne al, ne dê, ne bav, ne serok. Ez ê li vir terîmeke xwe zêde bikim ku ez wê diparêzim: "XWESERIYA ÎNSÊN". Slogana min ev e. Dev ji însanan berdin, bila her însan xweser be, bila her însan serbixwe be. 

Niha li Kel Hamza, Kışlalar Doldu Bugün guhdar dikim. Tevî ku min ew baş nexwendiye jî, bi ya min kesek heye ku li gor van tiştên min qal kirî ye, yanî însanekî xweser, serbixwe ye. Ew jî George Orwell e. Min kitêba wî ya Katalonya'ya Selam sîparîş kir, dê van rojan were. Noam Chomsky gotiye kitêba wî ya herî girîng e. Ez bawer im li ser van meseleyên me qal kirî hin gotinên wî hene. Car bi car ez ê hin hevokên wê ji te re binivîsim. Ku min xilas kir ez ê ji te re bişînim, tu jî bixwîne. Kitêb jixwe nû ye di tirkî de. Ez dibêjim qey ev cara pêşîn e di nameya xwe de siyasetê dikim. Bila be, lazim e meriv carinan wê jî bike, bila ew jî hebe, herçî serê me biêşîne jî. 

Mala te jî ava be, gelek caran têyî Mêrdînê lê haya min qet jê çênabe. Êdî xeberdanên te jî bûne wek ên Mêrdîniyan, wer, bik, biç, bixw, her. Îro hinekî sartir bû dinya. Bayek cemidî dihat. Îro jî derneketim derve. Ev yek xirab e. Lazim e ez derkevim. Min bala xwe dayê, ez di nameyên xwe de gelek şaşiyên zimanî dikim. Piranî gava aciz dibim, nivîsa min xirab dibe. Lê ez êdî ji xwe re nakim derd, boş berde, ma şaşî ji min çêtir in, bila ew jî wer ji xwe re bigerin. Hin tiştên din jî hene Omer, lê niha bila bimînin. Heta nameyên din, ku ji dilê min hatin ez ê binivîsim. Tu pir zêde bi dîsiplîn û sîstematîk dinivîsî. Ez fam nakim çima her dibêjî silav û gulav di dawiya nameyên xwe de. Tu uslûbê ji xwe re pir dikî derd. Helbet, gava yek lütfen bibîne di dawiya nivîsê de dê bêje Omer, yek silav û gulav di dawiya nameyê de bibîne dê bêje Omer, lê ez aciz im, ji uslûbeke diyar aciz im, ji kerema xwe her tim nebêje silav û gulav, bêhna min teng dibe. 

Şeva te bimîne xweş.

Înan