Erê lo Omero,
Min çavek li blogên din gerand, bi rastî jî milet kara xwe ji blogan derdixe. Ma çênabe em jî pere ji vê blogê û blogên xwe yên din derxin? Lê ne bawer im, hepî topî du sê kes vê blogê dixwînin an naxwînin. Lê ne xem e, baweriya min bi nameyan, bi pîroziya wan tê. Sêhreke wan a din heye.
Êdî em li civateke wiha ne ku li te ferz dike tu nebêjî "ez/min/xwe" û ez ji vê yekê gelekî aciz im. Ev yek ji kîsê quretiyê tê hesêbkirin. Ji ber vê yekê ye ku ez ji name, rojnivîsk, bîranîn, hevpeyvîn, sohbet, deneme, otobiyografiyan pir hez dikim. Çimkî di van hemûyan de şexs heye, tak heye, kesayet heye û beriya her tiştî "ez/min/xwe" heye. Bê dudilî, bê endîşe dikarî di van de bibêjî ez kesekî wiha me, min ji vî tiştî nefret dikir, li xwe danaynim biçim filan derê û her wisa. Însanek divê beriya her tiştî karibe bibêje ez û behsa xwe bike. Lazim e em li xwe vegerin pismam, li bîra xwe, li kûrahiya xwe, li hundirê xwe. Çimkî tiştê herî nêzî me ev in û em herî qenc bi wan dizanin. Meriv rûyê xwe ji xwe bade, îxaneta herî mezin li xwe dike. Ez vêya bi dilekî saf û zelal dibêjim: Kesê nikaribe qala xwe bike û kûrahiya dilê xwe bi nav û nîşan bike, ji min re samîmî nayê û ew kes xwe û me dixapîne. Hestên wî hatine serkutkirin, lê hatiye ferzkirin ku rûyê xwe yê rastîn veşêre û hestên xwe dernixûn neke. Însan xwedan îrade ye û muxtacî xwe û hezkirinê ye. Her însan dixwaze qala xwe bike û divê qal jî bike, lê ji ber ku civat li te ferz dike ku wek murîdan tev bigerî û îradeya xwe bidî dest wê, bivê nevê tu rûyê xwe ji xwe dizivirînî û perdeyekê dikişînî bi ser şexsê xwe de. Di esasê xwe de perdeyek li ser rûyê me gelekan heye, maskeyek heye.
Akademî jî her wiha ye, dibêje tu yê perdeyekê bikişînî ser pencereya hundirê xwe, loma dê bala te kişandibe hema di hemû tezan de "ez/min" tune û tew "em" jî tune ye, bêyî cînavkan, bi vegêrana şexsê heftem (şexsek wiha tune ye, lê bila hebe) lazim e teza xwe pêşkêş bikî. Ê madem ez ê teza xwe pêşkêş bikim, çima ez ê xwe pêşkêş nekim? Haya te ji akademiyê tune ye pismam, loma serê te rihet e û a qenc ev e. Camêrek heye ku heqê xwe, heqê dilê xwe, heqê kûrahiya xwe, heqê hundirê xwe dide. Ew camêr jî Rilke ye. Di helbestên Rilke de ew "hundirê bê ser û ber" pir beloq û eşkere ye. Ew hundirekî ewqas kûr, ew qas fireh e, her ku meriv daqûl dibe, bêtir tê de diçe. Dibêje çi Rilke? Dibêje, "Tekane tişta ku nêzî însan e dinyaya wî ya hundirîn e, ji bilî vê her tişt dûrî wî ye." Dibêje, "Tekane rê ew e ku hûn berê xwe bidin hundirê xwe." Dibêje, "Qul bikin hundirê xwe, dakevin binî, hewl bidin ku ji kûrahiyan bersivekê bi dest bixin." Dibêje, "Xwe noqî hundirê xwe bikin, li wan kûrahiyan bikolin ku ji nav heyata we dizên." Dibêje, "Xwe li kûrahiyên tiştan bigirin."
Rilke gelek behsa tenêtî û mirinê jî dike, çimkî ev her du tişt gelek nêzî wî ne. Te gotiye ez du caran nêzîkî mirinê bûme. Lê ev her du jî ji ber şer bûye. Te mirinê bi awayekî bedenî dîtiye Omer. Te mirinê bi awayekî hundirîn, bi awayekî derûnî nedîtiye. Loma gelek zehmet e ku tu fam bikî ez qala kîjan mirinê dikim. Ê min, ew mirina ez qal dikim di wê kûrahiya dilê min de ye. Ez mirinekê mezin dikim di hundirê xwe de ku bi şev, gava serê xwe datînim ser balîfê, beriya razana li min hasil dibe. Lê ez ê zêdetir niha qal nekim.
Ê min jî tenê carekê duçerxeyeke min çêbû. Wexta xwişka min zewicî, zavayê me ew ji min re kirî. Hingê ez çend caran jê diketim. Min dikir nedikir min nedikarî bêyî her du destan duçerxeyê biajom. Hevalên taxê dikaribûn, gelek hereketên ecêb jî pê re dikirin. Wextekê jî duçerxeyeke birayê min hebû, ew jî Bîsan bû. Gelekî mezin bû û wê çaxê a herî mezin û saxlem ew bû. Rengê wê sor bû. Min Ji ber ku bilind bû nigê min nedigihaş pedalan, min nigê xwe di gewdeyê re dixist ser pedalan û wer diajot. Lê pereyê min çêbe ez ê ji xwe re yekê bikirim, û me hev dît ez ê çend tûran bidime te, tu jî ji xwe re biajo. Heyfa te.
Vêga bi xatirê te. Xêr û xweşî para te be.
Înanolo