Te xwezila di nameya xwe de behsa şêraniyê nekira. Îşev wexta ez ji hilbijartina Baroya Amedê vedigeriyam mal, di rê de nameya te hat bîra min û ez dageriyam çûm ba Levent Usta. Hez dikim ji navên hostayên şêraniyê: Saim Usta, Levent Usta, Sıtkı Usta û çendekên din lê mesele ne ew e. Mesele vê şevê nî-şevê medê min li hev dikeve. Pêleke germ ji medê min radibe heta qirika min tê û diçe. Sûcdar tu yî û şêraniya te ye, tew mebê na!
Tu tim dibêjî hinekî behsa xwe bike, dûr û dirêj binivsîne. Nizanim behsa çi bikim Înano. Hewadîsên wêjeyî li hêla te hene bêhtir, loma jî tu bêhtir binivsîne û behsa her tiştî bike. Li vir tişt miştên siyasî ne û tu zanî ez çiqas ji siyasetê nefffrreet dikim.
Dixwazim çend royan telefona xwe bigirim Înano lê soxe rojnamegerî dest nade.
Li Levent Usta, Cotmeh 2016 |
Silavên gulavên nifirên bi şêranî li te dikin.
Omeros