24 Ekim 2016 Pazartesi

Nexweşiya piştî serxweşiyê

Omeros, 

Hingî nexweş im, di xwe re nabînim bi te re bixeyidim, xwe ji te bixeyidînim. Lê heçku hinekî li ber ketim ji ber ku te haya min jê çênekiriye. Difikirim: Ma qey gelo xatirekî biçûk ê pismamtiya me jî nîbû ku tu hatiyî heta Mêrdînê, tew duh bi şev li vir mayî, lê te di xwe re nedîtiye ku bibêjî, hema ez hatim filankes, ne ku îlleh em hev bibînin, an çayekê vexwin, an em hev aciz bikin, filan bêvan. Qe nebe bila haya me jê çêbe, ne bi nameyan. Lê dîsa jî mala te ava. Te ji bo çayekê jî telefonî min bikira, min ê nikaribûya bihata. Ez nexweşê nav nivînan, çawa bêm ban û serbanan. 

Şeva ku serxweş bûm, tiştê nemayî min kirin. Law ev çi cesaret, ev çi wêrekî, di xewa şevan de jî min bidîta min ê bawer nekira. Gava vedixwim, ew Înanê feqîr û belengaz diçe, yekî mêr î mêrxas tê. Tê bêjî qey ez Înanekî mirî xwedî dikim di dilê xwe de, her cara ku vedixwim, radibe ji tirba xwe. Li cem hevalan bûn. Me şûşeyek araq ji bo xwe girt. Min çar qedeh araq vexwar, lê jehr tê de be heta hingê jî tu giraniyek nehat ser min. Heta niha du sê car e min araq vexwariye herhal. Lê hê jî hînî tehma wê nebûm. Ne ji mezeyên ber araqê jî be, ka xwene em ê çi xweliyê li serê xwe bikin. Piştî araqê min nerî tesîr nekir, min Efes Extra Shotek vexwar. Û te bidîta wî seriyê piştî extrayê. Serekî wiha çênabe herhal. Ez ditirsiyam piştî extrayê vereşim, çimkî careke din jî piştî araqê min bîra vexwaribû, wer li min hatibû, lê beriya araqê jî min şerab vexwaribû, yanî zahf zêde tev li hev bûbû. Sersala 2015an bû ne şaş bim. Lê axir ez venereşiyam. Piştî ku me extraya xwe jî vexwar, em rabûn. Min li hevalekî xwe yê sinifê geriya, ji ber ku nexweş ketibû, li nexweşxaneyê bû. Saet 10.30 filan bû herhal. Min got, va ez têm. Piştî ku em ji mal derketin, hevalekî min ê din ê sinifê geriya got neçe nexweşxaneyê, were cem Rektoriyê, em li wir in. Tabî ez dîn bûm, qalpaxa serê min avêt, min xeberê nemayî lê kirin. Min xwe aciz kir ku em ji bo wî tên nexweşxaneyê lê ew ji nexweşxaneyê derdikeve. Dû re ew hevaş dîsa li min geriya û got va em derbasî nexweşxaneyê bûn, were vir. De were dîsa dîn nebe. Min dîsa xeber lê kirin ku em ê bên cemm Rektoriyê lê ew diçin nexweşxaneyê. Neyse em çûn nexweşxaneyê. Min hevalê xwe yê nexweş dît, min got ka ew bênamûsê han ê ku got wer ba Rektoriyê. Go çûye mal, were em jî biçin mala wan. Ez lê geriyam, min got xwe hazir bike, va ez têm, ez ê di qûna te nim, tew dikeniya kero û hemşeriyê min e ji xêra Xwedê re. Ez gelekî aciz bûbûm, mîzê jî zor li min dikir, di derketina nexweşxaneyê de, min li ber Enstîtuyê mîza xwe kir. Wek Ferhad Pîrbal min jî bi enstîtuyê de mîz kir. Ji derdorê milet li min dinerî, qey digotin viya dîn e an. Heta em çûn mala wan, her barebara min bû, min xeber digotin, min radihişt keviran û diavêt, sewsî û gêj dimeşiyam. Diterpilîm, bi teqil dimeşiyam, wek bayê çep û rast dibûm Li nêzî mala wî hevalî, min rahişt du kevirên ji bo rêya kolanê, min bi xwe re bir mal. Min got ez ê biavêjim wî. Li malê nêzî wî bûm, bi kevir girtibû loma min nekarî biavêjim. Li malê min çend qedeh çay vexwarin, min hinek çay bi destê hevalê nexweş rijand, min heyfa xwe ya wê sersalê jê stend, çimkî hingî serxweş bû nedihişt ez biçim tuwaletê û bîra pejiqand ser min. Ez çûm şaneşînê û li wir jî min qedehek çay vexwar, dû re min qedeha çayê ji şaneşînê çeng kir erdê. Got terreq, hûrhêra bû. Dû re wê nîvê şevê min li hevalekî din geriya, min got kondoman hazir bike, gerek em viyê din bikin tost. Dibînî Omero? Gava serxweş im çi yekî bêedeb û pîs im. Çi tiştên pîs tên hişê min. Gelo qey ev rûyê min ê rastîn e? Ev Înan di esasê xwe de, ne Înanê