Înanolo,
Ez jî bi zimanekî zil û zelal ji te re dinivsînim: Eynî wek rêzikekî min î kevn ku ez yek caran pir jê hez dikim, ''...bigirim bikutim vê qederê.'' Min careke din rind fehm kir ku piştî hin tiştên ne xweş ên bi serê min de hatine, ji min re di xulqê fireh de xêr tine û ez li mala xwe di halê xwe de bi xulqê xwe yî teng, çiqas ji her tiştî ji herkesî dûr bim ewqasî rihet dibim; tali tim melodram be jî, ewqasî kêf kêfa min e.
Tevî ku te ji min re negotibû jî, hinekî seba xatirê te hinekî seba vegerim ser eslê enerjiya xwe careke din li ser Facebook û Twitterê şên bûm lê acizî û hêrsa min ne îşê îşan zêde bû Înano. Ew tehma berê, ew diyalog, hevok û paragrafên berê yên ku tiştek li însên zêde dikirin nemane li wan deran. Her tim ''qaşo-qerf''ên ne xweş ên hin kesên ne biçûkiyê dizanin ne meziniyê, her tim siyaseta pûç û vala û gelek gelek komikên ji sê çar kesan pêk hatî yên ku piştgiriya hevdu dikin û ji bilî hevalên xwe êrîşî herkesî dikin.. Naxwazim tevlî tuyan bibim, ez ê bi qasî ji dest min hat, xwe dîsa dûrî Facebook û Twitterê bidim. Ha Instagram, şeytanê mezin li wir e jixwe, tu were ji min pirs bike. Ne lazim.
Dev ji medyaya civakî berde, were em herin ser meseleyên civakî Înano: Hejmara qeyûmên ku bi destê dewleta tirk ketine şûna şaredarên DBPyî bû 26. Min îro bi rayedarekî DBPê re xeber da, go ''Ew hejmar dibe ku heta 60î jî here.'' Tiştekî pir xerab e lê ji vê saetê şûnde ji dest kesî jî tiştek nayê. Piştî qeyûman, min şaredariyên Sirûc û Sûrê dîtin.. Tine tiştekî wisa, mîna hepsekê, dor tije polîs û barîyer. Meriv dibê qey ez hatime welatekî din lê ew hatine welatekî din: Li Sirûcê, piştî ku qeyûm ket şaredariyê êdî du çaydank li ser hev dikelin. Di yekê de ji bo polîsên ku xerîbê Sirûcê ne çaya ''yêrlî'', di ya din de jî seba karkerên şaredariyê yên ji Sirûcê çaya ''qaçax'' Peyv û devê xwe bi siyaset û dagirkeriyê nakim datînim hêlekê, tenê ji hêla insaniyetê li meseleya çayê ve dinêrim, ecêb yanî, bi min pir ecêb tê.
Te di nameya xwe de behsa nameyan kiriye. Ji nav nameyên ku min heta niha xwendine, kêfa min herî zêde ji nameyan Orhan Veli re hat. Te xwendine nameyên ku wî ji Nahit Xanimê re şandine? Du sê salên berê hê nû hatin çap kirin. Çito ku hatibû çapkirin, tew belkî roya yekem bû kitêb derketibû, xanimeke ku dizanibû ez ji Orhan Veli hez dikim ji min re diyarî anîbû, li Stenbolê. Gîdî gîdî dinyayê, agir berda xortaniyê û xwe da ber bayê.
Taqeta min tine ez dûr û dirêj behs bikim, hema kurt bêjim ku ez îşev li qehweya kevokhezan bûm. Dinya li dor kevokan çerx dibû li wê qehweyê Înano, ji te re wêneyekî xwe yî ku li wir hatiye girtin dişînim. A rast ne wêneya min e, ez jî di wêneyê de derektime.
Silav û gulavên por diweşînin.
Omeros