19 Ekim 2016 Çarşamba

Orta Orientê

Înanolo,

Em bûn muptelayên nameyan law. Hez dikî wext here û ro'k were di derseke wêjeya kurmancî de ji me re bêjin ''pêşengên nameyên modern''? Kenê min tê, bes xwe digirim. Çinku niha Nizamettin Ariç guhdar dikim. Lê muzika wî çito ku ne ya kenê ye ne ya hêsiran e jî. A xofê ye muzîka wî Înano. Rast dibêjim, gava wî guhdar dikim, hela di enstrumantalên wî de canê min gurzgurzî dibe. Bi şev berî tu rakevî, çirê vemirîne û veke xwe li ber enstrumantalên Wêneyên Xewnan dirêj ke. Bi Xwedê tuyê wê mirina ku tu behs dikî deh qat zêdetir hîs bikî.

Dev ji oryantalîstên wek Martin van Bruinessen berde lo, were ji orta orientê ez ji te re bêjim: Li hêla me terîqet pir in û ez bi xwe jî hîn heta wê salê diçûm zikrê Înano. Cara dawî par bû yan pêrar bû çûm, tam nê bîra min. Her tim dernaxin, di wê cara dawî de, murîdan derxistin kêr û şîş di xwe rakirin. Ne derew e yanî, rast e, min bi çavên serê xwe dîtiye. Wexta ku şîşan ji cîyê ku tê rakirine kaş dikin, şêx tê tifa xwe di ciyê birînê dide, xwîn tavilê disekine. Ku bawerî ye ku teknîk e ku çi ye nizanim, bes xwîn disekine û murîd tê bêjî qey tew ewî gava berê xwe qulqulî kiribû ne ew bû dîsa radibe bi cizbê dikeve.

Li Diyarbekirê, min pirsî ez pir li şopê ketim lê min ciyekî zikrê nedît. Li Sirûcê ez şevên Înê diçûmê. Di tariyê de bi ''Ellah û Ellah''an em bi cizbê diketin. Wekî din meth û pesn ji bo şêx heye, hey roniya çavê min, quweta pişta min filan.. Yek jî reqsa wan a taybet. Fersend bi dest min keve, ez ê şeveke Înê lêxim herim Sirûcê seba zikrê. Min bêriya wê atmosferê kiriye welle. Ku ez bi şev ji zikrê derdiketim diçûm mal, bi hizûreke pir xweş radiketim. Ji çi bû, hizûrek di mejiyê min de çêdibû yanî.

Carê dîsa ez ketibûm depresyonê, min çû xwe li dergeha şêxekî girt. Şeva Înê bû, me çira vemirandin û dest bi zikrê kir. Di wê tariyê de bi ''Ellah û Ellah'' û ''Le îlahe îllellah''an hin kes ji ser hişên xwe diçûn û serê xwe li dîwaran dixistin. Zeftkirina wan murîdan pir zor e Înano, çar pênc kes nikarin bisekinînin. Şêx hat destê xwe yek bi yek da ser wan û murîd di cî de aşt bûn. Di ber re zikr dewam dike, nizam çi bû çavên min û şêx li hev ketin di tariyê de, ber bi min hat û di guhê min de got: ''Xwe serbest berde..'' Min çavên xwe qurç kirin - jixwe di zikrê de çavên meriv tim qurçkirî ne lê min ji meraqan yek caran vedikir li dora xwe dinêrî - Şêx destê xwe da ser paş stûyê min û mîna ku biqurincîne ji paş stûyê min heta newqa min daxist. Destê xwe bir û anî sê çar caran, paşê çû. Min fehm nekir seba çi wer kir. Paşê ku zikr qediya û bo xatirxwestinê ez çûm cem, ji min re eynî wanî go: ''Va çito stres e law li ser te, destê min tevizîn.'' Li gor baweriya wî herhal, stresa li ser min bi teknîkeke taybet ji min derxistibû. Spas şêxê min, strêsa min sê qat zêde bû ji wê royê şûnde.

 

Te niha digot qey pismamê te tenê ê mey û meyxana ye, ne? Li cem min fîlim gî hene Înano. Dikenim dîsa, bi devoka Sirûcê dikenim. Ji te re îlahiyeke ku hîn jî car caran guhdar dikim dişînim. Wexta ez lîselî bûm min îlahiyên vî camêrî hemû ezber dizanibûn.

Silav û gulavên alem zane siltan î.

Omeros