rastîn e? Ez durû me qey? Ev hemû tiştên ku min wê şevê kirin, heger min di neserxweşiya xwe de bikira, yeqîn dikim min ê lêdaneke baş bixwara. Dû re wê nîvê şevê min bi zorê hevalê nexweş rakir, min got gerek ez te bibim nexweşxaneyê, tu emanet î, me tu anî, lazim e em dîsa te bibin. Rebeno mecbûrî rabû. Gava em dimeşiyan heta nexweşxaneyê jî û li nexweşxaneyê jî, min kerb û aciziya dilê xwe gişî got, lê mixabin kes nebû derman ji vî dilî re pismam. Min carek din jî fam kir ku ez çiqas tenê me, min carek din jî fam kir ku însan çi qas bi tenê ye. Em çiqas di nav qelebalixiyekê de bin jî, kêliya dawî her em bi tenê ne. Û a rast jî ev e bi ya min, a normal jî ev e. Li baxçeyê nexweşxaneyê, li nêzî hundir em rûniştibûn, mîzê cardî zor da min, min qayîşa xwe vekir, her çiqas hevalan got nana jî, guvenlikçi dê werin, li nava baxçe min got şirr û mîza xwe kir. Yaw pismam tu nizanî ku çi hesteke xweş e kêliya mîzkirinê, heger mîzê pir zor li te kiribe, gava tu mîza xwe dikî, ji te bextewartir kes tune ye. Xwedê vê hestê bike para her kesî. Însan di bexçe de diçûn û dihatin, ka bê di dilê xwe de çi xeber li min dikirin. Ez bûma min ê jî li xwe bikira. Ma tuwalet ji bo çi ne kero. Lê îşte ne wiha ye Omer, heta tu wê hestê nejî, tu yê wê mîzkirinê jî fam nekî? Te di heyata xwe de bi awayekî serxweş li derve mîz kiriye pismam, hee, te kiriye? Dû re saet yekê şevê filan, min hevalê nexweş şand odeya wî, min got here, a wiha tu bi tenê yî, bi qasî meşa xwe tenê yî. Di rê de me got em biçin seriyekî li Ekominiyê bixin, belkî çend şûşeyên din jî bistînin. Min li hevalekî xwe yê mala wî nêzî Ekominiyê geriya, min got belkî ji wir em biçin mala wî. Ekomini nêzî mala min e jî, lê heta niha min li mal qet venexwariye. Bixaltiyê min li mal e û jê fedî dikim ku vexwim û min qet jê destûr jî nexwestiye. Min li hevalî geriya, go bibore hevalên malê radizin, bila bimîne şevek din. Min got, temam, lê ez gelek li ber ketibûm, pê êşiyabûm. Di esasê xwe de wî jî li min bigeriya, min ê heman bersiv bidayê. Lê nizanim pê êşiyabûm, çimkî kêfa min gelekî ji wî hevalî re dihat. Ez li hevalê nexweş geriyam, min got, ser meselê Înanekî serxweş, durû, beredayî di vê saetê de li te digere, dibêje ez ê werim serdana te, tu yê çi bêjî? Go, ez ê bêjim ser çavan, kerem ke were. Ez gelek xemgîn bûm, ji ber ku min vî hevalî bi qasî yê din hez nedikir. Carinan rastiyan qebûl nakim pismam, dû re wiha pê diêşim. Gava em di ber Türk Telekomê re çûn, em çûn parka kêleka rê, qederekê ez û hevalî li hespê hêlekanî siwar bûn. Hevalî got, çavê xwe bigire. Min got ditirsim bikevim. Kêliyekê min li halê xwe fikirî, xemgîn bûm. Dû re em ji hesp peya bûn, em çûn Ekominiyê, min ji hevalî re got pereyê min îşev pir çû, vê carê du bistîne. Du heb Bomonti stend, Pêşî me go em biçin parka Adliyê li wir vexwin, lê ji ber tirsa min, min got em biçin Parka Karayoluyê, li wir ez dîsa tirsiyam, min li hevalê nexweş geriya, go hûn venexwin baş e, qedexe ye filan. Ez tirsiyam, ev Înanê ku wê şevê tirba tirsê kolabû, ditirsiya. Min got wê polîs me zevt bikin. Hevalê min gelek aciz bû, bi min re xeyidî, got jehr tê de be. Gelekî mafdar bû, ez jî bûma, min ê bigota jehr tê de be. Piştî vê wer min hest kir ku hinekî din têm ser hemdê xwe. Min got li malê em bi dizî vexwin, lê gava em gihaştin mal, min biryar da ku venexwim, çimkî wext derengê şevê bû û min têra xwe vexwaribû. Xewa min jî dihat. Çawa hatim malê min ew name ji te re nivîsî. Saet dudu û nîvê şevê bû herhal. Hevalê min şûşeya xwe vexwar. Serê sibê rabûm, min nihêrî ez nexweş ketime, min serma xwariye. Wêneyekî xwe yê vê nexweşiyê ji te re dişînim. Bila navê wê "Nexweşiya piştî serxweşiyê" be.

