Kut key, çitonî? Bîska din ji instagramê hatim, çav bi wêneyê te ketim. Mala te ava be, te ez têr kenandim. Law ev çi hal e? Hahahah. Wek deh kesan li te daweşandibe. Telefona te jî bi xêr û bêr be, em ê şêraniya wê bixwin maşalê, tevî ku madê te li hev jî dikeve. Ne xem e.
Ezbenî, gava ez dibêjim behsa xwe bike, boş û belaheq xwe aciz nakim. Tu mûhabîr î, tu rojnamevan î, diçî wêneyan digirî, rojê rastî bi dehan însan û bobelatan têyî, hezar tiştên xweş û xirab derdikevin pêşiya te. Min wêneyê te yê bi serokê baroya Diyarbekirê re dît. Mesela tu çima qet qala wî nakî, behsa xisûsiyetên wî. Temam tu ji siyasetê aciz î, lê tu nav vî karî de yî, ne siyaset be jî dikarî behsa însanên nav siyasetê bikî. Ma qey aliyên însanî ên siyasetê jî nînin?
Pismam du roj e ji malê dernekevim, du roj e min diranê xwe firçe nekiriye. Bi rastî pir tembel im di vî warî de, di xwe re nabînim. Mesela hema hema tu şevan diranê xwe fiirçe nakim. Piranî bi roj dikim, gava derkevim. Em bêjin şevekê diranê xwe firçe bikim 99 şevan firçe nakim. Tu diranê xwe bi rêk û pêk firçe dikî? Dibêjin êşa diranan ji êşa deh welatan xirabtir e. Mala Xwedê hezar car ava be ku hêj bi vê êşê neketime, fam nakim. Bi şev pir dixwazim firçe bikim, lê wer dibetilim, wer ji hev dikevim, wer xew li ber min şêrîn dibe, dibêjim nalet li çavê şeytan be û dikevim nav nivînên xwe. Nizanim bê vê tembeliya min dê çi be. Di her karî de wer tembel im. Karekî ku di deqeyekê de bê kirin du sê qat derengtir dikim. Ser meselê gelek kes dibêjin em saetê 50 rûpel dixwînin û min aciz dikin. Lê ê min hêj min 25 rûpelan derbas nekiriye. Xwedê bi her awayî ji min stendiye. Ji bo Xwedê 25 rûpel çi ye? Yanî ji bo ku 200 rûpelan bixwînim 8 saetên xwe bê dudilî feda dikim. Lê dîsa ne poşman im.
Ji ber ku ji mal dernektim nizanim ka çi qewimî çi ciriya. Îro min çend tişt xwendin ji birakê xwe re bêjim. Tirsa Bê Diran a Helîm Yûsiv. Hêz û Bedewiya Pênûsê a Mehmed Uzun. Du hevpeyvînên Wêje û Rexne û Zaremayê. Nivîseke Mesûd Serfiraz a Kürt Tarihi. Nizanim çima lê romana Helîmm Yûsiv bi qasî berhemên wî yên din -taybetî çîrok- ez kêfxweş nekirim. Berê min bi kêfxweşiyeke mezin ew çîrokên wî dixwendin. Sî çil rûpel maye biqedînim. Min çîrokeke saxlem tê de nedît. Bêguman ew taybetmendiyên wî yên xalên surreal hêjayî balpêdanê ne, lê bes wek ev mijara koçberiyê zêde hatiye dubarekirin. Çîrokê zêde berbelav kiriye. Em bi tabîra Umberto Eco bêjin, xwe li daristanên vegêranê (anlatı) zêde şitexilandiye, gîro kiriye. Wexta min nû dest pê kiribû, çîrokên wî gelek tesîr li çîrokên min ên ewil kiribûn û çîrok pir eşkere di tesîra wî de hatibûn nivîsîn. Bi taybet ew xalên surrealiyê ji ber tesîra wî di çîrokên min ên ewil de xuya dikirin. Ser meselê di yeka min de leheng serê sibe radibe û li şûna pozê xwe çavê xwe dibîne. Mesela di yeka din de qala serboriya berçavkeke resamekî tê kirin ji devê berçavkekê. Ev çîrok tesîra xwe ji çîroka wî ya li ser solan tê ku diaxivin. Min ev her du çîrokên xwe yên ewil qet neweşandine.
