16 Ekim 2016 Pazar

Şor şorê, hevok hevokê vedike

Înanolo, bêpereyê kurmanc

Hema carekê di Googlê de lêgerînekê bike binêr xelkê di ser blog û wêne û vîdeoyan re çiqas pere qezenc kirine; binêr bibîn bi rihetî, li ciyê rûniştî xelk çito debar û kêfa xwe dike. Ê me em xwe rakin li erdê xin, rabin bifirin ezmanan jî tek qederek e û wê qederê jî carê top avêtiye: Google û Adsense hîn vî zimanî ku em li ser ewqas bi hev dikevin wek ziman qebûl nake, nas nake. Loma jî çend quriş di ser blogan re nakevin berîka te û tu jî radibî rûdinî her ji min re rojên bêpere dinivsînî. Binivsîne, binivsîne ku zaro û neviyên te mîna te serê xwe bi ''qedrê zimanê me bête zanîn'' re neêşînin.

Hîn wexta ez î çûk î çûçan bûm û di devê min de ne ''duçerxe'' lê ''pisiqlêt'' hebû, hebû duçerxeyeke min jî. Min li hewşê diajot, yeke çartekerî bû. Paşê ku mezin bûm çûm lîseyê - lîse dûrî mala me bû - min yeke mezin î asortîk kirrî. Ê law, pê forseke min wer fors hebû ku kesî newêribû bigota siya pisiqlêta te xwar e! Yek jî xwîn dikele, dil newestiyaye hîn, ro hebû bi wê duçerxeyê çar caran diçûm dihatim di ber mala wê keçkê re. Tek ku çavên min li çavên wê ketana carê, li balkonê cilên rêdixîne!

Duçerxeyên jiyanê em anîn di wêjeyê mêjeyê re derxistin Înano. Tim dibêm wêje mêje lê tu ji min bipîrsî, li gorî emrê xwe ne te lê min hîn tiştek jî nedaye ser hevdu. Du sê helbestên ku jê rêzikek di bîra meriv de namînin, çend hevpeyvîn û yek du çîrokên di kovar movaran de derketinî. Baweriya min bi van nameyan tê û yek jî bi rojnivîskan.. Ew jî tenê ji ber ku em hin tiştan di wextê de qeyd dikin, hêja ne. Ma wekî din çi?

Romana dawî ya Jan Dost li ser Herba Kobaniyê ye. Wexta wê herba giran, bi qasî ji dest min dihat û wext bi dest min diket min rojnivîsk û name dinivîsandin. Wê dema hanê min rojnivîskên wê demê ji Jan Dost re şandin. Ne pir e jixwe, çend rûpel in lê Jan Dost got ''nûr û nîmet e'', çend hevok kêrî wî hatibûn seba romanê. Nizanim, ne min berê ji te re gotibû, piştî wê herba giran, heza min a wêjeyî têk çû û nola berê ji roman û çîrok û helbestan hez nakim. Hez dikim ji name û rojnivîskan.

Di ser vê hezê re ji terza George Orwell jî hez dikim. Di romanên wî de bile vegotineke dûz î sade heye. Îcar ku wexta behsa serpêhatiyan xwe dike ew vegotina wî dûztir dibe. Jixwe di nivîseke xwe ya ku nav nê bîra min de, tinazên xwe bi şayesandinê dikir. Hela di vê dewra ku li her derê wêne û video hene de, şayesandina zêde di xwendinê de şikestinê çêdike bi min. Nizanim, ez dişkêm.

Min duh li ser Robert Capa û Gerda Taro dixwend ji xwe re. Di nivîseke de behsa Katalanya'ya Selam kiribûn. Robert Capa û Gerda Taro dilketiyên hevdu ne, nola George Orwell ew jî li Şerê Navxweyî ya Îspanyayê bûne. Jixwe Gerda li eniyekê piştî wêneyan digire tê kuştin di 26 saliya xwe de. Robert Capa li ciyekî din, pêlî mayinê dike û dimire. Wêneyên herduyan jî bi nav û deng in, mirina herduyan jî ne xweş!


Kobanî - Sirûc, 2015


Tu ewqas behsa mirinê dikî, heta niha herî zêde li kû, çi wext tu nêzîkê mirinê bûyî Înano? Ê min, min du caran min dît mirin hat û vegeriya. Carê li ser sînorê Kobaniyê û Sirûcê bû: Şerê YPGê û DAIŞê dewam dikir û giran bû şer. Saziyeke navneteweyî dixwest derman û dixtoran bişîne Kobaniyê lê Tirkiyeyê di rê û deriyên fermî re destûr nedida. Jineke Kanadayî û yeke Danîmarkayî jî di nav de, me şeş heft kesan bi şev tev, di wê tariya zûlûmat de bi tirsa ku dê mayinek biteqe, dê leşkerên tirk êrîş bikin, dê DAIŞ me bigire birevîne yan dê YPGê bi şaşî me bikuje xwe gêhand Kobaniyê. Tirsa çûyinê ne tiştek bû, bes veger pir çetin bû Înano. Berf û baran dibariya li hêlekê, li hêlekê em di herqekê re heta navê di avê de, di celb û cinaqê de dimeşiyan. Di ser de wesayiteke leşkerên tirk şixulî û çira da hêla me. Em giş di şûna xwe de sekinîn û di pozîsyonên ne xweş de me serê xwe kuta ber hevdu xwe veşart. Şanso! Wesayit hat li ber me sekinî. Leşkeran em ferq nekiribûn, bes çitinî bi me kê keta me dizanibû dê me ferq bikin û bi ser me de bireşînin. Bi qasî nîv saetekê wanî, em di avê de man. Dengê leşkeran ewqas nêzîkî me bû ku me newêribû em nefesê bidin bistînin. Herku wext çû, çongê me sist bûn di avê de. Omdiya me ya xelasiyê êdî dûrî me diket hêdî hêdî. Çend sivîlên wan çaxana leşkerên tirk li ser sînor kuştibûn hatin ber çavên min. Loma teslîmbûna me ne saxî û silametiya me bû. Qaçaxçiyên gundê me.. Venaşêrim, giriyê min hat.. Min got ''Ê te jî heta vir bû Imero'' Zaroktiya min hat bîra min, diya min, bavê min û çend tiştên din ên ku niha nêne bîra min.. Belkî nola wê strana Ahmet Kaya, keçikeke me dev û lêvên hevdu gez kiribû. Paşê ku Xwedê go ''yellah'' û wesayita leşkerên tirk şixulî çû..

Nikarim û naxwazim dewam bikim.

Silav û gulavên te aciz dikin.

Omeros