Mêrdîn, 2016.

Piştî wê şeva serxweşiyê, serê sibê zû şiyar bûm weke her car. Wê sibê, yanî roja şemiyê, wer daxwazek mezin di dilê min de peyda bû Omer ku heta hingê tu carî peyda nebûbû. Nizanim gelo ji tesîra Katalonya'ya Selam a George Orwell û şerê dawî yê li Mûsilê li dijî Daişê bû çi bû, bi daxwazeke ji dil min xwest di vî şerê dawî de bibim pêşmergeyek. Tenê di vî şerê dawî ê li dijî Daişê de. Ez fam nakim bi rastî, tu carî daxwazek wiha bi min re peyda nebûbû. Tu carî min daxwaz nekiribû ku tevlî şerê gerîlayan an jî pêşmergeyan bibim. Ez ewqasî li dijî şer im ku, heger hevalek li cem min biryar bide ku tevli şerê gerîlayan û pêşmergeyan bibe, ez ê nehêlim ku biçe û ji bo ku ez wî an jî wê ji vê biryarê vegerînim, çi ji destê min bê ez ê bikim. Lê nizanim. Wê sibê wer ev daxwaz di dilê min de çêbû. Çi tesadûfek mezin. Roja şemiyê min ji hevalê xwe re qala vê daxwaza xwe kir û min jê re behsa Hüseyin Kaytan kir. Duh bi şev min nivîsa wî ya Basnewsê xwend. Çavdêriyên xwe yên şerê Mûsilê nivîsiye. Bi tirkî ye. Nav daniye Güney Günlükleri 1. Xuya ye dê bi berdewamî binivîse. Wer xweş dinivîse Hüseyin, hêjayî wê yekê ye ku meriv li pey van nivîsên wî biçe xwe bigihîne wî. Helal be jê re, camêr bêyî ku têkeve nav demagojî, ajîtasyon û propagandayê, bi zimanekî zelal û rastiyê dinivîse. Mesela camêr tevî ku gelekî ji Barzanî jî hez dike, jê re nabêje Serok Barzanî, dibêje Barzanî an jî Serokê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Barzanî. Ev detayên pir biçûk in, lê hêjayî baldariyê û pesindayînê ne. Çimkî Hüseyin bi zimanekî partîzanî nanivîse, dizane ku partîzanî jî wekî gelek tiştên din çavê meriv li hin rastiyan kor dikin. Piştî vê nivîsa Hüseyin, ev daxwaza min hinekî din zêdetir bû. Beriya salan min bûyerek li ser wî xwendibû di kitêba Müslüm Yücel a bi navê Kürtlerde Ölüm ve İntihar de. Ev bûyer ew qas tesîr li min kiribû, bi rojan ji hişê min derneket. Çawa ku xortek ji ber hezkirina helbestên wî tev li gerîlayên Pkkê dibe, ku hingê ew jî gerîla ye, dû re ew xort xwe întixar dike û çawa Hüseyin li pey vê întixarê ji xwe re dibêje, "ev çi wek kewan qebqeba te ye, li şûna ku tu însanan gazî azadiyê bikî, gazî mirinê dikî" û çawa dev ji gerîlatiyê berdide û gerîla çawa ew digirin dixin zindanê û çawa helbestên xwe li ser pelên tûtinê dinivîse di vê zindanê de. Di beşa "Pkk'de Ölüm Kültü" de derbas dibe. Tu carî bi van tiştan nehisiyabûm, carinan rastiyeke herî nêz te pir diêşîne. Ez ewqas êşiyabûm. Te ji min re gotibû ji ber vê beşê Pkk bi pey ketibû ku wî bikuje, çêdibe, her tişt diqewime, carinan kesên herî nêzîkî te dikarin te bikujin. Mesela me dîsa hat mirinê Omer, em biçin ku bi pey me dikeve ev mirin. 

Heke te ji Mêrdîna Jor ve li Mêrdîna Jêr nihêrîbe, divê te çiraya mala me jî dîtibe. Mala me di navbera Mêrdîna Jor û Jêr, ya Kevn û ya Nû de ye Omer, em di navbera bajar û gundîtiyê, di navbera şil û ziwa de, di navbera nal û bizmar de mane. Carinan tu hatî Mêrdîna Jor, destê xwe ji min re bihejîne ez ê te bibînim. Tu gotiye çav bi hevalên te ketime ên ku tu bi wan re didî distînî. Nizanim, tê bêjî qey min sûcek mezin kiriye, wer xwe hîs dikim. Difikirim, lê tu hevalekî min nîne li vî bajarî ku pê re bidime û bistînim. Xuya ye ku wextekê te bi hevalinan re daye û stendiye lê tu êdî naxwazî bidî û bistînî, wer hat ji min re. Nizanim Omer, vêya ji min re nebêje ji kerema xwe, têkiliyên navbera tu kesî min eleqedar nake, ev meseleya te ye. 

Ez ewqas nexweş im Omer, li xwe diheyirim ku min çawa rûniştiye û ewqas dirêj ji te re nivîsiye. Li min hal e, lê li te çi hewal e? 

Înanolo