Îro piştî ku ji parvekirinên hevalan hîn bûm ku salvegera nehemîn a mirina Mehmed Uzun e, min rahişt kitêba wî ya Hêz û Bedewiya Pênûsê ku ji deneme (wî bi xwe di yek ji van denemeya sala 1983an de behsa vê cureyê kiriye, lê bi kurdî navek jê re nedîtiye û lê nekiriye, loma min bi xwe jî navek bo wê nedît) û hevpeyvînên wî pêk tê. Di 1993an de ji Nûdemê derketiye. Ev nivîs ji kovaran hatine berhevkirin. Nêzî sed rûpelî min xwend. Gelek kêfa min ji wan re hat. Di cihekî de dibêje, "di dema xwendinê de meriv tenê ye." Em diçin ku rastî tenêtiyê tên. Xelasiya me jê nîne. Gelek rast dibêje. Xwendin bi xwe çalakiyek e bo tenêtiyê. Çalakiya tenêtiyê. Ev hevok navê kitêba hevpeyvînan a Hasan Ali Toptaş anî bîra min: Başlarkken Yalnızsın, Bitirdiğinde Daha da Yalnız. Min ev kitêb nexwendiye, bes navê wê gelek xweş e û meriv tenê navê wê jî bixwîne pir baş e.
Heke em hevpeyvîna di Mehmed Uzun jî lê zêde bikin, dibe sê hevpeyvîn. Ev hevpeyvîna ku Abdullah Keskin pê re kiriye, di hejmara 5an a Rojnameya Welat de derketiye li sala 1992an. Pirsek gelek bala min kişand. Kek Evdila jê dipirse ka di romanên xwe de kîjan rastnivîsê pêk tîne. Heger em li gor rewşa îro bifikirin ev pirseke pir ecêb û cihê henekan e. Lê ku em rewşa wê çaxê bi bîr bînin, tam jî rewşa wê serdemê nîşan dide. Çimkî em dizanin ku hingê gelek kes bi rastnivîs û alfabeyeke cuda cuda dinivîsî. Kesek ji wê rojê ku hê jî li ser rêça xwe ya wê serdemê dimeşe, M. Emin Bozarslan e ku herfên "i" û "î" yên alfabeya Celadet li gor alfabeya tirkî wek "ı" û "î" dinivîse. Ked û xebata ku Bozarslan kiriye, kêm kesan ji bo me kiriye. Loma ked û xebata wî divê tu carî neyê piştguhkirin û her cihê behs û pesnê ye. Ew kovar û rojnameyên serdema Osmanî yên li Stenbolê tev bi xêra wî haya me ji wan heye. Lê ev israra wî ya li ser herfan bi ya min qet ne xweş û hewce jî nake. Ez fêm nakim çima di vê de tim israr dike. Mehmed Uzun jî di bersiva xwe de dibêje li gor qaydeyên Hawarê û yên Celadet diçim.
