Omero,
Mêrekî ku niha digrî û ji girî pozê wî diherike ji te re dinivîse. Îro jî xemgîn im, îro jî bi hêrs im. Hindek rojan serê xwe datînim ser balîfê û bi hêstirkên xwe nikarim. Hezar tişt tên bîra min. Îro mamoste di dersa edebiyata zarokan de behsa teoriya geşedana psîkoseksuel kir, pir pê êşiyam, pir pê xemgîn bûm, gelek tiştên qal dikir ne îş nas dihatin. Min nameya te xwend, xemgîn bûm. Bi vê dilsoziya te xemgîn bûm. Min hevpeyvîna te xwend, pir xweş bû, xemgîn bûm. Tu çima ewqas hevpeyvînên xweş dikî, xemgîn bûm. Niha li stranên Omer Dîzeyî guhdar dikim û xemgîn dibim, kelogirî dibim. Heta vê xemgîniya bê ser û ber a dilê xwe bi nav û nîşan nekim, ez ê her xemgîn bibim. Ez êvaran nenivîsim ji kerema xwe, xemgîn dibim. Ji derve, ji pencereyên malekê dengê xort û ciwanan dihat, digotin Ada Sahillerinde Bekliyorum, li ber vî dengî xemgîn bûm. Tiştek ji dest min nayê û xemgîn im. Xemgîniya min nahêle zêdetir ji te re binivîsim.
Bi xatirê te.
Înanolo