Hevpeyvîna di Wêje û Rexneyê de a Dilawer Zeraq, a Zaremayê jî bi Zeynel Doğan re bû. Dilawer Zeraq li ser edebiyata kurdî ya salên notî axivî. Zeynel Doğan li ser sînemayê axivî, jixwe dosyeya kovarê jî li ser vê ye. Tiştên xweş digotin, lê ji min re hinekî zêde polîtîk hat. Mesela wî bi xwe jî qebûl dikir ku sînemaya kurdan wek raport û xweîspatkirinek e bo serdestên xwe û ev gelek normal e. Yanî sînemager bi çavên serdestên xwe re li kurdan dinerin, ji ber ku dixwazin xwe li ber dilê wan şêrîn bikin. Ez qet fêm nakim, çima em mecbûr in xwe ji kesî re îspat bikin, heta sax bin hema em ê xwe li ber xelkê belengaz bikin? Min li filîma Zeynel Doğan a Dengê Bavê min temaşe kiribû. Fîlmekî gelek serkeftî ye, bi budçeyeke kêm û karakterên kêm fîlmekî xweş kişandiye. Çîroka wî gelek orjînal e û cara pêşî bi vê fîlmê re min hay ji çîrokeke kurdan a wisa çêbû. Çîrok ev e: Berê gava mêrên kurdan diçûn bajar û welatên xerîb bo xebatê, li şûna nameyan dengê xwe li kasetan qeyd dikirin û ji maliyên xwe re dişandin, ew jî dengê xwe qeyd dikirin û jê re dişandin. Di filîm de jî çîrokeke wisa heye ku li Meraşê derbas dibe û bi devoka Meraşê tê axaftin. Devoka Meraşê filîm rasteqîntir û xweştir dike. Pismam, min fikrek heye. Ka em jî nekevin nav piyaseya sînemayê? Bi Xwedê tu pere ji rojnamegerî û edebiyatê dernnakeve. Wer xuya ye ku sînema dê ji bo kurdan, di vê sedsalê de bibe qada herî baş. Xwe hazir bike, em jî filîmekî bikêşin, ma çiyê me ji însanan kêm e? Tu dizanî, li ortaokulê birayê min her ji min re digot, tu yê bibî derhênerekî baş. Rojekê min jê re got, ez naxwazim bibim derhêner, ez dixwazim bibim nivîskar. Tee! Tu ji xwe re li van gotinan. Aqlê min hebûya, min ê bigota, erê ez ê bibim derhêner. Îro ro ji min re bibêje, tu yê bibî nivîskarekî baş, wer xuya ye ez ê bibêjim, ez naxwazim bibim nivîskar, dixwazim bibim derhêner. Tu zanî, nivîsa min a pexşan a ewil sînopsîsa senaryoyekê bû, di 14 saliya xwe de min nivîsîbû. Lê sed heyf û mixabin, min ew nivîs avêt. Senaryo li gundekî kurdan, di salên 90î de derbas dibû. Li ser şerê esker û gerîlayan bû. Mesela axayekî gund hebû, hingê min ji xwe re gotibû, di filîman de her tim axa xirab tên nîşandan, divê axayê min yekî baş be. Tu aqlê min ê wê çaxê dibînî? Ji berê de yekî nûxwaz û nûparêz im. :) Wê salê min ji birayê xwe re behsa senaryoyeke ez ê binivîsim jî kiribû ku rasterast tesîra xwe ji fîlmê Yol ê Yılmaz Güney girtibû. Hetta, em dikarin bibêjin min rasterast ji wî dizîbû. Çimkî min qala sehneya wî hespê li nav berfê, jin û mêrê kiribû. Ev jî zarokatiyeke min a wisa bû îşte. Tew dinyayê.
Nivîsa Mesûd Serfiraz jî li ser yekem nivîsa Celadet Bedirxan a di çapemeniya Osmanî de bû. Celadet yekem nivîsê (nameyê) di 15 saliya xwe de ji rojnameya Serbestiyê re dişîne, di 1908an de. 15 yaw. Bi Xwedê zîrek e. Piştî deh salan jixwe Celadet dibe alîkarê edîtorê vê rojnameyê. Gelek nivîsên wî û yên birayê wî di vê nivîsê de hatine weşandin. Kek Mesûd vê nameyê latînîze kiriye, bi tirkî nivîsiye. Ez bawer im yekem car tê weşandin. Nizanim. Nivîsa te ya ewil kengî û li ku weşiya pismam. Binivîse, da ku lêkolerên me ewqas zehmetî ji bo wê nekêşin û peyda bikin.
Niha bi xatirê te. Sibê ez ê derkevim. Çimkî ders hene. Nizanim kîjan gumlekî li xwe bikim. Heta sibê. De ka, em ê meyze kin.
Înanolo